Gulîstan XALİD
Mirovatî, ji destpêka hebûna xwe û heya roja me ya îro her di lêgerîna naskirina çavkaniya hebûna xwede bûye. Bi hezarê salan mîna zarokeke ku ji hawirdora xwe re bi mereqa naskirinê temaşe dike û şadibe jiyaye. Tevahî hebûnên li derdora xwe, mîna xwe zindî hîskiriye. Bê ku cudabûn nasbike an bîr bi vê ferasetê bibe, rêgeza jixwere çawa nêzîk dibe, ji hawirdora xwe re jî bi wî awayî nêzdibe. Ew hevoka ku dibêje “ya ku mirov dike mirov; fikre. An ya ku mirov ji heywan cûda dike fikr e.” bi yek car şaş nebejî, jibo pênasekirina mirov kêm dimîne. Mirovatî demên xwe yên herî dijwar di avabûna xwebûyînêde, yanî di demê civakbûyînê de jiyan kiriye. Dayika ku civak li derdora xwe kom dikir û ji wan re rêk û pêkên jiyanê yên destpêkê dida nasîn, bi hêza xwe ya afirîner û bi ked û zehmetiyên pir mezin, de civak de pîvanên civakbûyînê dida avakirin. Ger ku jiyana mirovê ku turê me jê tê, hetanî roja me ya îro hatiye û domkiriye, dibe ku deyîndarê vê rastîyê be. Ji ber ku civakbûyîn di jiyana mirovatî de xelasiyeke ji tunebûnê bûye. Di nava wan şart û mercên zahmet de mirov encax bi civaka xwe re dikarî xwe liser piyan bihişta. Pîvanê civakbûyînê jî ger ku nebûya, wê tiştekî ku civak li gel hevdu bihişta û di heman demê de li ser piyan bihişta, wê nebûya. Ji ber ku civakbûyin bi xwe, pîvana têkîliya kesayet bi civakê re û civak bi kesayet re li ser têgihişta jiyaneke hevpar pêk tê. Ya ku ev pîvan bi mirov û civakê da qezenckirin jî çanda jin ya xwedawendîtiyê bû. Gelek bermahiyên ku di roja me ya îro de ketine dest vê rastiyê îsbat dikin. Dema zarok dihatin dinyayê bi perwerdeya dayikê dibûn xwedî zanist û exlaqê pê re ji civaka xwere nêzîk bibe, jê dielimî. Di vê civakê de jiyan, dinava herikînekî pir bi lez de pêşdiket. Jiber ku di perwerdeya dayîkê de, serwerî, zexitkirin, talankirin û parçiqandin nebû. Bi awayekî xwezayî cihê ku ev taybetmendî lê nebin, her kes di jiyanê de dibe xwedî erk û rolê afirandinê.
Bê gûman fikr û raman jî bermahiyekî mirovatîyê ye. Lê tenê ev nebese jibo ku nasnameya xwe ya mirovbûyînê pêş bixe. Li gel vê exlaq û wijdanê azad a ku jiyana civakê di nav xwe de û bi zindiyên hawir dora xwe re dixe nava ahengekê û aramiyekê jî heye.
Dualîtiya jin û mêr wekî tevahî dualîteyên ku di gerdûnê de dijî, jibo hevdû tinekirin, yan înkarkirinê na, jibo hevdû temamkirinê hene. Ev dualîteya ku ji pêwîstîya jiyanê ya xwe berdewamkirinê tê, mîna ku her mirov vê rastiyê di dil û mêjiyê xwe de hîs bike, tevdigere. Zanebûna cewherî ya ku em pir bilêvdikin dibe ev be.
Mijar ewqes berferehe ku ezê nikaribim di nivîsekê de her tişta ku pê ve girêdayî binivisim, ji lewma min sernavê wê jî Ji deryayekê tenê çend dilop nivisand, di nivîseke xwe ya din de ezê hinek dilopên din li ser rûpelê bireşînim….





