Gulîstan Xalid
Belê, min di nivîsa xwe ya hefteya derbasbûyî de qala taybetmendiya civaka mirovatî ya ku em jê hatine, yanî mirovatiya ku bi aslê xwe ji turê “Homo Sapiens” tê, kiribû. Min gotibû ku civakbûyîna ku ev tûr çêkir hêza wê ya berdewamiyê û li ser piya mayînê derxiste hole. Ev civakbûyîn jî hinekî bi taybetmendiya jin ya fêrkirinê û dan û stendinê ve jî girêdayî bûye. Dema ku qala taybetmendiyê vê civakê tê kirin dibe ku ji me pir kesan weke şîroveyeke xeyalî jî bê, û dibe ku carna bi rastî jî em bi têgihiştineke pir saf û îdalîzekirî li vê demê dinerin. Lê ez vê yekê bawer dikim ku ew civak her çendî nebesiyên xwe, şaşîtiyên xwe hebin jî, qabiliyeta wê ya pêşketin û afirîneriyê hîn zêdetir bûye. Jiber dîrok şênbere. Hema em tenê di roja xwe ya îro de, li civaka gelê kurd û taybetmendiyên wê yê ku dijî temaşe bikin, emê binerin ku hin şîroveyên ji bo civaka dayiksalar tê kirin ne ewqes şaşin. Jiber bermahiyên vê civakê hîn jî di civaka me ya kurdan de, di jina kurd de şênberin. Hema em tenê li vê yekê binerin, em dibêjin ku civaka kurd bi salan di bin serweriyê, di bin mêtêngeriyê de jiyaye, carna em aliyê civaka xwe yê ku paqij maye jî rast şîrove nakin. Civaka me ger ewqes paşketîba, ruxmî hemû desthilatdariyên ku di ser re derbas bûye. Çawa bû ku dikarî ewqes bi lez di mijara nêrandina ji jinê re guhertinan çêbike, li du vê yekê muhqeq hikmetek heye. Ew jî binesaziya wê ya hişmendî, ruhî û civakiye. Koka wê bi xwe ye. Ez mînak civaka kurd didim, lê hin civakên din jî ku taybetmendiyên wê demê di nav xwe de dihewîne heye. Îja dema mirov li ser vê mijarê diponije pir caran ev pirs dikeve serê mirov: civak bi hezarê salan bi vî awayî jiyankir, gelo çi qewimî jiyan hate berovajîkirin? Jina ku civak li derdora xwe komdikir û birêve dibir, çi çêbû û çawa çêbû îro civak hebûna wê weke belayekê dibîne? Ev dîrok çawa li ser derewan hate avakirin ku ji wê civakê re pir kes weke civaka hovîtî ( îlkel komînal ) binav kirin? Ma hilweşîna exlaqê di mirovan de bi derewan dest pênake?… Li ser derewan ma çiqas komkijiyên jinan hate çêkirin, piştre jî ya civakan û gelan hatin pêşxistin!… çiqas jin mîna Hewaya ku jiber mereqa xwe ya zanebûnê (di mîtolojiyê de jiber fêkiya qedexe tê zanîn) hatin lanetkirin ji aliyên xwedayan ve (pergala mêrên desthilatdar). Çend Olombiya Dugeuis jiber qêrînên xwe yên azadiyê di guîtînê de serên wan hate jêkirin? Çend jin zindî hatin bin axkirin tenê jiber ku zayenda wan jinbûn. Çendî jin bi bêrhmî hatin şewitandin? çendî jin heta roja îro jî di bin navê namûsê de di bin bombebaranên keviran de têne qetilkirin. Ev derew derewa kêye? Ezê di nivîseke xwe ya din de hewil bidim li bersiva vê pirsê bigerim….





