Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Başur Komkujiyên Artêşa Tirk

04/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Piştî darbeya 12ê Îlonê tevgera azadiya kurd PKK li derveyî bakûrê Kurdistan di warê siyasî û îdolojîk de birêxistin dibû.

Di heman demê de dîsa li hin kampa, perwerdehiya leşkerî jî dihat dayin.

Dewleta tirk jî di nav liv û tevgeran de bû. Ji bo pêşîgirtina vê tevgerê di destpêkê de bi hikumeta Baas ya Iraqê re hevdîtin pêkanî.

Di zivistana  sala 1983an de di navbera Tirkiyê û Iraqê de peymana ewlekariyê û hevkariyê hat îmzekirin. Di vê peymanê de biryarek ku hatibû girtin jî, biryara operasyonên di nav axa Iraqê de bû.

Di vê peymanê de destûra, herdû dewlet 10 km bikaribin bikevin sînorê hevdû, hatibû dayin.

Her roj ji hin balefirxaneyên artêşê,  balefirên şer yên bombebarkirî  radibûn û berê xwe didan çiyayê Kurdistan.

Di hedefa wan de ne bi tenê gerîlla, di heman demê de xweza û heremên sivîl jî hebûn. Gûnd dihatin bombekirin, daristan dihatin şewitandin, ajal dihatin telef kirin. Bi rojan duman û alav ji daristanên Kurdistan bilind dibûn.

Sal derbasbên gavek diha pêşve çûn, erişî sivîlan kirin. Gund hatin bombebaran kirin û sivîl hatin qetilkirin.

Wan dixwest ew gund û mezrayên sivîl yên li der dora Qendîlênin, werin valakirin. Û jib o vê yekê jî dest bi operasyonên hewayî kirin.

Yekem komkujî di sala 1993an de li heremê Bradost pêkhat. Di encama vê komkujiyê de 17 kes şehîd ketin û hin kes jî birîndarbûn.

Di navbera sala 1996 û 1997an de dewleta tirk bi piştgiriya PDKê erişî çend navçeyên başurê Kurdistan kir çend sivîl li hewlêr çend kes jî li heremê şivantî dikirin hatin qetil kirin.

Roja  15ê Tebaxa sala 2000 erişî gelên ji eşîran Herkî li herema çîyayê Kendekolî bû kirin., Di encama vê bombebaranê de 40 kesên sivîl şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn. Gelek ji vaan kesan jin û zarok bûn.

Di 21´ê Tebaxê de balefirên şer 30 kîlometre zêdetir dûrî ‘sînore’ Bakurê Kurdistanê, wesayîtekî sivîl ya li ser rêya Kortek-Ranyayê nêzî  gundê Bolê hedef girt û bi roket û bombeyên wesaît perçe kir. Ew roj li Kortekê 7 kesên ji heman malbatê, bûn hedefa balefirên şer yên artêşa tirk.

Çar sal piştî komkujiya Kortek ev car adresa komkujiyê li herema Qendîl, li gundê Zargelî bû. Di 1ê Tebaxa 2015an de di encama erişa balefirên dewleta gelek kes jiyana xwe ji destdan.

Sal 2018, meha Adarê anjî Newroz bû di encama bombebarana dewleta Tirk de 3 kes şehîd bûn.

Sal 2018, 14ê meha Mijdarê dewleta Tirkiyê gundê Erdanî ku girêdayî herema Amedê ye bombebaran kirencam 7 sivîl hatin qetilkirin.

Sal  2018, 15ê Tîrmehê xeberek komkujiyê ji Şengalê hat. Di encama vê sûikastê de Endamê Kordînasyona Civaka Ezîdiyan Mam Zekî Şengalî şehîd bû.

Sal 2018, 12 Mijdarê de balefirên  dewleta Tirk wargehê Mexmûr bombebaran kir. Di encama vê bombebaranê de 4 kes şehîd bûn.

Sal 2019, 21ê meha Çile dewleta Tirkiyê li Derelûk 4 sivîl şehîdxist. Hin kes jî birîndarbûn.

Balafirên şer ên Tirk di 26’ê Hezîranê bombe li qada Goşîne ya herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin û sivîlek qetil kirin sê sivîl jî birîndar kirin.

27’ê Hezîranê danê êvarî li çiyayê Kortek ê Binarê Qendîlê komkujiyek pêk hat. Balafirên şer ên artêşa Tirk li çiyayê Kortek ê Binarê Qendîlê wesayîtên sivîlan bombardiman kirin.Di encama bombardimanê de ji heman malbatê 3 sivîl şehîd bûn û 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Ev kesên sivîl yên li benda alîkarî û xwedî derketina hukumeta herêma Kurdistan bûn, bi tenê mabûn. Tu kes li wan xwedî derneket. Birînên xwe, êşên xwe, bi xwe derman kirin. Gelek caran berxwedan. Ji bo vala derxistina dagirkeriya Kurdistan, ji mal û ware xwe derneketin. Lê dîsa jî hin kes ji ber van operasyon û  erişan  dema zerarek mezin dîtin, dest bi koçberiyê kirin.

50 sal derbas bû sînorên Herêma Kurdîstanê bûye qada êrîşên dewletên Îran û Tirkiyê. Ev bombebaran û topbaran bûn sedemê valakirina 400 gundî. Bi sedan kes heta niha hatinin kuştin û bi hezeran kes jî perîşan bûn.

Ji sala 1993an ji komkujiya yekem hetanî roja me li gor arşîvan 160 kesên sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatinin şehîd kirin.

Li aliyek komkujî û li aliyê dinan jî berxwedana û israra gelên heremê ya terknekirina axa xwe, hênjî didome.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.