Şêniyên Hecînê piştî rizgarkirin û arambûna herêmê li bajarokê xwe vedigerin. Meclisa bajarok jî bi hemû hêza xwe xizmetên sereke pêşkêşî gel dike. Meclisê di demeke kin de ji bo şêniyan ava vexwarinê peyda kir û gelek saziyên xizmetguzeriyê aktîf kirin.
Piştî rizgarkirina bajarokê Hecînê û gundewarên wê ku girêdayî rojhilatê Dêrozrê ye, şêniyan dest bi rêxistinkirina xwe di nav meclis û komînan de kir. Da ku li bajarok carek din jiyan geş bibe û aliyê xizmetguzariyê pêş bixin.
Di destpêka meha borî de li Hecînê Meclisa Gel hat avakirin. Têde gelek komîte hatin avakirin. Her komîteyek li gorî karê dikeve ser milê wê kar dike. Ev komîte evin; Komîteya xizmetguzeriyê, komîteya tenduristî, komîteya çandiniyê, komîteya lihevanînê, komîteya jin, komîteya perwerde û komîteya ciwanan. Her wiha 94 komîn li bajarok û gundewarê wê ava kirin.






