Mihemed ŞAHÎN
Têkçûyina 31’ê adarê di 23’ê hezîranê de bû hezîmet.
Di hilbijartinên Stenbolê de li dijî tekparêziyê xeta HDP’ê ya sêyemîn a ku tifaqa hemû deng û rengan esas digre cara duyemîn bi ser ket.
Dewleta osmanî piştî destpêka pêvajoya qelsbûyinê di serdema xwe ya dawîn de ji pergala rêveberiyên xwecihî vegeriya pergala rêveberiya navendî ya tund. Ji bo xurtkirin û serwerkirina rêveberiya xwe ya navendî di serî de mudaxaleya xweseriya civaka kurd kir. Dixwest otorîteya xwe ya navendî ya tekparêz li ser civaka kurd bide ferzkirin.
Civaka kurd ji neolîtîkê vir ve li ser erdnîgariya Kurdistanê xeynî jiyanek xweser jiyanek din tu carî qebûl nekiriye. Her çiqasî dem bi dem di bin serweriya fars û ereban de mabin jî her tim bi jiyana xwe ya pergala xweseriyê ve girêdayî jiyaye. Piştî tifaqa kurd û tirk ê şerê Ebexê yê 1514’an şûnve bi qasî 300 salî di bin serweriya osmaniyan de jî xweser jiya bû. Lewre ne pêkan bû mudaxaleya dewleta osmanî ya li ser jiyana xwe ya xweser qebûl bike û li ber wan çong bide.
Li dijî mudaxaleya osmaniyan a apergala xweseriyê bersîva yekemîn di bin pêşengiya Mîr Evdrehmanê Babanî de di sala 1806’an de li Silêmaniyê ji eşîra Baban hat. Ji wê salê virve ye kurd li dijî desthilatdariya navendî û hişmendiya tekparêz li ber xwe didin. Ji wê rojê vir ve ye civaka kurd bi berxwedana xwe ya bê hempa di polîtîkayên dewleta tirk ên derve û hundir de diyarkere.
Kurdên ku ji ber zext û zordarî û qirkirinên dewleta tirk ji neçariyê welatê xwe yê qedîm terikandine û berê xwe dane bajarê Stenbolê bi helwesta xwe ya berxwdêr di hilbijartinan de siyaseta komara Tirkiyeyê ya hundirîn diyar dikin. Tenê siyasetê diyar nakin di heman demî de bi pêşengiya xwe ya bi rûmet rê û rêbazên berxwedanê nîşanê hemû civakên Tirkiyeyê didin, hêvî û bendewariyan bi civakên dinre diafirînin, desthilatdaran diguherînin û ji bo rojên xweş pêvajoyên nû didin destpêkirin.
Bê guman û bê nîqaş di têkçûyina eniya faşîst a 31’ê adarê û hezîmeta 23’ê hezîranê de rola sereke ya civaka kurd e. Çavkaniya sekn û biryardariya civaka kurd, çavkaniya vîn û baweriya civaka kurd paradîgamaya Rêberê Gelê Kurd a birêz Ocalan e. Mirov dikare bibêje ku ya li Stenbolê serketiye paradîgmaya birêz Ocalan bi xwe ye.
Wekî ku tê zanîn HDP wekî projeya birêz Ocalan li dijî hişmendiyên tekparêz û statukoparêz li ser xeta sêyemîn weke sêwana hemû reng û dengan hat damezirandin. Dema ku em li tifaqa Stenbolê ya li dijî tifaqa Cumhûr a faşîst dinêhirin em bihevrebûna hemû reng û dengan dibînin. Em bihevrebûna hemû nasnemeyên etnîkî dibînin. Li dijî hişmendiya faşîst a tekparêz di bin navê tifaqa Stenbolê de em serkeftina xeta sêyemîn a aştî û azadîxwaz dibînin. Em di bin pêşengiya HDP’ê de serkeftina paradîgmaya birêz Ocalan dibînin.
Piştî çalakiya Gezî yê ya 2013’an cara duyemîn di tifaqa Stenbolê de me dît ku tu pirsgirêka civakan a hatina gel hevûdu tune ye. Hevûdu redkirin û nehezimkirin tune ye. Çepgir, rastgir, olperest, nîjadperest û hemû nasnameyên etnîkî bê fikar dikarin bên gel hevûdu û dikarin bihevre têbikoşin. Ev ji bo dahatûya Tirkiyeyê daneyên gelek girîng dixwe de dihewîne.
Ji çalakiya Geziyê û ji tifaqa Stenbolê ev encam derdikeve holê. Yê ku di nava civakan de nakokiyan diafirîne, aştî û aramiya civakan tune dike û nahêle civak nêzikê hevûdu bibin, yê ku civakan parçe parçe dike û dike dijberê hevûdu û bi hevûdu dide qirkirin hişmendiya çanda dewletê ya 5 hezar salan bixwe ye. Hişmendiya desthilatdariyên tekparêz bi xwe ye.
Hewceye hemû derûdorên çepgir, demokrat û mirovhez vaya baş bibînin û civakan nehêlin di bin însafa hişmendiya tekparêz de. Çareserî di birêxistinkirin û xurtkirina xeta sêyemîn de ye.
Di serkeftina tifaqa Stenbolê de careke din mîsoger bû ku berxwedana civaka kurd a li dijî hişmendiya dewletê ya tekparêz tenê ne ji bo xwe ye. Civaka tirk jî di navde ji bo azadî û wekheviya hemû civakên Anatolya û Mezopotamyayê kurd li berxwe didin. Ji ber wê ye ku hişmendiya tekparêz hebûn û serkeftina xwe di teslîm girtin û tinekirina civaka kurd de dibîne.
Çewa civaka kurd di tifaqa Stenbolê de berpirsiyariya xwe ya li hember hemû civakên Anatolya û Mezopotamyayê anî cih hewceye hemû civak jî li dijî êrîşên hişmendiya tekparêz li gel civaka kurd cih bigrin û berpirsyariya xwe ya li hember civaka kurd bînin cih.
Mifteya demokrasiye bi civaka kurd re ye. Azadiya hemû civakan di azadiya civaka kurd de veşartiye.
Tune hesibandin û tunekirina civak kurd tune hesibandin û tunekirina hemû civakan e. Hêvîdarim ev heqîqet êdî were fêmkirin.
Bi heviya ku Serkeftina Stenbole bibe destpêka pêvajoyeke nû.





