Farûk SAKIK
Salên 80’î tîmên gerîla kom bi kom ji sînor derbas dibûn. Operasyon û êrişên dagirkeriyê ji bo pêşîlêgirtina vê liv û tevgera gerîla bû.
Di salên 90’î de ev rewş guherî. Di destpêka salên 1990’î, gerîla li aliyê Başûr, ji Heftanînê heta Xakurkê kamp ava kir, baregeh çêkir û lê bi cih bûn. Ew der kir baregeh. Gerîlla hewlda Botan û Behdînanê bike herêmên rizgarkirî.
Bi vê yekê re rewşeke cuda derkete holê û ji çalakiyên taktîkî yên rojane wêdetir, êdî ji bo gerîlla bingehek ji bo pêngavên startejîk afirî.
Di salên 91-92’an de li dijî qereqolên li van herêman serdegirtin û çalakiyên berfireh hatin pêkanîn. Hin qereqol bi temamî hatin rûxandin û ketin destê gerîla.
Fermandariya Giştî ya artêşê van çalakiyên gerîla yên li Bakur ku li ser bingeha vê bicihbûnê hatin kirin, weke gavên stratejîk bi nav kir. Dîsa operasyonên stratejîk a li dijî van çalakiyan plan kirin.
Di vê çarçoveyê de, ji Cotmeha 1992’an û pê ve li ser bingeha tifaqa Tirkiyê-PDK û YNK’ê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê dest pê kir. Di dîroka PKK’ê vî şerî bi navê ‘Şerê Başûr’ tê binavkirin
Di demek waha de rêveberiya li Başûrê Kurdistanê nû hatibû avakirin. Dewleta Tirk rêveberiya li Hewlêrê nas kir. Rêveberiya Hewlêrê jî qebûl kir ku li dijî PKK’ê bi her awayî destekê bide êrişên dewleta Tirk.”
Ji bo baregehên gerîla ji holê rakin, li Bakur hêzên artêşa Tirk û li Başûr jî bi hevkariya hêzên PDK’ê , dest bi êrişek stratejîk kirin.
Êriş ji bo tinekirina gerîlayên PKK’ê dest pê kirin, lê belê ji ber ku nekarîn vê bi ser bixînin, vê carê dest “bicihbûna” li Başûr kirin.
Êdî gav bi gav başûrê Kurdistanê ji hêla artêşa Tirk ve dahat dagirkirin. Piştî demekî Artêşa Tirk pirraniya hêzên xwe vekişand, lê belê hêzên xwe yên îstîxbaratê û hêzên taybet li hin herêmên di bin kontrola PDK’ê hişt.
Tankên ku sala 1992’an tenê ketin hundirê Heftanînê, sala 1997’an çûn heta Hewlêr, Diyana û hemû herêmên Başûrê Kurdistanê. Bi mehan li bajarokên Kurdistanê bi cih bûn, kontrola rê xistin destê xwe.
Di nav 25 salan de artêşa dewleta Tirkiyê li Başûrê Kurdistan gelek baregehên eskerî vekir. Li gor hin îstastîkan 5 hezar eskerên tirk li van bargehan hatinin bicîh kitrin. Giraniya bargehên Tirk li ser xeta tixûb hatinin rêzkirin. Ji rojhilat hetanî tixûbê rojava ev bargeh hatinin rêz kirin.
Bi taybet piştî referandûma 25ê Îlona sala 2017an ev erîşên wan diha zêde bûn.
Niha jî hemû êrîşên li Başûrê Kurdistanê yên li ser gerîlla bi kordîneya vana pêk tên. Gelek amûrên şer yên nû anîne li van baregehan û kordîneya vana hemû ji wan baregehan tê kirin. Her wiha îstîxbaratan kom dikin, li hemberî tevgera azadiyê bûne biryargehên şer li Başûrê Kurdistanê.
Saziyên ewlekariya Partiya Demokrata Kurdistan a Iraq, saziya Parastin a îstîxbaratê, şerekî îstîxbaratî li dijî gerîlla dane destpêkirin. Pir kesên ji gel bi taybet wezîfedar dikin.
Bi heman şêweyî dixwazin di derbarê pêşengê PKK de îstîxbaratan kom bikin. Îstîxbaratên kom dikin jî didin MÎT a Tirkan ango didin baregehên leşkerê Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê. Li gor van îstîxbaratan jî balafirên şer radibin û bombarduman dikin.
Gelek caran balefirên Tirk ji vêderê li ser herema Biradost, Xinêre û Qendîlê operasyonên hewayî pêktînin. Baregehên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne, şerên li hemberî gerîla ên li Qadên Parastinên Medyayê kordîne dikin.
Di sala 2019an de dewleta Tirk bi planek nû evcar li herêma Biradost bû. Li hin deverên Xakurkê leşker danîbû û ji bo ewlekariya van eskeran PDK di nobeda xiyanetê de bû.
Lojîstîk, îstixbarata ku didan dewleta Tirk qîmnekir, erişî gel dikirin ku ew jî piştgiriyiyê bidin dagirkeriyê.
Rêvebirên tevgera azadiyê heroj peyamê hişyariyê didan û digotin ev dagirkerî wê bi heremê Bradost sînorkirî nemîne wê di rojê pêşeroj de berê xwe bidin axa başûr hetanî Kerkûkê.
Lê dîroka xiyanetê xwe dubare dikir. Berjewendiyên wan li ser hemû nîrxên Kurdistan de bûn.





