Qasim ENGÎN
Ev demeke em gotarên xwe li ser demokrasî, demokrasiya rasta rast, rola komûnan û meclîsa dinivîsînin. Wiha dixûyaye ku hêna emê gelek li ser demokrasî, kesayetiya demokrat û her wiha rol û rista komîn û endamên komîna jî binivîsînin. Dîsa emê çawa bikin ku di peywendiyên xwe de em desthilatdarî û tahakûm ango dewlet nûve ava nekin. Em rê nedin ku di bin navê demokrasî de heta xweseriya demokratîk de peywendiyên axa û maraba avanebin. Her wiha emê çawa bijîn ku berpirsiyarek rast di me de û di mirovên ku di derdorê me de û bi me re kar dikin, pêşbikeve.
Me di nivîseke xwe de; “Ger em Rêber Apo nîqaş dikin pêwîste em ewil qada derveyî dewlet ango civakê nîqaş bikin. Rastî jî ger jiyanek û civakek bê dewlet were rûnişkandin, evê bihêle ku di tevahî tekîliyên mirovî de guhertin werin jîn. Peywendiyên ku desthilatdarî avadikin, jîn nabin. Kesek xwe li ser yên din meztir nabîne, kesek bi çavek biçûk xwe nameyzîne, kesek ji yê din re heqaret nake û her wiha di civakek wiha de, deshilatdarî nayê afirandin. Berovajî di ciheke wiha de ya ku were afirandin jiyana hevbeş ango komîn e, jiyana kollektîf e. Cihê ku komîn hebe, li wê derê berpirsiyarî heye. Xwe li hember tevahî civaka xwe, heta mirovahî xwe berpirsiyar dîtin wê pêşbikeve. Cihê ku demokrasî lê heye mirovên xwe berpirsiyar dibînin henin. Cihên wiha de jî ne gengaz e ku, xemsarî û bêvîcdanî pêşbikeve. Cihêke wiha de ger mirovekî jêre alîkarî pêwîste, li kêleka wî/wê de yê ku destê xwe ji bo alîkarî dirêj bike yê her tim hebe” nivîsandibû.
Rêber Apo di hevdîtina xwe bi parêzeran xwe re ya bi dîroka 12 Hêzîranê de gotinên tam jî wek me li jor anîbûn ziman, lê hêna bi vekirî û balkeştir bi lêv kir.
”Kolanên Amedê bi serseriyan tijîbûne. Bila min bigirin ez li wê derê çopçîtî bikim. Ezê li kolanên Baxlar çopa kom bikim, di kolanan de bigerim, herkesî silav jî bikim. Yên ku silavên xwe bidin min jî ezê jî silavên wan bigirim. DI NAVA GEL DE JI BO GEL EZÊ XÎZMET BIKIM. Ez çi bibim bila ez bibim, ezê ji bo gelê xwe bikim. Ji bo wan, her tiştekî, karê herî biçûk jî bi cîdiyetekî ezê bikim.
Bîranînek min bi bavê min ya ku ez tucaran bîra nakim heye. Em çûbûn beraaf kirina nokan û bavê min di bin darêkê de rûnîştî bû. Dema ez çûm cem wî, ji min re gotinên wek; ”Tu çi karê xwe paqij kom dike” bi matmayî gotibû.”
Bêguman gotinên Rêber Apo tenê ev nînin. Di dewama gotinên xwe de; ” Mînak herkes dikare pêşa mala xwe paqij bike. Paqijî girîng e û ji bo her tiştî pêwîste. Ji kolanan re, ji bajaran re, ji mirovan re, ji siyasetê re jî pêwîste.”
Bêyî ku em dirêj bikin, di van gotinên Rêber Apo de; mîlîtanên wî, mirovên ku bi wî bawer dikin, dilxwazên wî û yên ku dixwazin bi wî re bimeşin pêwîste çawa jîn bikin diyare.
Demokrasî çanda xwe berpirsiyar dîtîne. Ji bo gel heta dawî bi feraseta demokratîk û dilnizm xebitîne. Di komîna xwe de -vahayek demokrasî -bi sekna dijî tekîliyên tahakûm û desthilatdarî avakirine.
Pirs ev e; em li ku derê van gotinanin?
Komînên ku em avadikin çiqasî li gora vê ferasete avabûne?
Û em çendî demokratin?





