Idrîs HENAN
Civaka Kurd ji berê de dibêje; aqilê kurdan di çavan de ye, ger bi çavên xwe nebîne bawer nake. Dêmekî lazime kesayet bi xwe rûdan û qewimînan bijî. Derheqê Kurdan de jî gelên dîtir ên mîna Ermeniyan jî gotiye; aqilê kurdan ê duyemîn bigirin!. Ango; ji tecrubeya dîrokî ya vî gelê dilpak diyar dibe ku; ewqas ev gel hestiyare ku nekariye statuya xwe şênber bike. Bi amatoriya xwe ya niyetên pak ku jê re bûye jêderek êş û janê her bindest maye û rastî hemû cureyên asîmîlekirin, qirkirinên fîzîkî û çandî hatiye. Ji lewre di pêvajoya herikîna dîrokê de, tevî hemû qehremanî, fedekarî û merdiya xwe, di nava rûpelên dîrokê de bê par maye û ti kesî behsa lehengiya wî nekiriye. Jixwe her kesê ku niha bûye gel û miletekî xwedî statu, dizane ku bineya li ser sekiniye, di encama fedekariya mirovane ya keda vî gelî û gelên dîtir ên xwedî çanda resen e. Lê fena sê perperokên heqîqetê gelê me jî firîna xwe ya ber bi asoyên rastiyê ve ranewestandiye. Şoreş li pey şoreş, serhildan li pey serhildan, bê navber têkoşîn û fedekarî, bi sedhezaran cangorî û evdalên heqîqetê pêşkêşî hemû çand û şaristaniyên cîhanê kiriye. Her di oxira azadî û serxwebûnê de gelê pêşeng e. Ji ber vê jî di hemû qonaxên têkoşînê de xwedî satsyonên mirovî yên pêkve jiyanê ye. Li cihê ku li ber xwe dide, pêşengtiya hemû gelên bindest li cîhanê dike. Bi dehan aliyên ku îro li cîhanê belav bûne û bi beloqî behsa dîroka xwe dikin, bi xêre hevparbûna têkoşîna bi vî gelî re ye. Îro jî li ser hesabê termên vî gelî behsa statuya xwe ya nijadperest dikin. Ev jî bêbextî û tadeya dîroka ku bi destê neyaran bêye nivîsandin e.
Bê guman gelê me di berdêla mirovahiyê de xwedî eniyeke serbilind û spî ye. Lê di heman demê de, di encama dilpakiya ku ber bi qornaziya serdestan ve herikiye jî, li gelek pozisyonan him bûye amûr û destek û him jî bûye qurbanî. Lê bi gelemperî ti caran bindestî, stemkarî û sernizmî hezim nekiriye. Ji lewre jî bûye xwedî jimara mezin a serhildan û şoreşan. Bi gotineke din, gelê ku hemcêwiyê xwezayê ye, avakerê nirxên mirovahiyê ye, xwedî çanda binyad a bingeha mirovatiya îro ye, ti carî serîtewandinê û dagirkeriyan qebûl nake. Di oxira azadiya xwe de her bi tena xwe fedekariyên mezin kiriye û dike. Ji ber van xisletên şoreşgerî ku li gorî jêderên çandî û cografyayê hatine hûnandin, ji hemû aliyên ku xwestine bibin xwedî hêz û serwerî re bûye hedef. Her fikirîne ku; kî bikaribe têkoşîna vî gelî têk bibe û dagirkeriya xwe li ser ferz bike, wê bibe hêza têkneçûyî! Ger dîroka serdestan hinek nêzîkatiyên dostane nivîsandibe jî, tekez dek û dolabên bindestkirin û pişaftinê ne. Ger em tenê sed dused salan paşve vegerin, em ê van rastiyan baş fêm bikin. Hemû dewletên dagirkerên kurdistanê li ser esasê nêzîkatiyên baş ên derewker bi kurdan re li herêmê ava bûne. Çawa ku ava bûne jî, veguherîne dijminên herî kirêt ên li dijî hebûna vî gelî. Bi gotineke din, pêwîste em baş têbigihêjin ku ancax tenê yekîtiya me ya xwe dispêre pîvanên exlaqî ên çanda resen, dikare hebûna me rewa bike. Fikirînên berê yên ku pala xwe nadin misogeriya stastuyê, tekez wê encamên berê dubare bikin.





