Gulîstan XALID
Ev derew derewa kêye? Min di nivîsa xwe ya derbasbûyî de ev pirs kiribû û min gotibû ezê li bersiva vê pirsê bigerim. Derewa hişmendiya desthilatdariya pergala mêrê bê bext e. Her ku ev hişmendî xwe bi sazî kir, civak ewqa parçe kir û ji nirxên wê yên civakbûyînê dûrxist. Pergala desthilatdar ji bo ku civak bixe, hertim durûşmeya pê tevgeriyaye ev bûye: “destpêkê li jinê bixînin”. Xistina jinê bû xistina civakê. Jiber ku hêzbûyîna civakê bi hêzbûyîna jinê ve weke goşt û neynûk bi hevdu ve hertim girêdayî bûye. Îro jî em dibînin ev pergal bi qilifa sermayedariyê li ser jin û civakê lîstokên pir qirêj dide meşandin. Bi bazarkirina her perçeyek ji bedena jinê, civakê jî mehkumê fikrandinekî ajoyî dike. Jinê bi vê mebestê pêşkêş dike. Di dil xwe de herî serdema ku ji xwe re dibêje ez nirx didim mafên mirov û azadiya jinê, lê di esas de ew heman pergala rahib û şemana ye ku dixwaze bi formekî nû xwe li ser civakê serwer bike.
Tê zanîn kû şîdeta yekemîn jî li ser jinê pêşket. Di tekoşîna ku di navbera Înana û Enkî de piştî ku bi vegerandinekî serkeftî ji aliyê Înana ve hate çêkirin, îcar jî plansaziyekî nu ku şidet bikaranîn jî di hindirê vê pîlanê de hebûye, ji aliyê şemanan ve hate çêkirin û bi Marduk dan pêk anîn. Bi awayekî pir bi êş bedena Tiyamat parçekirin. Ev şîdet di kesayeta jinê de, lê di heman demê de li ser civakê hate bi kar anîn.
Ji pirsa ‘jineke çawa, mêrekî çawa û civakeke çawa?’ Ji bo ku em bigihîjin bersiveke rast, berî her tiştî ji pirsa miroveke/î çawa divê ku em rast bersiva wê bidin. Ji ber di cewhera mirovbûyînê de, exlaq û wijdanekî rast ku wî/wê dike xwedî rêgezên jiyana li ser bingeha dad û wekheviyê, veşartiye. Di lêgera azadiyê de cihê koletiyê tineye, ne xwe dide perçiqandin û ne jî diperçiqîne.
Xwezaya mirov ya zayendî cudahiyên xwe hebe jî, ev nabe sedemeke mequl ku zayendperestiyê pêşbixe. Ev wek dewlemendî û xweşikbûna jiyanê ye. Mirovbûyîn bixwe yekîtiya çalekî, hest û fikr e. Ji xwe şermkirin, yan ji hev şermkirin, eyb, guneh û peyvên hwd, peyvên desthilatdariyê ne ku wekî amûrekê ji bo eyba xwe pê binuximîne, dide bikar anîn. Vê eyba xwe herî zêde bi tewanbarkirina jinê vedişêre. Ev hişmendiya ku di her civakekê de bi rêbazên cuda, dibe sedema qirkirina jinê, qirkirina mirovatiyê ye. Feraseta civaka zayendperest bixwe jî qirkirina çanda civaka xwezayî ye ku bi rengê jinê xwe bi rêxistin dikir. Ji bo wê em îro hîn baştir têdigihîjin ku pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka jinê ye, ew pirsgirêka civakê bi giştî ye. Heta ev pirsgirêk ji aliyê mêr ve hîn kûrtir tê jiyankirin. Qet nebe jin nakokî li hemberî koletiya ku têde jiyan dike û tekoşîna azadiyê weke pêwîstiyeke sereke dibîne ji bo xwe. Lê zilam desthilatdariya xwe weke cudahiyeke xwezayî dibîne. Ev jî têgihiştinekî ji heqîqetê pir dûr e. Yê ku jinê dike kole û zilam dike desthilatdar heman hişmendiya desthilatdariyê ye. Ev her du rewş jî ne tenê mirov li hemberî xwe biyanî dike, di heman demê de li hemberî tevahiya rastiyan dike xwedî mêzandinekî çewit û şaş. Jibo wê şîrovekirinekî rast û bi wêrekî ji vê hişmendiyê re hewce dike. Ger em îro li ser çareseriya vê pirsgirêkê nîqaş dikin, em ji bîr nekin ku dahurandineke rast dibe nîvê çareseriyê. Her analîzeke bi hêz ku bizîvire çalakî û sekna jiyanê, dibe hilweşîna hêdî hêdî ya pergala civaka zayendperest, heya têgihiştina heqîqeta meseleyan her cûreyên perestiya jî hildiweşîne….





