Mihemed ŞAHÎN
23’ê hezîranê roja dubarekirina têkçûyina Erdogan e. Roja destpêka serejêrdbûna desthilatdariya Êrdogan û Bahçelî ya faşîst e.
Reîsê AKP’ê R.T.Erdogan di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê edarê de weke namzetê şaredarê 81 bajêr, 922 navçe û 397 bajarokan bi performanseke gelek bilind xebitî. Di rojê de li çendî bajêran çendî mitîng lidardixistin. Mînak, li bajarê Stenbolê di rojekî de 8 mitîng û ewqas jî civînên eywanan lidarxistin.
Reîsê AKP’ê li gel ked û xebata xwe ya bêhempa piştî 17 salan cara yekemîn bi têkçûyineke mezin re rû bi rû ma. Efsûneya wî ya netêkçûyinê tune bû, qarîzma ya wî ya debdebe serûbino bû. Piştî wê têkçûyinê hezimkirina windekirina bajarên seranserê herêma behra spî Antakya, Edene, Mêrsîn, Antalya û paytext Enqerê hinek hêsan û pêkan bû lê hezimkirina têkçûyina bajarê Stenbolê ji bo Reîsê AKP’ê qet û qet ne hêsan û nêpekan bû.
Yê ku herî zêde bi girîngiya windekirina bajarê Stenbolê dizaniya Reîs AKP’ê bixwe bû. Çend sal berê wî bi devê xwe gotibû “ yê ku li Stenbolê têk biçe li Tirkiyê têk diçe, yê ku Stenbolê winda bike Tirkiyê winda dike,”. Beriya hilbijartinên 31’adarê şirîkê Reîsê AKP’ê yê biçûk Bahçelî jî bal kişandibû ser giringiya 3 bajarên mezin û wiha gotibû “Heke Stenbol, Enqere û Îzmîr ji dest herin wê pergela serok dewletiyê bibe mijara niqaşê, heke li Kurdistanê qeyûm têk herin wê hilbijartin vegere referandûmê”
Di encamên hilbijartinên 31’ê adarê de tirs û xofa her du şirîkan hetibû cih. Li sê bajarên navborî û li Kurdistanê têk çûn. Ekrem Îmamoglu yê ku beriya namzetbûnê qet nedihat nasîn Reîsê AKP’ê yê ku bi saya hêz û qudreta dewletê 17 sale qet bi têkçûnê re rûbirû nemaye û qet bi tema têkçûnê nizane têk biribû. Piştî 17 salan cara yekemîn qarîzmaya Reîs bi erdê re kaş dibû. Hezimkirin û qebûlkirina wê têkçûnê ji bo Reîs û şirîkê wî yê biçûk nepêkan bû.
Her du şirîkan hewl dan bi zext û zordariyan, bi dek û dolaban encamên Stenbolê biguherînin û hindik be jî qarîzamaya Reîs ji erdê rakin. Bi qasê mehekî bi fêt û fiêlên xwe yên der hiqûqî û bê pîvan nehiştin encam werin diyarkirin. Lê hêza wan têr nekir encam biguherînin. Herî dawîn çare bi destê lijneya bilind a hilbijartinan di betalkirinê de dîtin.
Belê, hilbijartin dan betal kirin lê cesareta Reîsê AKP’ê û ya şirikê wî Bahçelî tune ye ku careke din derkevin pêşberê Îmamoglu. Her du şirîkên ku 24 saet mikrofon di detsê wan de bû û barebara wan bû digotin “beqeya welat ji dest diçe…, li vî welatî Kurdistan tune ye …, yên ku Kurdistanê dixwazin bila bi teqizin herin bakurê Iraqê…. û hwd.” bê deng bûne û qet naxwazin axaftinên wan ên beriya 31’ê adarê ku hişmendiya wan a faşîst didan der werin bibîranîn. Her du şirîkan Bînalî yê sefîl wekî bizina qurbanî avêtine qadê û xwe veşartine.
Bê guman sedemên wê hene. Dizanin ku wê li Stenbolê dubare têk herin. Dema ku dubare têk herin wê qarîzmaya wan a heyî jî tarûmar bibe û wê serejêrbûna desthilatdariya wan a faşîst dest pê bike. Lewre dixwazin têkçûyina duyemîn li ser milê Bînalî bihêlin û qarîzamaya Reîs ji têkçûyinê biparêzin û temenê desthilatdariya xwe hinek jî dirêj bikin.
Piştî 17 salan di bernameya TV de derxistina Bînalî ya pêşberê Îmamoglu jî di vê çarçovê de ye. Tiştê ku 17 sale Reîs cesaret nake bike bi Bînalî da kirin. Li gel ku dizaniyan Bînalî di avakirina hevoksaziyê de û di xwe îfadekirin û vegotinê de zehmetiyan dikşîne jî wî derxistin pêşberê Îmamoglu yê ku Reîs û şirikê xwe Bahçelî bixwe di 31’ê adarê de li hember wî têk çûbûn.
Ji vê saetê şûn ve ew çibikin jî bêfeyde ye. Edî nekarin tu kesî bixapînin. Hemû cîhan dizane ku hilbijartina Stenbolê di navbera Erdogan û Îmamoglu de pêk tê û di 23’ê yê hezîranê de yê ku dubare têk here wê ne Bînalî be wê Erdogan û eniya wî ya faşîst bi xwe be.
Bê guman têkçûyina duyemîn jî wekî yê yekemîn wê bi destê civaka kurd pêk were. Ez bawer dikim kurdên ku di 31’ê adarê de neçûne ser sindoqan û kurdên ku dengê xwe dane eniya Reîs a faşîst piştî hevokên Bînalî yên di bernameyê TV de anîn ziman wê careke din bifikirin û li xwe bizivirin.
Nexşerêya eniya faşîst a dijî kurd diyare û Bînalî bi awayeke zelal di bernameyê de anî ziman. Bînalî got “me Efrîn dagir kir, kurd qewirandin û ji bo guhertina demografiyê 500 hezar çete li Efrînê bi cih kirine, emê rojhilata Feratê jî dagir bikin, ji wêdêrê jî kurdan biqewirînin û ji bo guhertina demografiyê bi milyonan çete yên dest bixwîn li wir bi cih bikin”
Piştî van hevokan her denga ku ji Bînalî re here wê bê wateya erêkirina siyaseta wan a pîvan nenas û qirker a dijî kurd. Kurdekî xwedî wijdan, xwedî exlaq û xwedî pîvan nekare qirkirina civaka xwe erê bike. Lewre Kurd wê di 23’ê hezîranê de ji 31’ê adarê bêtir û bi hêrseke mezin biherikin ser sindoqan û di têkçûna eniya faşîst de rola sereke ya dîrokî bilîzin.
Jibîr nekin dubare têkçûyina wan wê bibe sedema zûtirîn çûna wan.





