Idrîs HENAN
Peyamên Rêber Ocalan ên pêşniyarên çareseriya aloziya Sûriyê, kirîzên li Tirkiyê û pirsgirêkên li Kurdistan û herêmê bandorek erênî li prosese siyasî li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û li herêmê kiriye. Carek din isbat bû ku kilîtên çareseriya aloziya li herêmê rû daye li Îmraliyê ne. Dîsa tevî ku faşîzm çiqas hîle, dek û dolaban bike, li beramberî berxwedana Rêber Ocalan bi bin ketiye ku bi sernizmî berê xwe daye Îmraliyê. Vê yekê di heman demê de rê li ber serdanên diplomatîk ên di asta bilind de ji Rojavayê Kurdistanê re vekiriye. Hemû dewletên hevpeyman niha berê wan li Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha Şoreşa Rojava bi sekna xwe ya demokratîk ku pala xwe daye dahûrandinên Rêber APO roj bi roj isbat dike ku şoreşa rasteqîn a gelên Sûriyê ye. Bi serketina li dijî terora DAIŞ û piştevanên wê re diyar bû ku nûnerê hêviya gelên Sûriyê û hemû gelên bindest e. Ji lew re jî faşîzma Tirk, piştî dagirkirina Efrînê rojane êrîşî Şehbayê dike û piştevaniya çeteyên li Idlib, Hema û Laziqiyê dike. Li kêleka van êrîşan hewldana parçekirina axa Sûriyê û lêkirina dîwar li aliyê Şêrewa dewam dike. Li hindirê Efrînê jî rojane mirov tên kuştin, revandin, û derbiderkirin. Daristan û zeviyên zeytûnan tên şewitandin. Qirkirina çandî û guherîna demografîk bê navber dewame.
Faşîzma Tirk ji bona ku xeyalên xwe bibe serî û dagirkeriya xwe ji axa Sûriyê re mayînde bike, hîna jî li ser werîsê dualî ya Rûs û Amerîka dilîze. Lê pêşketinên şerê li Idlib, Hema û tengezariyên hundirîn ên bi bi binketina li Itsenbûlê re hê kûrtir bûne, diyar kirin ku êdî faşîzm gihaye keviyê xetimandinek jêneveger. Eger bi vê hişmendiya xwe ya ku li şûna çareseriyê aloziyan diafirîne re israr bike, têkçûna wê jî muheqeq dibe.
Şerê li Idlib û Hemayê, piştgiriya ji çeteyên Îxwan Elmislimîn û Elqayîde re, nakokiya faşîzmê bi Rûsyayê re zêde kirine. Rûsya jî ta ku pirsgirêkên bloka NATO zêde bike, çavên xwe li ser kiryarên Tirkiyê li Şehba, Efrîn û destekdayîna wê ji çeteyên Elnusra li Idlib û Hemayê heya astekê girtiye. Lê diyare bi civîna li Israîlê re dê hinek itîfaqên nû li ser pêşeroja Sûriyê û herêmê derkevin ku wê bandorê li pozisyona herdu aliyên Îran û Tirkiyê bikin.
Perelelî van hemû pêşketin û rûdanan, li hemberî xeta faşîst û ixanetê li Başûrê Kurdistanê xeta şoreşgerî ya gelê me xwe dide der. Bi gurmkirina êrişên faşîzmê û bêdengiya rêveberiya başûr re, hêzên parastina xweser weke altirnatîv û qêrîna gelê me ya li hemberî stemkarî û destdirêjiyên faşîzmê, hatin avakirin. Nexwendina sirûda neteweyî, di bin sîwana êrişên faşîzmê de hilbijartina serokê herêmê û serok hikumet bi piştgiriya AKP, ragihandina hikumeta şer e. Herdu serdanên destpêkê yên Barzanî ji Bexda û Enqerê re, dilsoziya vê hikumetê bi êrişên faşîzma Tirk bi ser herêmên parastina medaya re diyar dikin. Ji lew re biryara gel a avakirina hêzên parastina xweser, li hemberî xeta ku xwe avêtiye hembêza dagirkeriyê, vîna gelan a azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ye. Berdewama xeta şoreşger a îradeya yekîtiya neteweyî ye. Sekna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku pala xwe daye hişmendiya Rêber Ocalan, çawa ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê faşîzm û alavên wê yên mîna DAIŞ û Elnusra têk dibe, tekez bi avakirina yekîtiya neteweyî re dê wê xetê li Başûrê Kurdistanê jî têk bibe. Di heman demê de wê ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk a gelan re li Rojhilata Navîn bibe bineya azadî û serxwebûna bi rûmet.





