Evîn HESEN
Cegerxwîn ku hem stûneke wêjeyî, siyasî hem jî ji bo demekê dînî ye, weke krîza di takekesiya kurdekî rewşenbîr ê sedsalê ye, ku di vê coxrafyaya netewedewletan de bê hestiyê piştê, xwestiye li ser nigan bimîne, helbestên siyasî, evînî û felsefî nivîsîne. Helbesta Cegerxwîn ji wêjeya kurdî ya klasîk bi taybetî ya tesewifî şikestineke epîstemolojîk e û wî li ser bingeheke civakî û polîtîk helbest nivîsîne.
Mijara lêgerîna şopên têkiliyên desthilatdariyê yên di helbestên Cegerxwîn de ne, bi tekûzkirin û şîrovekirina têkiliyên desthilatdariyê ku di hin waran de rengvedanên wê çê bûne, hatine pêşkêşkirin. Bi awayekî ber biçav hatine dîtin ku cûr be cûr mohra xwe li helbestên Cegerxwîn xistine. Çesipandina vê yekê bi çend encamên sereke ev in:
1- Çawa ku wêjeya neteweyî di pêvajoya netewebûnê de xwedî cihekî taybet e, helbesta Cegerxwîn jî di heman çarçoveyê de roleke girîng lîstiye.
2-Di têkiliya Cegerxwîn û Marksîzmê de ku yek ji wan diyardeyan e û bandor li fikirê wî kiriye, dikare bê gotin ku ji Marksîstekî teorîk bêtir Marksîstekî pratîk e û ji bilî çend têgehên weke “proleter”, “karker”, “cotkar” “burcuwazî” di gencîneya wî ya peyvan de, têgehên ku termînolojiya Marksîst diyar bikin tune ne.
3-Ji bilî têkiliyên rasterast ên desthilatdaiyê, gelek cureyên têkiliyên nerasterast jî renvedana xwe dane helbestên Cegerxwîn ku wekî;mîmarî, dînitî û bi kar anîna nerast jî rawaya fermanî ye.
4-Di helbestên evînî de, têkiliyên desthilatdariyê bi awayekî xurt peyda bûne, ku evîneke îdeolojîk e û di xizmeta avakirina netewtiyê de ye.
Mebesta me ji vê nirxandinê, nirxandin û şîrovekirina têkiliyên desthilatdaiyê ne ku rengvedana xwe dane helbestên Cegerxwîn. Çawa ku li gorî nêrîna Foucault jî têkiliyên desthilatdariyê li her derê hene û ji her derê dizên, di hostetiya Cegerxwîn de jî ev yek derbasdar e.





