Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan xwe tavêje Îmraliyê

25/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Hilbijartinên Istanbolê bûye cihê bûyer û pêşveçûnên balkêş. Her kes merqa dike; Gelo Erdogan dê geva dawî bavêje? Ji ber ku wî hilbijartin da betalkirin, lê di nerînade hate xuyakirin ku Binalî di hilbijartinan bin ket. Istanbol ji bo Erdogan pirsgirêkek jiyan û mirin bû. Yê ku Istanbol winda bike, dê Tirkiyê jî winda bike.

Ya herî girîng, Erdogan bi hilbijartinan re naçe, ji bo ku bi ser bikeve wê riyan biger dê têgihiştina wî derbeyekê mezin bixwe. Erdogan Tirkiye xiste tengasiyet mezinde û dijberiya civakê kir. Partiyên mîna HDP, dijmin û terorîst diragihîne. Heta bi hinceta ku partiya CHP û partiya Baş xirab dibe, got talîmatên xwe ji Qendîl digrin. Lê belê, ew di 31’ê Adarê de rastî tevgerek netxmînkirî hat. Dema ku Kurd dengên xwe dane namzetên CHP’ê,  AKP’ê Ankara, Adana, Antalya, Mersin û Istanbol winda kir. Wan pêşniyaz kir ku ew bi tirsandin û zextkirina gel dê bi serbikevin, lê HDP bi tevgera xwe hemû lîstikên wan bûç kir. Di dawiyê de, AKP’ê ket nav çala heriyê de û hilbijartinê Stenbolê betal kir. Lê ev pêvajoyê li dijî AKP’ê bi hêdî hêdî ve hat pêşxistin, wiha Erdogan nema karîbû zêde biçe qadan. Ji ber piştî ku ji zimanê gefan zerar dît xwe sînordae kir, lê belê her di metirsiya windakirina hilbijartinan de bû. Erê, Erdogan dişewitî û gelek yên derdorên wî hêvî dikir ku ew tiştekî bike. Du roj ji hilbijartinan re mabû û Erdogan bombe teqand! Wî nameyek ji Îmraliyê girt! wî hêvî dikir ku wê rizgariya wî li Îmarliyê be!. Dema ku HDP û parêzer ne xwestin ku vê nameyê ji çapameniyê re ragihînin, Ajnsa Anadolu nameya Rêbertî di nîva şevê de wekî nûçeyek lezgîn da. Ev ne cara yekemîne ku ajansa Anadol nameya Rêbetî dike servîsa xwe. Wekî ku ev nebes bû. Erdogan derdikeve li ser ekranên TV’î û dibêje ku Ocalan guhdarî Qendîl û HDP’ê nake. Ew dibêje ku Ocalan gotiye “Di hilbijartinan de ne alîgir bin. Me naskir ku Erdogan yek ji hiskiriyê Ocalane! xwesteka desthilatdariyê wî gihand kuderê. Di heman demê de, Erdogan Efrînê dagîr dike û paqijiya etnîkî dike. Li aliyê din jî li seranserî Kurdistanê bombebaran dike û bajaran di hilweşîne. Li hêviya derfeta ye ku Rojava ji kurdan paqij bike. Di 24’ê Tîrmaha 2015’ê de bi hezran mirov jiyana xwe ji dest dan. Wî dest danî ser sed şaredariyên HDP’ê û kir qeyumê de. Namzetên ji parlamentoyê avêtin. Bi hezran kurd di girtîgehan dene.

Çawa partiyek ku bi desthilatdriyê ve girêdayî û hebûna wî bi desthilatdariyê hatiye nasîn, Çawa dikare dewletekî dibin desthilatdariya xwe de 5 salan şerê qirkirinê bide meşnadin. Ew artêşa dişîne Iraqê û Sûriyê. Partiya ku ewqas pere ji bo şer daye û di şer de bi ser nekeve wê dawiya wî çibe? Bêguman wan mîna van pirsan ji xwe nekirin. Wan bawer kirine ku kurdan tunebikin û gerîlla qirbikin. Niha Erdogan dît ku ewê desthilatdarî winda dike. Bi hêviya sûdgirtinê, ji bê çarî xwe avête Îmraliyê. Lêbelê, Îmralî ji wan re firsendek dîrokî pêşkêş kiri bû. Peymana Dolmabahçe, ji gel re hate ragihandin. Piştî wî hikûmet dê şandeya çavdêrên şandiba Îmraliyê û wê Rêber Apo şerê di navbera PKK û Tirkiyê bi dawî kiriba û pêvajoya aştiyê dest pê kiriba. PKK’ê jî Kongreya xwe lidixistina û ev veguherandiba biryar. Hemû

wisa zele bû. Lê Erdogan ragihand ku ew peymana şandeya Dolmabahçe nas nekiriye û masaya hevdîtinê hilweşand. Erdogan gotinên nijadperestî wekî kurd li himberî kurdê başûrê Îraqê û kurdistanê ne her di hilbijartinê 31’ê Adarê de dewam dike. Her tiştî girîngtir jî, ew deh bajarokên kurdî yên, Sûr û Cizîrê, li pêşiya çavê cîhan kire kavil. Wî bi hovane Efrîn dagîrkir û bi darê zorê niştecihên Efrînê yê resen derxist û şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin. Çawa kurd van kiryarana jibîr bike? Wekî din, Erdogan ev soz da ku wî çewtiyek kiriye û ji Kurdan re lêborîn nexwest. Ew serbilind bû, di dema jimarên kurd yên ku kuştine diragihand. Her kes dizane ku Erdogan nexweşê desthilatdariyê û pir pragmatîst e. Kes nemeya û Nizane ku ew zagon û rêgezan nasnake. Tu kesek hêviyên rêbazê exleqî û rastdariyê jê nakin. Lêbelê, Kurd di siyasetê de pir nezan nîne û hefzeya wan ji nedîtî ve dîtin nayê efu kirin. Kurd her roj cenazeyên zarokên xwe radikin. Ew cenazeyên zarokên wan nadin, direvînin û di şevek tarîde bi dizî bin ax dikin. Ew mezarên şehîdan hildiweşînin. Hesabên wan bi Kurdan re li vê dûnyayê neyê qedandin û li dûnyaya din jî rehet nahêlin. Pişt re jî diçe Îmraliyê û dibêjin me xilas bike, desthilatdariya me ji destê me diçe. Dema ku ew jî ne li gorî hesabên wî bû, got bibînin ”Qendîl û HDP’ê li APO guhdarî nakin” bang kir. Di 11’ê Gulana 2019’an de gotarek bi navê “Wê Îmralî Erdogan rizgar bike” nivîsandibû. Eşkereye ku heta Îmralî jî nikare Erdogan xilas bike. Erdogan hemû avantajên xwe windakirin û hêviyên wî nemaye. Niha mabûna wî di xeterê de ye!.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.