Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

213 sale operasyonên tirkan dewam dikin

04/07/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
213 sale operasyonên tirkan dewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN  

Ji serhildana Mîr Evdrehmanê Babanî yê 1806’an vir ve 213 sale operasyonên desthilatdariyên tirk yên li dijî civaka kurd berdewam dikin. Armanc, talan, wêran û tunekirina civaka kurd e, armanc, Kurdistanê bikin Tirkîstan.

Di van operasyonên xwe yên sed salan de di kirêtî û gemariyê de pîvan nas nekirin. Dema ku mijar kurd be kuştin, qirkirin, talan, wêran, binpêkirina pîvanên mirovahiyê û pêkanîna kiryarên bêexalq ji xwe re rewa dîtin. Li gel hemû bêpîvaniyên xwe dema ku di qada şer de nekaribûne kurdan têk bibin dest avêtine xeta îxanetê ya hezar salan.

Di pêvajoya hemû serhildanan de xeta îxanetkar wekî şûrekî zengarî her tim bûye amûrê destê dakirkeran û di pişt de di dilê kurdê berxwedêr de hatiye çikandin. Bi wê şûrê zengarî bira bi destê bira dane kuştin, bira bi destê bira têk birine, bira bi destê bira tasfiye kirine. Dema ku vana hemûyan têr nekiriye bi dek û dolabên xwe yên kirêt ên hezar salan, bi soz û bextên xwe yên derewîn di şexsê serok û rêberan de teslîm girtin û tasfiyekirin li ser civaka kurd dane ferzkirin.

Em operasyonên sed salan li milekî bihêlin, tenê yên 40 salên dawînên li ber çavên me pêk hatine bi dehan carî têrî dikin ku em hişmendiya desthilatdariya tirk a qirker a dijî kurd bêşik û bêgûman fêm bikin.

Ji 15’ê tebaxa 1984’an vir ve dewleta tirk her sal bi dehan operasyon pêk anîn. Ji bo operasyonên xwe bi tirs û xof û mezin nîşan bidin tu navên sosret û tirtire nemane ku li operasyonê xwe yên hov nekiribin. Tu teknîka herî pêşketî û rêbazên kirêt nemane ku di van operasyonên xwe de bi kar neanîbin. Xeynî operasyonên leşkerî yên xuyayî operasyonên nexuyayî yên ku serçeteyên wekî Mehmet Agar bi devê xwe li xwe mikûr dihatin bi hezaran bûn.

Lê dewleta tirk li gel bi hezaran operasyonên xwe yên kirêt û kiryarên xwe yên hov ên bê pîvan nekarî li dijî berxwedêrên kurd biserkeve. Nekarî qedera têkçûnê ya nebixêr careke din li ser Kurdan bide ferzkirin û careke din hêviya azadiyê bişikîne. Di 40 salên dawînde yên ku di şerê xwe yê kirêt yê dijî kurd de israr kirin hemû yek bi yek çûn sergoya dîrokê û navê wan jî nayên bibîranîn. Lê Tevgera Azadiya Kurd sal bi sal berxwedana xwe bilind kir û hêza xwe xurtir kir. Niha li çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata navîn hêza sereke û diyarde ye.

Wekî ku tê zanîn ji 28’ê Sibata 2015’yan vir ve hikumeta AKP’ê jî li dijî civaka Kurd şereke topyekûnê bê pîvan daye destpêkirin. Hemû rê û rêbazên ku bi dehan caran hatine ceribandin û encam negirtine bi destê AKP’ê bi awayek nûjenkirî careke din tên ceribandin. Operasyon li ser operasyonan tên lidarxistin. Wezîrên AKP’ê jî wekî rayedarên hikumetên beriya xwe ji berxwedana kurd re temen diyar dikirin. Di sala 2017’an de wezirê karê hundir di got“piştî 1’ê nîsanê dê tu kes qala berxwedana kurd neke”Lê niha em di tîrmeha 2019’an de ne û li çarparçeyên Kurdistanê Kurd bi berxwedaneke bêhempa li berxwe didin û hemû cîhan qala berxwedêriya wan dike. Roj bi roj serkeftin li ser serkeftinên xwe zêde dikin. Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat hemû bûye qada berxwedana kurd. Roja ku agahiya derb xwarina hêzên dewletên dagirker neyê tune ye.

Desthilatdariya Erdogan û Bahçelî ya faşîst ji hêla leşkerî û ji hêla siyasî ve bi têkçûyineke mezin re rûbirû ye. Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’adarê ketine tatêla berdewama desthilatdariya xwe. Ew jî wekî yên beriya xwe domdariya desthilatdariya xwe di teslîmgirtin, tasfiyekirin û tunekirina civaka kurd de dibînin. Lewre di vî şêrê xwe yê topyekûn de ji Efrînê hetanî Xakûrkê ji bo dagirkirinê, talankirinê, wêrankirinê û guhertina demografiyê çi ji destên wan tê dikin. Herî gefên tund, dijwar û bê exlaq li kurdan dixwînin. Armanc li çarparçeyê Kurdistanê tunekirina hemû destkeftiyên civaka Kurd ên 40 salên dawînin.

Dixwazin wekî her carî careke din bi hevkariya kurdê îxanetkar vî aramanca xwe ya nebixêr pêk bînin. Dixwazin careke din bira bi destê bira bidin kuştin, bira bi destê bira têk bibin, bira bi destê bira tasfiye bikin û hêvîya civaka kurd a azadiyê careke din taloqê demeke ne diyar bikin. Wisa xwiya dike ku PDK’ê careke din ew erka nebixêr girtiye ser milê xwe û bûye şûra zengarî ya destê dakirker ku her carî di dilê civaka kurd de tê çikandin.

Rayedarên AKP’jî wekî yên beriya xwe di xefleteke mezin de ne. Bêguman hesabên wanên şaş wê careke din ji çiyayên Kurdistanê vegerin. Dîrok û pratîka 213 salî, bi taybet jî ya 40 salên dawîn ku me çavdêrî jê re kiriye nîşan dide ku li Kurdistanê operasyon encam nagrin. Heke AKP di vî şerî de israr bike wê aqûbeta wê jî ji yên beriya wê cudatir nebe û di demeke kinde wê biçe sergoya dîrokê. Dema ku ew herin sergoya dîrokê kurdên hevkarên wê gelo wê çibikin? Wê karibin hesabê îxaneta xwe ya giran bidin 40 milyon kurdî?

Feylozofê alman Albert Einstein wiha dibêje; “Kesên ku her tim heman râbazî bikar bînin û her carî li benda encamên cuda bin ahmeqin”

Hewceye êdî li ser erdnîgariya Kurdistanê rêbaza ku hetanî niha nehatiye ceribandin bê ceribandin. Ew jî li ser hîmên aştî, biratî û wekheviye nasîna îradeya kurde.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.