Qasim ENGÎN
Her hebûnek di rastiya xwe de bindestî û serî tewandinê napêjirîne. Ev rastî di perçeyên herê biçûk yê xweza de jî wiha ye.
Mînak, di perçeyên binê atomê de, her perçeyek pêlek, frequenzek di wê manê de rengek, demek jîn kirina xwe û rolek xwe heye. Ger em bixwazin wê/wî perçeyê bixin nav kontrola xwe ev perçe vê napejirîne. Berovajî dema ew perçe pir zêde tengav bibe, wek em li teqîna atomî dibînin, diteqe. Bi kurtahî, her hebûnek di rastiya xwe koletî napejîrîne.
Mînakek dîtir ya baş nêzîk bûyînên çewt yên ku li hember zarokan tên kirine. Li hember zextên ku zarok rû bi rû dimînin, zarok bi bêdengî, bi xwe girtinê nava xwe, bi zimanê xwe derxistinê, bi ne kenîna xwe bersiv dide.
Dîsa, her nêzîkbûyînek çewt ya ku li hember jinekê tê kirin, bi şêweyekê dîtir ew jina bersiva xwe dide. Dixwaze bi neaxiftina xwe, dixwaze bi şewitandina xwe, dixwaze bi rika xwe dixwaze bi rengek dîtir ya refleksa xwe, ew jina teqez tola xwe bi şêweyekê digire.
Ev jî dixwaze bi zanebûn bibe an jî ne bi zanebûn bibe, her hebûnek ya ku tê binpê kirin, tê perçiqandin teqez bersiva xwe heye.
Em dûr neçin, bi dehan salan têkoşîna Kurdan li hember dagirgerî –ruxmî ewqas bedelên giran- rastiya xwe ev e. Dîsa ger îro li Sûrî bi hezaran mirov li hember rejîmê -bedelê xwe ewqas giran jî bibin- tekoşîn kirine û dikin, sedema xwe li hember zaxtên rejîmê bersiva wan e. Ger zext nebûna ewqas hewldanên hêzên hegemon ne gengaz bûn ku encam bigirin.
Bi kurtahî; hebûna xweza û hebûna civak-mirov azadîxwaze. Lê em bizanin ku yê ku rêya vê vebike û jîna azadî gêş bike jî demokrasiye. Ji ber ku demokrasî rêbaza xwe bi xwe rêvebirinê ye. Em bizanin li ku derê demokrasî kêm bibe, li wê derê tevlêbûyînek rast û tijî, bi coş û heyecan, û bi dilsozî û dilxwaziyek nabe.
Erê, hêbûn bi xwe demokratîk e. Cihê ku mirovek xwe bi vîna xwe ya azad îfade neke, ne gengaz e ku ew kes û ew civaka xwe bi çalak tevlê bike. Di cihek wiha ku zext heye de, heta rehê xwe kes û civak vê rastiyê hîs dikin.
Ger em bixwazin ku herkes bi çalak tevlê xebatên me, pergala me bibe pêwîste ku peywendiyên dewlet û dewletî li holê de werin rakirin. Berovajî peywendiyên dûrî desthilatdarî û dewlet werin pêşxistin. Ev jî wateya xwe naskirina her îradeyekêye. Li hember her vînekê rêz nîşan dayîne. Ev jî bi demokrasiya raste rast gengaz e.
Di rejîmên demokrasiya parlamenter de, rêgez ango prensîb ev e; ”Qendî ku gel ji dewletê bertek bigre dûr, lê qendî ku tevlîbûyînek demokratîk bike jî nêz nebe.”
Lê di demokrasiya ku xwe dispêre gel û rasta rast de, pêwîste gel di hemû mekanîzmayên biryar girtinê de teqez cihê xwe bigre. Di wê manêye de dibe ku cihê ku herî zêde demokrasî were pêk anîn gundin, komînin, meclisin. Lê; gundên ku, komînên ku, meclisên ku desthilatdarî û peywendiyên dewletê avanekin jî, encex bi demokrasiyek raste rast gengaz be.
Komîn û meclisên ku xwe li ber her tiştî welat de berpirsiyar dibînin, xwe li gorî wê rêxistin dikin û tevlîdibin, emniyeta herî pêş ya demokrasiya raste rast û emniyeta herî pêş ya parastina welatekî ne.
Di feraseta Rêber Apo de; pêwîste azadî, wekhevî, civakbûyîn û demokrasî were zêdekirin. Ger berovajî wê, peywendiyên desthilatî zêde dibin li wê derê de hinek tiştên ku ters û şaş diçin henin.





