Sîpan ŞÎNDA
Ez kî me? Ji kû tê me? Ezê kûve biçim? Ez aîdê kûderê me? Nasnama min çî ye? Gelo aîdiyet ango hesta aîdiyetê çî ye? Aîdiyet, pêdiviyeka derûnî ya di xweza mirovî de ye. Pêdiviya xwe qetek ji giştiyê dîtine. Rêgeza aîdiyetê ji bo mirovan pirr girîng e. Kesên kû ji vê pêdiviya aîdiyetê têr nebûne, hestên bêqîmetiyê, yên nehewandina di nava kom/civakê, tenêtî, kovîtî, kedî nebûna nava civakê, jiyîna jiyaneka di dinya xwe de û hwd dijîn. Nasnama mirovî di vir de pêstûriyê li ser aîdiyeta mirovî çêdike. Kes, her tim di bin pêstûriya nasnamê de li aîdiyeta xwe digere. Gelik caran nakokî û pevçûn di hundirê mirovî de li ser vê hestê derdikevin. Dema mirov li dera kû xwe aîdê wê dibîne disekine û di hişmendiya peywir û berpirsariyên xwe de be, civak xurt dibe. Hinga mirov ji dera kû mirov aîdê wê dişelipe û dûr dikeve, ev ji vediguhere kurmekî nexweşiyê. Mirov dikeve di nava valahiyekê de. Aîdiyeta erdekî, ya gundekî, ya bajarekî, ya malbatakî, ya komelekî, ya civakekî, ya welatekî… evên henê her yekê metaforeke kû mirov bikaribe pê bersiva aîdiyetê peyda bike. Çi tişta kû li ser rûyê erdê, di kaînatê de heyî her yekê aîdiyetek ya xwe heye. Mirov ji hakeza. Gelo hesta xwe di nava ahenga xwezayê de dîtin ji bû mirovan metaforek çawe ye? Xwedî lê derketin û xweyîtî lê kirin ji bû hesta aîdiyetê pirr girîng e. Bi vê sayê hebûn ji mezin dibe. Girêdan û zindî kirina hestên aîdiyetê, civakê mezin dike. Dema mirov aîdiyeta xwe winda dike, weke dareka rayên wê ji axê qut dibe lê tê. Êdî ew weke “qurmekî hişk e”. Hinga mirov aîdiyeta xwe winda dike, mirov her tim gêje û vedişewişe. Gêjîtî û veşewişîtî halê bêaîdiyetê ye. Hesta aîdiyetê mirovî ji ez-ezotiyê dûr dixe, hişmendiyeke hevbeş ava dike. Ev ji hişmendiyeka hevpar ya civakî derdixe holê. Kesên kû ev hesta aîdiyetê bi wan re nebe, kurmê berûxwetiyê di nava wan de şîn dibe. Ev yek ji di nava demê de pirsgirêkên derûnî bi kesan re çêdike. Di pergala globalîzmê de, aîdiyet li ser metafora nasnamê derdikeve pêş. Eva henê ji li ser kesan pêstûriya derûnî dike. Ez kî me? Ez aîdê kûderê me? Dema giraniya aîdiyetê li ser nasnamê hebe, eva henê ji xwedî lê derketin, girêdana kesan ya bi netew, çand, hizran ve derdixe pêş. Kesên kû li gor hestên aîdiyetê dilivin, girêdayî rêgez û nirxên ew gihandine. Lê kesên çi hestên aîdiyetê bi wan re nebin, çi girêdana wana ya bi jiyanê ve ji nîne. Aîdiyet hesteka kûr e. Mînak gelik kesên kû bi salane li sergumê, li welatên biyanî dijîn, hê ji xwe aîdê wan welatan, civakan, bajaran, çandan nabînin. Ew hêj ji welatê xwe qut nebûne. Qalikê wan her çend li welatên biyanî bin ji, bes dil û giyanê wan li welatê wa ye. Gelik kes di saxiya xwe de nikarin vegerin welatê xwe; ew kul û hesret dimîne di dilê wan de. Lê belê dikin wesêt, dibêjin dema em mirin termê me bibin dera em aîdê wê veşêrin. Aîdiyet eve.





