Ezîz KOYLUOGLU
Dema mijar dibe Kurd û Sûriyê siyaseta Sergey Lavrov ya wezîrê karê derve ya Rûsya her dem gotinek duber dike û dibêje ku “Dewletê Yekbûyî Emerîka diwaze birêya Kurdan Suriyê perçe bike.” Dîsan gotinek din jî dubare dike û dibêje “Kurdan re rêya diyalogê vekiriye.” Lavrov çima di her hevdîtinê xwe ev gotinan dubare dike? Bi rastî kî Sûriyê perçe dike? Niha van pirsan li meydanê ne û gelek caran hatibe şîrove kirin jî, divê em carekî din diziraviya wê de binirxînin.
Divê em heqê Kurdan bidin ku siyaseta herî zelal ya li Sûriyê siyaseta Kurdan bû û heta niha jî ev siyaset xwe didomînin. Yekem tişt Kurdan got, em yekîtiya axa Sûriyê dixwazin û hemû pirsgirêkên hene dixwazin bi rêya diyalogê çareser bikin. Dîsan Kurdan got, em pergalek nenavendî dixwazin û diçarçova herêmên xweser de jinûve avakirinek dixwazin. Li gel wê Kurdan got, divê destûrek nû bê çêkirin û mafê hemû netew, ol û baweriyan bêparastin. Ev siyaseta zelal ya Kurdan û parastina axa Sûriyê ji aliyê xêrnexwazan her dem tê berovajî kirin.
Divê em bidengek bilind bêjin ku yên li Sûriyê yên demokrasiyê, azadiyê û adaletê diparêzên Kurdin. Dervî Kurdan hêzên hene diçarçova nijatî û ol perestî tevdigerin û rûyê wan yên rast faşîzme. Rejîma Sûriyê jiber neçariyê vê siyaseta xwe ya BAAS bidengek bilind nayîne ziman jî, lê em dibînin ku rejîma Sûriyê kengî hinek xwe bihêz dibîne gotinên tên wateya faşîzm ji devê rayadarê wan derdikevin. Komên jixwe re dibêjin opozîsyonên pirraniya wan li ser bingeha tevgera Exwan El Mislimînin û nûnertiya faşîzma olî û qewmî dikin. Ne rejîma Sûriyê ne komên ji xwe re dibêjin “opozisyon” ku pirraniya wan ji komên tûndrew pêktên, ji bo pêşerojek Sûriyekî demokratîk planek wan tineye. Rejîma Sûriyê dixwaze wek berê desthilatiya xwe bidomîne, komên Exwan El Mislimin jî, dixwazin desthilatiyê têxin destê xwe. Ev herdû alî jî dixwazin pêşeroja Sûriyê tarî bikin.
Divê siyaseta pêşeroja Sûriyê tarî kirinê de Rûsya alîkariya rejîma Sûriyê dike. Li gora Rûsya divê rejîma Sûriyê li hemû Sûriyê bibe desthilatdar. Ji bo wê jî her rê ji bo xwe guncav dibîne. Rûsya jî car caran qala mafê çandî bike jî, ev wê çewa be nediyare. Ya zelal di siyaseta Rûsya de hebûna rejîma Sûriyê parastine.
Li gel vê hevkariya dewleta tirk ya dagirker û Rûsya bingeha perçekirina Sûriyê xurt kir, dike. Bi destûra Rûsya, dewleta tirk piştî wekîlê wê DAIŞ/ Cephet El Nusra bibin ketin, Cerablus, Azaz, Bab dagirkir û derbasî Idlibê bû. Bi destûra Rûsya derbasbûna dewleta tirk ya dagirker derbasî nava axa Sûrîyê bûyîna wê û êrîşkariya komên girêdayî wê Sûriyê perçe kir. Wezîrê karê derve yên Rûsya Sergey Lavrov li şûna ev rastiya xwe bîne ziman, Kurdan bi perçekirina Sûriyê tewambar kirinê dixwaze sûçê xwe veşêre.
Rûsya jiber destûr da dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrîn û qetilkirina bi sedan Efrînî divê rexnedayînekî cidî bide Kurdan.
Siyaseta Lavrov ya Kurdan wek amûrek didestê Dewletê Yekbûyî Emerîka nîşandan şaştiyekî mezine. Berovajî vê Kurd bi herkesê re liser bingeha hurmet dayînê biherkesê re diyalogê dikin. Bi Rûsya re jî, ji destpêka krîza Sûriyê diyalog pêşxistin. Lêgerîna Kurdan ya bi rejîma Sûriyê re çareseriyekî peyde kirine her dewam bû û dewam dike.
Divê Rûsya ji gotinên tu bingeha wan tine ne ku her dubere dibêj “Dewletê Yekbûyî Emerîka diwaze birêya Kurdan Suriyê perçe bike” berde û li ser rejîma Sûriyê ji bo çareseriyê zext bike. Ger ev nebe diyar dibe ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyê yên li ser Sûriyê, wê Sûriyê ber bi perçebûnê bibe. Ger ev dewam bike, dê Kurd jî nikaribin Sûriyê ji perçebûnê xelas bikin.





