Ezîz Koyluoglu
Ragihandinên di asta cîhanê de weşan dikin, berî civîna dinavbera Rûsya, Amerîka û Îsraîl ya li Qudsê reklamek baş ji bo civînê kirin. Mijara civînê Sûriyê bû û çavê hemû hêzên li ser Sûriyê siyaset dikirin li vê civînê bû. Bi taybet Îran û Tirkiyê bibaldarî li benda encamê civînê bûn. Lê tişta hate xuya kirin, encama civîna sê alî ya li Qudsê xwestekê kes tam pêk neanî. Çinkî hêviyên hemû aliyan ji bo vê civînê cûda bûn. Lê cara yekemîn bibeşdarbûna Îsraîl civînek wiha lidarxistin û mijara sereke wek hebûna Îran nîşandan girîng bû. Çinkî çiqasa nakokiyên Rûsya, Amerîka-Îsraîl hebin jî di mijara hebûna Îran li Sûriyê nêzîkî hev diyarin. Lê diyar dibe ku mijar netenê Îran bûye û pêşeroja Sûriyê bûye rojevek sereke. Di pêşeroja Sûriyê de rol model jî, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye. Dervî wê herêmê hemû hêzên heremî dubarebûna berî yan jî xerabtirin.
Sûriyê cihê lihevkirin û şere. Ji destpêkê heta niha wiha ye. Ev him ji bo hêzên heremî him ji bo hêzên cîhanî wiha bû. Rûsya û Dewletê Yekbûyî Emerîka jî li gora ev rastiya Sûriyê tevgeriyan û siyaseta xwe diyar kirin. Rûsya jiber navenda wê ya leşkerî ya binavê Hememîn li Sûriyê bû, ji destpêka şerê navxwe yên Sûriyê beşek ji şer bû. Piştî DAIŞ xwe li Iraq û Sûriyê tevger kir, di 2014’an de Dewletê Yekbûyî Amerîka biberxwedana Kobanê ve destpêkê di hewayî û piştre jî di erdê de kete nava axa Sûriyê. Yên şerê wekaletê dimeşînin ne tenê Rûsya û Amerîka be jî, ev wek bidawî bûna şerê wekaletê hate binav kirin. Hebûna du hêzên cîhanê yên raqîb dinava Sûriyê de wek metirsiyek mezin dihat pênasekirin. Ji bo wê pêwîstiyek hebû Rûsya û Amerîka lihev bikin. Li hev kirina dinav bera her dû aliyan de di 2015’an li ser parvekirina rojhilatê çemê Firat û rojavayê çemê Firat’ê bû. Li gora ew peymana eşkere bû, Rûsya wê li rojavayê Firatê û Amerîka jî li rojhilatê Firatê bikaribe operasyonên leşkerî bike. Lê ev nedihat wetaya herdû alî jî birêya wekîlan li dijî hev şer nekin, ev hêj jî didome.
Peymana dinavbera Rûsya û Amerîka ya li ser parvekirina rojhilat û rojavayê Firatê li Minbic û piştre li Tepqa xerab bû. Rûsya dît ku ne birêya rejîma Sûriyê ne bixwe nikare li pêşiya vê rewşê bigre, tirsa dewleta Tirk ya li dijî Kurdan bikaranî û rê ji dewleta Tirk ya dagirker re vekir ku Cerablûs, Bab û Azaz dagir bike. Ev taktîka Rûsya li dijî Amerîka encam girt û dewleta Tirk jî ji nakokiyên her dû dewletan sûd girt.
Nakokiyên Rûsya û DYA çiqasa kûr dibû, dibe du dewletên li ser herêmê siyaset dikin sûd werdigrin, ew jî Tirkiyê û Îran e. Di heman demê de nêzîkbûna Rûsya û Amerîka li ser Sûriyê, hebûna Tirkiyê û Îran dixe nîqaşê. Armancê Rûsya û Amerîka yên emperyal hebin jî, wek dewleta ya dagirker hebûna gelan naxe nava metirsiyê. Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze li Sûriyê ligora siyaseta Birayê Misliman desthilatiyek bide avakirin. Îran jî dixwaze rejîma Sûriyê wek berê dewam bike. Ev her du dewlet jî ji bo gelan tiştek nû nabêjin, berovacî vê ji bo gelan pêşerojek tarî pêşkeş dikin.
Civîna li Qudsê ger dewam bike wê bibe formatek nû. Lê encamê dicivînê de eşkere bûn, wê Cenev ji nûve were zindî kirin. Rûsya naxwaze bitemamî Îran bide beramberî xwe, lê hebûna wê ya niha jî ji bo xwe baş nabîne. Îsraîl hemû siyaseta xwe li ser derxistina Îran tevger kiriye. DYA jî bi têkoşîna li dijî DAIŞ re Îran wek mertirsiya herî mezin dide diyar kirin. siyaseta Îran ya li dervî axa xwe şerê xwe meşandin, rol dilîze. Derxistina Îran ji Sûriyê wiha hesan nîne û ev bicivînan nabe. Xeteriya mezin li ser Sûriyê Tirkiyê ye. Wê ev bi demê re hinek din jî eşkere bibe.





