Medenî FERHO
Azadî, pêşî têgihiştin e, piştr e pratîk e.
Bûyer û pêşketinên dawî (berî hilbijartina Stembolê bi çend rojan), dane xuya kirin û Kurd têgihiştî ne, hêza pêşeng ya damokrasî ne; desthilatdariya Tirk jî, xapînokî ye û davikan vedide.
Têgihiştina Kurdan, îradeyek derxistiye holê, ev îrade, bi paradîgmeya sedsalê û pratîka berdêlên giranbiha, wek gorbihiştî Musa Anter got, “despêka dibin sifirê” de hatiye bidestxistin.
Azadî zanebûn e, li dijî destîniya zincîr û lele, li dijî gora betonî têkoşîn e. Zincîr û lele di dema Osmaniyan de hebû, gora betonî di dema komarê de hate çêkirin. Ev “vecd’a” zorê ye û têkiliya wê bi dekora dîrokê re nîne. Dîrokzan û sosyolog, dekora dîrokê cografya nîşan didin, mixabin dekora dîroka Turkî Îslam-Îttîhadiyan, derew, înkar, tunekirin û teqşele ye!..
Em li exlakê dîroka bi qewêtiyan hatiye nivîsandin napirsin; têkiliya dîrokê bi exlaq re hem heye, hem nîne. Eger hebe, edalet, hiquq û maf heye; eger nebe, qanuna şûr, top û barûdê heye.
Sîstema dewşirme, dîroka bê exlakiyê ye û destur nedan Kurd, bi mêjiyê xwe bifikirin. Xewn û xeyalên Kurdan kuştin.
Ji bo ku dekora dîrokê werê sererast kirin, divê dîrok bikevê bin lêpirsînê. Çend rojên berî hilbijartinên Stembolê jî, ev rastî derxiste holê. Mesaja Birêz Ocalan ya dawî, rastiyek ku kes nêzîk nabe eşkere kir. Ocalan got; “Têkiliyên Tirk û Kurdan beramberî hev e” û dewam dike, “Kurdan deriyê Anatolya, ji Malazgirtê ji Tirkan re vekir. Li Çaldiran û Mercîdabik, bi hevkariya Kurdan serketin bidestxistin û rê li ber wan vekirin.” Ev gotin têne wateya; têkilî, hevkarî, qencî yek alî çênabe!.. Dibêje; “divê heman arîkarî û derfet ji bo Kurdan jî çêbibe”. Ev gotin, lêpirsîna dîrokê ye!.. Dive ev mijar bi berfirehî werê nîqaş kirin. Piştî damezrandna komarê jî rayedarên dewşîrme xayintî li Kurdan kirin. Bi “vecd”a olî, tofan anîne serê Kurdan.
Nunerê faşîzma Ittîhadî Erdogan, AKP û MHPê, ji mijulahiya giyanê çêkirina felsefê dûr in. Ev jî kuştina utopya paşerojan e, tunekirina pêşketinan e. Piştî hevdîtinên bi saya greva birçîbûn û rojiya mirinê, eşkere bû ku, Ocalan, Kurd û Haraketa Azadiya Kurd hêza demokrasî ne, riya sêyemîn jî yekane çareserî ye…
Zihniyeta Ittîhad Terakî, ji bo riya sêyemîn têk bibe, rêbaza “nazi”yan bi kartîne. Erdogan jêrzemîn kirin firinên tunekirinê. Lê Erdogan û wewatên li dora wî, car din li Imralî kab berdane erdê… Ji bo ku rastiya li Imralî wajî bikin û wek davik û kemîn deynîn pêşiya Kurdan, derew û teşqele kirin.
Lê Kurd têgihiştî ne, wate û nirxên azadiyê naskirine, bi hişmendiya ku riya azadiyê, ji riyên normal cûdatir e haraket kirin, peyama Rêber Ocalan baş xwendin, xweş fêm kirin; guh nedane Îttîhadiyên dewşirme.
Lewma dibêjim, divê nivîskarên Kurd, bi rîtmek xwenaskirinê kar bikin, dîroka bi dekora cografya Kurdistanê xemilandî derbixin holê, di atlasê mêjiyê civakê de rastiyê bineqişînin.
Di sê rojên dawî yên hilbijartina Stembolê de; hate dîtin ku bêyî Birêz Ocalan, bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, bêyî biratî û hevkariyek dilsoz, krîzên li Tirkiyê çareser nabin. Hêza pêşeng ya demokrasî, wekheviya gelan, Kurd, HDPe, Haraketa Azadiya Kurd, paradîgmeya Ocalan e.
Lêpirsîna dîrokê ev e, têkoşîna ji bo rastiyê ye!… Ev jî wê civaka serwext, têgihiştî, bêhtir zana û xwedî îrade biafirîne; cîhanê jî, ji şaşiyên ku sed sal in têne kirin vegerîne. Kultur tenê edebiyat, tenê siyaset, tenê folklor nîne, kişûmat e, berhemê nifşan e, komkirina bi sedan sal e.
Divê her nivîksarên Kurd, di ronahiya meşaleyên serdemê de, bibin Ferhadê ku ji bo evînê çiya qulkirin.





