Idrîs HENAN
Piştî zîrweya Çaponiya û tabloya ku di roja dawî de derketiye û civîna sêalî ya li Îsraîlê diyar bû ku rûya siyaseta navneteweyî ya di derbarê Sûriyê û herêmê de ber bi hinek guherînên bingehîv ve diqulibe. Daxuyaniyên serok û berpirsên welatên nola Amerîka û Rûsyayê ên di derbarê aloziya Sûriyê de, di nav tayên xwe de amadebûna mewzîgirtineke nû nîşan didin. Ev hewldana guherîna nêzîkatiyan ku pala xwe didin komeke berjewendiyan ên li ser esasê “lihevkirina sedsalê”, wê di rojên pêş de rûyê aloziya herêmê û Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve bide vitilandin. Lê ev nayê wê wateyê ku dê aloziya welêt bi dawî bibe. Tam berovajî vê yekê, alozî wê derbasî qonaxeke nû bibe ku dê hinek “lîstikvanên” dembihurî li ser sehneya Sûriyê bên guhertin. Aliyên ku heya niha di nava kurtêlxwarî û ajantiyê de ne, êdî ber bi mirina fîzîkî ve diçin. Jixwe di malzarokatiya xwe de mirî bûn. Ji lew re hêman û avahiyên di bin navê muxalefet û rikberiyê de qebe û zû derketine, wê wek ku çawa derketine wisa jî biçin. Tişta ku bineyên wê xwe nespêrin rehendên civakî û çanda civaka ku qaşo temsîla wê dikin, bêguman wê wisa jî zûwa zûwa bimirin û wê hebûna wan jî nebe mewzûbehsa rûpelên dîrokî.
Geşedan, liv û tevgera li ser erdê teoriya guherîna helwestên siyasî isbat dikin. Her wiha dê bi vê guherînê re têkîliyên navneteweyî yên stratejîk ber bi şêweyekî nû ve biçin. Axaftina serokê Rûsya Pûtîn derbarê têkîliyên Tirkiyê-Rûsya de ku êdî ev têkîlî ber bi stratejîkbûnê ve diçin, diyar dike ku rûyê kirîza faşîzmê ya hindirîn wê bi dijminantiyên hê mezintir ji hebûna gelê Kurd re berê xwe bide itîfaqên derve yên bi Rûsyayê re. Di heman demê de daxuyaniyên wezîrê karê derve yê Rûsyayê Lavrov derbarê tevlîbûna Kurdan a Sûtişiyê û êrişên nijadperest ên di bin cillan de li ser Kurdan dike, carek din rûyê kirêt a siyaseta “lihevketî” ya Rûsyayê dide der. Rûsya her hewl daye li ser esasê parastina statuya rejîma Baas hebûna xwe meşrû bike û heyînên dîtir ne rewa bihesibîne. Li gorî wê meşrû’iyetê jî axa Sûriyê parçe parçe dike mijara bazara siyasî û bi dewleta faşîst a Tirkiyê re itîfaqan li ser hesabê gelan dike. Xeta ku ji Cerablus heya Idlibê tê, di encama van hesabên erzan ên Rûsyayê de jî hatine radestkirin. Pirsa ku em bikin ne ew e!. Pirsa ku em bikin ev e; Gelo Tirkiyeya ku heya niha bi siyasetên xwe yên dijminane ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çiqas sûd ji leystika li ser hevsengiyan wergirtiye? Aloziya wê bi YE re ku damara wê ya aborî ye, gelo dê bi van têkîliyên dualî çareser bibe? Her wiha mijara S-400 û F-35 eceba li gorî daxuyaniyên Erdogan ên ku ji aliyê wezareta karê derve yên Amerîkayê ve hatine derewkirin, wê mewziya stratejîk a Tirkiyê ber bi ku ve bibe? Dîsa mijara lêgerîna li Deryayê Spî, bertekên YE û piştgiriya ji çeteyên DAIŞ û HTŞ re wê rûyê desthilatdariya AKP û Erdogan ber bi ku ve badin? Ev hemû nîşaneyên guherîna stratejîk di siyaseta navneteweyî de diyar dikin. Tekez wê siyaseta navneteweyî li ser esasê kedîkirin û bêbandorkirina herdu fikrên radîkal ên Îran û Tirkiyê di herêmê de bê dîzayînkirin. Jidestdayiyê herî mezin jî wê faşîzma Tirk be.





