Medenî FERHO
Dijmin her dem xwestiye gelê Kurd ji pêşerojan, ji pêşeng, rewşenbîr, dîrok û çanda wî qut bike. Ev doktrîna meteryalîzmê ye û civakan dike lîstika xwe. Vê jî wek hişmendiya pêşketî nîşan dide.
Eger li hemberî bûyerên li Kurdistanê, cîhana mirov bikevê nava agirekî geş, dilê mirov bişewite, xewn û xeyalên mirov yên azadiyê şiyar bibin, ew mirov dikare di dîrokê de cih bigire.
Bengî Haco, ev rastî ye, di kategotiya bûyerên rojane de bi nivîsên xwe, di nava KNKê de bi pratîka xwe kar dikir. Mixabin dom nekir, nexweş ket û çû ser dilovaniya xwe.
Her mirov bi serê xwe macerayek e, lê Dr. Bengî, macereya malbatê ye. Malbat rastî gelek spekulasyonan hat, (kesên qirêj derkevin jî) navê Haco û welatparêziyê ligel hev e.
Rastiyekê eşkere bikim: Mala Osman, ji Zaxo ne, bavê wan Hozan Beg e, kurê wî Homan e, kurê wî Mahmud e, kurê wî Silêman e, kurê wî Osman e, kurê wî Haco I e!…
Bengî Haco, Ji Hozan Beg û vir ve nifşê 12mîn e, ji Haco I û vir ve nifşê 7mîn e. 12 nifş in, ava malbatê û dagirkerên Kurdistanê di yek cokê de ne herikî ye û berdêl jî dane, hatine parçe kirin.
Min di sala 1993an de, li Stembolê Bengî nas kir. Piştî berxwedana Bagokê (1926) de û tixubê mayinkirî malbat ji hev dûr ket. Ev destîniya cografya Kurdistanê bû û hê jî dewam dike. Her êrîşa dijmin, têgihiştin û fîlozofiya civaka Kurd jî parçekiriye.
Bengî Zanîngeha Tibbê dixwend, ligel birayê xwe Celal, li taxa Samatya rûdiniştin. Ez jî bûme mevanê wan. Em biçûkê wî bûn, ne dixwest em, di nava qîr û teşqeleyên bajarê Stembolê de winda bibin.
Digot: “Stembol bi serê xwe felaketek e, divê ev felaket wê têk nebe, wê tuj bike, bi paşerojên we re, bi civaka we re bêhtir girêbide.” Ciwanên li ber bayê felaketa Stembolê ketibûn mînak didan.
Bu doktor û çû Rojava, lê rejîma BAASê zext û zor dijwar kir, pêşeng û rewşenbîrên Kurd hedef girtin. Bengî jî koçî Swêdê kir…
Cîhan dizivîre, destîniya cografya mirov jî bandorê li mirov dike. Piştî demeke dirêj, ez jî mecbûr mam werim Ewropa. Nivîsa min ya yekemîn di Nudem de derket, pêşî Bengî, dîtinên xwe anîne ziman, got: “bila nivîsên te, di kesayeta te de, li ser civaka te bin.”
Van gotinan ez birim Samatya, digot: “Ji bo min diplome mercê yekemîn e, lê ne her tişt e, eger diplome nebê bingeha “munewerti”ya min, wê bibe amurekî bazirganî, ez vê naxwazim!…”
Piştî çend salan, em di KNKê de hatin cem hev. Min got; “di têkoşîna azadiyê de, dive di nifşan de qutbûn çênebe… Azadî, keybanûya li darîstanê razayî ye û li bendeyî mîrzadeyê xwe ye!..”. Bengî di nava beşûşiyê de got; “Bi pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd, ciwanên Kurd teva bûne mîrzadeyên ku dixwazin keybanûya azadiyê ji xewa nava darîstana tarî rizgar bikin. Em jî di nav de ne.” Ev mikurhatina karê part-tîme bû.
Dîse di civîneke KNKê de axivî û got; “Aktorê siyasetê aqilê mirov e, Kurdan ev aqil zemt kiriye. Birêz Ocalan serkeşiya vî aqilî kir û dike, divê em jî siyasetê, ji destê zordestan, ji derewan rizgar bikin.”
Bengî, “fetîş karekterê dijmin”, baş nas kiribû. Ji Haco I. ku, di sala 1837 (!)an de li Midyadê, ji aliyê Begendî Paşayê Osmanî ve hate kuştin; di çil salên ku dijmin bi “fetîşe xwînê” haraket dike, bi gotinên “dijmin dijmin e, qenc û xerabê wan dîse dijmin e” bi nav dikirin.
Em, di dawiya xewneke bi kabûs de ne, mixabin Bengî zindî bi beşûşiya şahlewendî ne çû herêma xweseriya demokratîk….





