Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîsa çanda şoreşê

29/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Beriya vê gotarê min dîsa du gotarên din li ser çanda şoreşê nivîsandibû. Guhertina çandî ji pirsgirêkên herî girîng ên şoreşê ye, ji bo wê li ser sekinadin pir girînge. Destkeftiyên siyasî û leşkerî yên di Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriye de gelek mezinin. Her çiqas aştî û çareseriyî di Sûriye de nebe jî, lê ew destkeftiyên hatî bidestxistin wateyek mezin dide. Dibe ku êrîşên ji derve çêbibin, lê dê çawa bi dawî bibe. Di encam çi dibe bila bibe, yên xewdî li destkeftiyên şoreşê derkeve û biparêze gele. Eger ku gel xwedî li destkeftiyên xew dernekeve, dê winda bibe. Riya yekane ku şoreş dînamîk bimîne gelemperî ye. Avahiyên nû bi materyalên kevin re ava nabe. Civakek nû nikare bi pêvajoyê û hişmendiya kevin re afrîner pêşbikeve. Ji xwe di dema rejîma Baas de, Kurd ji nedîtîve dihatin. Kar û xebatên dihate kirin bidizî bû. Ji ber vê yekê nekarîbûn civakê hemuyan himbêz bikin. Netewên Ereb û beşek ji netewên din yên civakê dibin desthilatdariya statakî de bûn. Sîstema rêveberiya navendî hate saz kirin. Bi destpêka şerê navxweyî li Sûriye, kurdan xwe rêxistin kir û xeta sêyemîn hilbijartin. Bi têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê re hemû netew bi hevre di cografiya mezin xwe bi rêxistin kirin û bi rêve birin. Pergala hînkirin û perwerdehyiyê dane runiştandin. Tevî pêşveçûnên mezin, çandek demokratîk û şoreşgerî tevahiya civakê himbêz nekir. Bi rê û rêbazan rêveberî hate avakirin û her ku xebat dihatin meşandin û damezrandin, her diçû civak divegriya jiyana xweyî asayî. Di milê rêvebrina xebat û xizmetguzariyê de her li bendawariya Rêvebriyê diman. Komîn û Meclisên hatî avakirin, ne li gorî ermanca hatî xwestin çalakin. Bi gelemperî, Rêvebriya xweseriya bakurê Sûriye, ne li gorî kevneşopî û sîstema dewletê tê birêvebrin. Bi awayekî xwezayî, guhertineke civakî û rêxistinên demokrasî divê serkeftî be. Lêbelê, ger di civakê de veguherîna demokrasî û şoreşgerî avanebe, dê şoreş jî negihêje ermanca xwe. Divê civak ji wan kevneşopiyên xwe yên ku her tiştî li bendwariya dewletê bihêlin, dev jê berdin. Ji ber vê yekê, divê sistema nu hemî herem û qadên civakî himbêz bike. Girînge ku guhertin di milê jiyanî û hişmendî de çêbibe. Ne gengaze ku di riya çareseriyên demkî de, civakek nû bi çada şoreşgerî ava bikin. Beriya her tiştî divê hêza cewherî esas bê girtin. Divê hêz û afrîneriya civakê bêne xuyakirin, her wiha hêz û enerjiya civakê bikeve tevgerê. Civak çavkaniya her tiştî ye. Lewra pêwîste ku em hêz û çareseriyê li wir bigerin. Civaka ku mahkumî buroyên hikumetê bibe, nikare ne destkeftiyên şoreşê bi parêze û ne jî sud ji hêza civakê bigre. Yek ji navgehên herî bingehîn yên avahiyên civakî malbate. Malbat di nav civakên Rojhilata Navîn de saziyek girîng e. Li welatên kapîtalîzmê malbat hatin biçûkirin û belav bûne. Ger ku guhertineke di civakê de cêbibe, pêwîste ji malbata destpê bike. Divê çanda demokrasiyê di malbatê de bê teqezkirin. Gelekî girîng e ku jin çalak bike û tevlî civakê bikin, her wiha vê li ser perwerdehiya zarokan jî bikin. Ji bo pêşveçûna tendrustiya kesayetî pêwîste ku jîngeha demokratîk ava bibe. Divê çanda xwendinê bê afirandin û di her malekê de pirtûkxane hebe. Girînge dezgehên çapamaniyê civakê teşwîqê xwendinê bikin. Pêwîste di nav civakê de çanda diyarî ya pirtûkan bê afirnadin. Divê mijarên gutubêj û nîqaşkirinê di pirtûxaneyan de ferehetir bikin. Ger ku bajêr û kolan ne paqij bin, divê civak li xwe veger. Li şûna ku her tişt li benda şaredarî û rêvebriyê bihêlin, girînge bi komîn û hawîrdorê xwe re rêxistin bikin û tevegr bikin. Beriya her tiştî gemarê neavêjin rastan û wan kesên ku tavêjin hişyar bikin. Heke her kes ber mala xwe paqij bike, dê bajar paqij bimîne û ji wê pirsgirêkê xilas dibin. Ev taybetmendiyên jiyanî, rêxistinkirin û hestiyariya xwezayî wê bandorek erênî li rêveberiyan bike ku tevgerek baştirîn bikin. Hin caran heye, da ku mirov guhertinek mezin çêbike, pêwîst nake ku tiştên meizn bike. Bi mîlyonan kes anjî mirov taybetmendiyên jiyanî biguherîne û bi baldar be, mirov dê bibîne ku guhetinek balkêş çêbûye. Têgihiştina azadiyê pir girînge. Kesên ku ji bo azadiya dilsoz tunene nikarin armancên mezin çêbike. Her tişt ne madî ye. Mirov dikare di nav belengazî, carinan di nav tengahiyan de dijîn, lê belê kesê xwedî hişemdiya azadiyê, jiyana koletiyê qebul nake. Civakek demokratîk, encex di riya rêvebriyek û hawîrdorek demokartîk de ava bibe. Şoreşa Çandî wê her demê di rojevên me ya serkê de bimîne.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.