Evîn HESEN
Di helbesta Cegerxwîn de daxwazên wî yî tevgerkirina gelê kurd û rakirina wan ya li ser piyan li hemberî zordestî û bin destiyê pir derdikeve. Ji lewma di şêwazê wî de carna weke hêrs û ferman dayîn derdikeve, ev jî mirov dikare bi “raweya fermanî” bi nav bike. Ev rawe hem di sernavên helbestan de hem jî di hundurê helbestan de pir hatiye bikaranîn. Ji ber ku ew helbestvanê pêvajoya xwesteka avakirina serxwebûn û azadiya netewa kurda ye. dibe ku mafê ferman di xwe de diye û loma jî ev rawe pir bi kar aniye. Loma geh dibêje, “Mele rabe”geh jî dibêje, “Kurdo serê xwe rake”û geh jî dibêje “ Bibe partîzanek bi rist û dirist”
Jixwe Cegerxwîn jî tiştên vedibêje, weke ayetan dibîne: “Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê kurd in, dê piştî me di civatan de bixwînin”. Di dîwana heftan de jî jixwe rasterast dibêje: “Rêber im-peyxember im, îlham ji ezmanê welat”262. Yanî pêxemberekî hêza xwe ne ji Xwedê lê ji welêt distîne. Dibe ji ber vê ye ku tim ji bo rizgariya welêt fermanan dibarîne û kedê dike.
Cegerxwîn di gelek helbestan de raweya fermanî bi kar aniye ku yek ji wan helbesta bi navê “Fala Qereçiyê”ye. Di vê helbestê de ji devê jina qereçî, wekî helbestvanekî weke fermandarê leşkerî, fermanan dibarîne:
“Bi yek can û dil û deng
Digel dijmin bikin ceng
Tev de bidin soza xwe
Zû bixwaz in doza xwe”
Di helbesta “Marşa Xortên Demokrat” de ku nivîsîna marşan bixwe jî tevgereke ya daxwaza ketina têkoşînê bi lêv dike ye û di hin pirtûkên xwe de beşek ji marşan veqetandiye, wiha dibêje:
“Bo bilindî herne pêş,
Xurt û rindî herne pêş
Şêrîn welat, rabin xebat
Tev serbilind, rabin”264
Di helbesta “Hawar Hewar” de raweya fermanî ji bo êrîşa dijmin hatiye bikaranîn:
“Hawar dikim
gund û eşîr
Bajarî û
Mîr û gizîr
Dijmin ne xur-
Te herne wa
Êrîş bikin
Sêncê ewa”
Fikra neteweyî ku di nivîsîna helbesta Cegerxwîn de bi rengvedanên fermanî ve dixuin, dikare bê gotin ku helwestên wî yê li beremberî dijminên wî û kurdeke ku têkoşîn nake an bê helweste li hemberî dijminê xwe, ya herî xurt e ku rengvedana xwe daye helbesta wî. Lewre fikra neteweyî di heman demê de fikra avakirina azadiya netewa kurdî, bi vê kontektsê ve girêdayî di helbesta wî de peyda bûne.





