Adnan MUSTAFA
Xakurkê herêmeke çiyayiye û dikeve sêkoşeya Iraq, Îran û Tirkiye. Xakurkê ji şerê cihanê duyemîn û vir de her gav malûvanî ji şer û pevçûnan re kiriye û bûye şahîdê gelek destan û efseneyên qehremanên Kurd. Di serî de pêşmergeyên ku sînga xwe dabûn ber gule û topên rêjîma Baas a Îraqê, vê herêmê şerên giran yên bi pêşengtiya pêşmergeyên YNK’ê û PDK’ê li dijî artêşa Îraqê jiyan kiriye. Dîsa Xakurkê êşa şerê dagirkeriya Îraq û Îran’ê ya di navbera salên 1980 -1988 an jiyan kiriye û rastî hemleyên mîna Enfal û koçberiya yên salên 1978, 1980 û 1988 an ya ji aliyê rêjîma dagirker a Baas hatiye. Her wiha herêma Xakurkê di dîroka tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêşnegîtiya PKK’ê jî xwedî girîngî û cihê pîroziyê ye. Çawa ku Xakurkê girîlayên yekemîn yê Kurdistanê hewandin, bi vê muhteşembûnê bûye cihê Egîdan û hêlîna pêngav 15’ê Tebaxê ya şerê çekdarî li Kurdistanê. Ji ber vê yekê herêma Xakurk çiqas ji bo başûrê Kurdistanê xwedî giringiyekê be, heman demê ji bo gelê Bakur û mirovên aştîxwez jî girîng û xwedî stiratejiyekî mezine.
Bêguman êrîşa dagirkeriya Tirk ya ku qaşo bi navkiriye “Pençe haraketi” ango tevgera pençeye, ne êrîşa yekemîne û ne jî ya dawiyê ye. Ev herêm ji sala 1983’an ve rastî topbaran, şewtadin û xirakirina erdnîgraiyê tê û her cara xwestine derbasî Xakurkê bibin rastî berxwedaneke bê hempa ya gerîllayên azadiyê hatiye. Şahîdê vê berxwedanê ne tenê Kurd û mirovahiya cihanê ye, her wiha her darek, kevirek û kaniyek û çemê Xakurkê ev yek dîtiye û jiyan kirî navên wê weke pîrpzbahiyekê li xwe kiriye. Geliyê Azadiyê, Buxaza Ş. Elî Dirêj, Şehîd Birîtan, Şehîd Ehmed û girê Şehîd derwêş sembolên di mejiyê mirovan de hatine neqişandine. Her yek ji van navên me anîne ziman bûne destan û efsaneyên qeheramaniyê ji bo civaka Kurdistanê û bûne kabûs û ketine dilê dijmin.
Divê çarçoveyê de dema mirov pêngava dagirkirina herêma Xakûrkê ya dawî dinêre, gerîlayên PKK’ê ango şervanên azadiyê li dijî mêtengeriya Tirk bi çalakiyên nimûneyî û fedayî destanan dinivîsîn. Bi van çalakiyên şervanên azadiyê yên li ser girê Lêlkan, boxaza Elîyê Dirêj, Girêk Kevûrtê û girê Şehîd Derwêş her roja ku derbas dibe rastiya faşîzma Tirk û mêtingeriya wî radixe ber piyan. Li ser mêtengeriya Tirk a li ser Xakurkê re 20 roj derbas bûn, her roj û her gav çapemeniya Tirk windahiyên qaşo yên gerîlayên PKK’ê ne didin ragihandinê û raya giştî pê dixapînin. Weke her car lewaziya artêşa dagirker û amûrên AKP’ê yên şerê taybet ketin dewrê û yek bi yek vala derdikevin. Weke mînak di çalakiyên Girê Şehîd Derwêş de dagirkeriya Tirk windahiyên xwe veşartin. Dîsan qaşo di serdegirtina li ser bajarê Colemêrgê de geîlayekî PKK’ê yê ku çalakiya 2016’an li bêşktaşa Îstenbolê li dijî polîsan kiriye hatiye girtin didin nîşandan. lê em bînin bîra xwe di wê demê de çapemeniya AKP’ê kuştiyên xwe veşartin û tenê du polîsên birîndar dabûn ragihandinê, gelo çima divê demê de û piştî sê salan û di dema êrîşên ser Xakurkê de van nûçeyan derbas dikin, ya balkêş û sûsret jî wîndahiyên xwe yên çalakiya bêşktaşê 48 kuştiyan didin û ji wan jî 36 polîsin. Bi vê yekê diyar dibe ku faşîzma Tirk ne tenê bi artêşa xwe û amûrên leşkerî di dewrê de ye, ji bo Sandroma xwe ya Xakurkê veşêre hemû rê û rêbaz xistine dewrê. Bi nûçeyên xwe yên derew û xapandinê dixweze civaka Tirk mutîveyî şerê li dijî gelê Kurd bike û ji aliyê dîve mêtingeriya li ser Xakurkê ya vê demê îstîsmara ji bo hilbijartina İstenbolê û veşartina têkçûna poîtîkaya faşîzane ye. Lewra hesabê sûkê û malê li hevnehat. Li cihê li dijî şervanê Azadiyê li Xakurkê serkeftin bi dest bixe, berovajî vê yekê her kêlî li dijî çalakiyên Şervanên HPG’ê Sandroma jiyan dike.





