Evîn HESEN
Xebatên di der heqê Cegerxwîn de hatine kirin, dema gotar, nivîsên kovar û rojnameyan bê hesabkirin, dikare bê gotin ku sedan in. Lê mebest li vir, xebatên ku weke pirtûkeke, tezekê hatine amadekirin anku çapkirin. Dema bi vî çavî bê nêrin çend xebatên sereke yên di derbarê Cegerxwîn de, li gel mijara naveroka wan, bi kurtî bi vî awayî ne:
Ordîxanê Celîl, li ser Cegerxwîn pirtûkek nivîsiye ku navê wê yê resen“Poêzîya Cegerxwîne Bajarvaniyê” ye û di 1966`an de li Erîvanê bi herfên Kîrîlî çap bûye. Wergera wê ya Tirkî jî ji aliyê Edîp Polat ve bi navê “Cegerxwîn’ın Yaşamı ve Şiir Anlayışı” yanî jiyana Cegerxwîn û feraseta wî ya helbesê, hatiye kirin û di 2004an de hatiye çapkirin. Ew pirtûk li ser jînenîgarî, berhem û feraseta wî ya helbestê ponijî ye. Her wiha heman xebat bi navê “Şî’r û Şaristanî Cegerxwîn”li Dihokê ji aliyê weşanên Spîrêz ve bi Soranî ku wergera wê Îzedîn Mistefa Resul kiriye, di 2009an de çap bûye.
Yusuf Kaynak, di xebata xwe ya bi navê “Jînenîgariya Cegerxwîn û Berhemên wî”de ku li Holandayê, teza lîsansê bidawî kiriye, çawa ku ji navê wê jî diyar e, li ser jînenîgarî û naveroka berhemên wî xebitiye.
Newzad Ebdula Bamernî, di berhema xwe ya bi navê “Aydyolojya di Hozanên Cegerxwînî da”ku di eslê xwe de teza masterê ye, li ser têkiliya wêje, îdeolojî û rengvedana wê ya helbesta Cegerxwîn sekiniye.
Perwîn Reûf Hadî Doskî di berhema xwe ya bi navê “Hizra Navneteweyî û Rengvedana wê di Hozanên Nû ya Kurdî da (Cegerxwîn, Goran û Qedrîcan wek Nimûne”de li gel Goran û Qedrîcan, li ser rengvedana fikra navneteweyî ya helbesta Cegerxwîn sekiniye.
Di berhema “Jînenîgarî, Têkoşîn û Berhemdariya Cegerxwîn”de ku Davut Ozalp edîtoriya wê kiriye, cih daye deh gotarên cuda ku deh nivîskarên cuda tê de cih girtine û gotar bêtir li ser ziman, naverok û hêmayên helbestên wî ne.
Omer Faruk Yekdeş, di xebata xwe ya masterê ya bi navê “Nazım Hikmet ve Cegerxwin de Aşk Şiirinin İdeolojisi”, yanî helbest li gel Nazim Hikmet û Cegerxwîn bîrdoziya evînê ye, de li ser feraseta evîna di helbestên Cegerxwîn de, analîzên xurt kirine. Yekdeş di vê berhema çapnebûyî de ku li Zanîngeha Bîlkentê hatiye pêşkêşkirin, feraseta evînî ya Nazim Hîkmet û Cegerxwîn ku evîneke îdeolojîk e, rûber kiriye û bi hûrgulî sekiniye.
Bi vî awayî mirov têdigihêje ku Cegerxwîn her çiqas ne hew helbestvan e û di warê ziman, çîrok, çand û dîrokê de jî xwedî berhem û paşxaneyeke xurt be û di van waran de xwedî berhem be jî nasnameya wî ya ku ew kiriye Cegerxwîn helbestên wî ne. Helbestên wî ji bo bi sedan stran bûne kaniyeke bêdawî, ji bo stranbêjên kurd bûne gencîneya sereke.





