Sîpan ŞÎNDA
Peyv, ango alavên bilêvkirina hest, û ramanên mirovan. Dema peyv dilerize, dil diquse, mejî gêj dibe, giyanê mirovî teng dibe. Dema peyv diherike, dil geş dibe, mejî vedibe, giyanê mirovî fireh dibe. Peyv, serdilê pênûsa helbestvan, dil evîniya dengbêjî, dermanê dilê evîndaran. Peyv, xurttirîn çeka nivîskar. Peyv, di jiyana mirovî de weke hilmê, nan û avê ye. Dema mirov bê peyv dimîne, mirov kerr û lal dibe, jiyan li mirovî teng dibe. Di jiyana mirovî de peyv weke yek ji hîmên kû ew jiyana xwe pê dide dûmandine. Gelik peyv hene di jiyana mirovî de mirov bi kar tîne, lê belê mirov ji aliyê watê de li ser wan peyvan nasekine. Lê çawe di jiyanê de her tiştek navek, wateyek ya xwe heye, her peyvekê ji wateyek ya xwe heye. Ji ber wê ye kû peyv dibin berdevkê dil, giyan û mejiyê mirovî. Wata peyvan, ji bo mirov bikaribe derdê dilê xwe baş bêje, girîng e. Gelik peyv hene mirov wata wana baş ji hev dernaxin. Dema mirov wata wan ji hev dernexe, mirov wana di şûna hevdû de dişixwilîne û ev yek him ji bû kesan him ji bû ziman tengaviyekê der têxe hole. Du peyvên kû di Kurdî de tên bikaranîn û carna gelik kes vana tevilhev dikin jê bawerî û rik e.
Bawerî; girêdana mirovan ya bi tiştinan yan ji kesinan ve ya ji dil e. Mirov dikare bêje ji roja mirovayî heyî heya niha bawerî ji heye. Bawerî, di jiyana mirovan de ji bû wana tişteka erêniye. Xwediyê baweriyê, ji çi tiştê, ji kesî bawer bike bila bike, ew wê baweriya xwe ji bû xwe û jiyana xwe girîng dibîne. Her çend mirovan di heyamên berê de ji tirsa xwe bawer kiribin ji, lê paşê ev tirs û xof veguheriye lêgerînekê. Gelik caran felaketên mezin di serê mirovahiyê de hatine. Ji ber wê, ji bûna mirov xwe ji felaketan biparêzin, heta ji wan hatiye baweriya xwe xurt kirine. Di baweriyê de mirov xwediyê armancekê ye. Bawerî tişteka bi plan e; hêvîyekê, gomanekê dide xwediyê xwe. Bawerî enerjiyeka erênî dide xwediyê xwe. Mînak, ew kesên bi mehan dikevin di rojiyê de, bê xwarin û vexwarin dimînin, baweriyeka bê hempa ye. Heke ne ji ber baweriyeka pirr xurt be, mirov nikarin demekî ewqas dirêj bê xwarin û vexwarin bijîn. Lê ew baweriya wan mirovan wana li ser piyan dihêle. Kesên kû oldarin ji, bi heman baweriyê heya taliya temenê xwe dijîn. Bawerî hêzê dide xwediyê xwe.
Rik; bi kurtasî mirov dikare bêje lingê xwe dana tehtê ye. Li hember derketina daxwaz, hîvî yan ji qedexeyên hina ne. Çi armanca rikûyîtiyê nîne. Xwediyê rikê (eks, inyad), bê armanc û plan e. Rikûyîtî, di jiyana mirovan de tişteka ne erêniye. ew him xwisarê dide xwediyê xwe him ji dide derdora wan. Dema yek dibêje, ‘ez ji rikê te de nakim’, ‘li min biye eks’, ev tiştên henê her tim di navbera mirovan dibe sedema devjenî û nexweşiyê. Bawerî xwediyê xwe pêjve dibe, rik xwediyê xwe vedimirîne. 20.06.2019





