Farûk SAKIK
Di dîrokê de dakirkerên Kurdistan li hember serhildanên kurdan dema ku bi sernediketin, serî li siyasetek cûda didin: Xapandin.
Ev yek di serhildana Şêx Seîd de jî hat bikaranîn û biser jî ketin.
Serhildana Şex Seîd bi dawî bû. Şêx Seîd û gelek hevalên xwe dîl hatin girtin û ew anîn zîndana Amedê.
Ji bo darizandinê li Amedê, salona sinemayê ji bo dadgehê hatibû amadekirin. Li salonê kamerayekî sînemayê û ronahiyên mezin hatibûn bicîhkirin. Mahkeme ji serî ve dihat qeydkirin.
Li bajêr jî tedbîrên ewlekariyê hatibûn girtin. Hemû cadde û kolanên girîng ji alî leşkeran ve hatibû girtin. Ketina gundiyan ya bajêr hatibû qedexekirin.
Şêx Seîd û serekên din di hicreyan de bûn. Têkiliya wan bi hewre an jî bi malbatê wan re hatibû qutkirin. Ji bilî endamên dadgehê kesî nikaribû bi wan re têkilî danîna. Hukumetê talîmat dabû mahkemê, ku derfet nedin parastina siyasî. Li ser vê yekê dozger û endamên mahkemê ketibûn nav hewldanên qayilkirin, yanê xapandina serhildêran.
Dozger, ji Şêx Seîd re digot, ji bo girîngiya jiyana wî divê ew dûrî parastina siyasî bisekine û sozê namûsê daye Şêx Seîd, ku ew parastina siyasî neke wê cezayê îdamê negre.
Endamên dadgehê hemû serekên serhildanê qayil kiribûn ku di rûniştinên mahkemê de armanca serhildanê tenê bi motîvên olî û paşveanîna rejima padşahiya Osmanî ve girêbidin.
Serekên serhildanê jî bi soz û bextên dadgehê bawerkiribûn û di parastina xwe ya li hember mahkemê de, behsa motivên netewî nekiribûn. Bi vî awayî pirsgirêka Kurdistanê hatibû veşartin. Lê, Şêx Seîd di îfadeyên xwe yên Wartoyê de ku piştî girtinê dabû de armanca serhildanê wek ‘herî kêm Kurdistanekî otonom’ diyarkiribû.
Di pêvajoya darezandinê de endamên dadgehê li hember serekên serhildanê bihurmet bûn. Bi peyvên wek ‘birêz’ xîtabê wan dikirin. Ew kibariya wan heta roja îlankirina biryaran domkiribû. Bi vî awayî hemû tawanbaran di gotinên xwe yên dawîn de, daxwaza beraata xwe kiribûn.
Di 28ê Hazîranê de rûniştina dawîn çêbû. Dozger bi carekî ve helwesta xwe guhertibû. Di îdeanama dozger Ahmet Süreya de, naveroka serhildênê wek, ‘di bin perdeya olî de tevgera cudaxwazî’ hatibû tarîfkirin. Di îfadeyên kesên wek Binbaşı Kasım Beg de jî, armanca serhildanê wek ‘dazwaza damezrandina dewleteke Kurdî’ dihat binavkirin.
Ahmet Süreya yê ku sozê beraatê dabû serekên serhildanê, maskeya rûyê xwe avetibû û bi peyvên sar, ji serokê dadgehê kuştina Şêx Seîd û hevalên wî duxwest. Biryara dadgeha Tirk jî ji alî serokê mahkemê Mazhar Mufît ve hatibû xwendin: ‘Heryek ji we ji ber sedemekî rêberî kir, lê armanca we hemûyan serbixwebûna Kurdistanê bû.’
Di sehera Amedê de 47 rêwiyên mirinê li pey hev berê xwe dabûn sêpêyan. Dengê zincîr, pranga û selewatan tevlîhev bûbû. Feqî Hesen li peşiya hemûyan bû. Salih Begê Hênî ku ber bi mirinê ve dimeşiya, bang li hevalên xwe dikir: ‘Roj roja mêrxasa ye. Bila dostên me bi meşa me serbilind, dijminê me biqehir bin.’
Li meydana Derê Çiyê 47 sêpê li kêleka hev hatibû rêzkirin. Berbanga roja 29ê Hazîranê bû. Asîman vekirî bû, tîna germ ya rojê li ser Amedê belavbûbû. 47 cesedên serekê Kurd li kêlaka hev li sêpêyan daleqandî bû.
Gotinên dawîn yên Şêx Seîd wiha bû: ‘Ez hatim dawiya jiyana xwe ya vê cîhanê. Ez ne poşmanım ku ji bo netewa xwe dibim qurban. Bes ku torinên me, li hember dijmên rûyê me reş nekin.’
Îroj…..
Di hemû serhildanan de rejima Tirk li hember pêşengê kurdan her tim helwesta xwe ya xapandinê domand. Gelek caran biserket. Sal û dem derbasbûn torinên Şêx Seîd li hember dijmin rûyê wî reş nekirin. Îroj li hember tevgera azadiya Kurdistan hemû ceribandinê wan yê xapandinê bê encam man. Û li ser vê yekê vegeriyan di sala sala 1999’an de, di 29’ê Hezîranê de, di roja îdam kirina Şêx Seîd te, cezayê îdamê dane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan. Xwestin dîrokê dubare bikin. Lê ev komplo li Îmraliyê ji aliyê Ocalan ve vala hat derxistin.





