Medenî FERHO
Her nivîskar pêşî xwe dike bin lêpirsînê, piştre dest bi nivîskariyê dike. Nivîskarî berpirsiyariyek giran û bi rîsk e!… Rîsk, ne tenê desthilatdarî ne, aborî ye, malbat e û dîrok e. Her pirtûk jî, nivîskarê xwe dike bin lêpirsînê.
Bi taybetî nivîskarên Kurd, divê xwe bixwe “di rexnekirinek teoriya utopyan” re derbas bikin. Ev ê, wan di aliyê kulturî û evînê de azad bike.
Azadiya kulturî, şiştin û paqijkirina ji kultura dagirkeren e; rizgarbûna ji evîndariya dijmin e, rizgarbûna jî “ezî” ye. Dema ku nivîskar, xwe ji van davikan rizgar kir, baregeha wî dibê gel.
Jiyan pirralî ye; civak, pêşketin, bûyer her dem têkildarî hev in û di aliyê cografîk, aborî û sosyolojîk de bandorê li paşerojan dikin. Nivîskar jî, divê di jiyana pirralî de, “diyalektîka ronîkirinê” be. Ev jî tê wateya “hiş û ramanê ronakbirî”. Hiş û ramanê ronakbîrî ji civata xwe, ji dîroka gelê xwe cûda nîne… Dubarê dikim, rewşenbîr-entelektuelên bê alî felc in!… Hiş ramanê ronîkirî, azad e û pêşangiya azadiy gel dike. Gelê nivîskar ne azad be, nivîskar jî, rewşenbîr jî ne azad in!…
Dîroka gelên li herêmê ji aliyê hêzên dagirker ve hatiye talankirin; berhem û belgeyên dîroka van gelan di senbdoqên polayî de, hem kilît kirine, hem jî bi bizmarên nalbendan (çar parsu) bizmar kirine. Dîrokên çêkirî derxistine holê, nirxandin û rexnekirinên teorîk jî qedexe kirine.
Ev qedexe, li cîhana îslamî “îdeala Muawiye” ye û hîna, hemû azadî zincîr û lelekirî ne. Hem utopya gelan, hem rastiya dîrokê dîlgirtî ye. Ev jî rê li ber hewldanên azadiyê, pêşketina hiş û ramanê azadiyê digire. Rastî her dem ne rastî ye… Rastî jî hatiye talan kirin. Dîroka serdestan, dîroka dewşirmeyan e û mînak e!…
Nivîskar, berdevkê dema xwe û gelê xwe ye, ev jî mecburiyetek e!…
Mirov dikarin bêjin; “rastî çî ye û kîjan e”, bersiva vê pirsê dikare perdeya li ser rastiya heyama me jî, perdeya li ser demên bûrî jî rake… Rakirina maskeya li ser rûwê dagirkeran jî, ya li ser nivîskarên ku behaneyên cûda dikine mertal jî rake.
Bersiva “rastî çî ye û kîjan e”!…
Mînak pirr in, lê ez ê çend mînaka rêz bikim: Mînak yek, “Akademiya Frankfurt”… Divê, dîroka akadamiyê, ya berî Naziyan û piştî têkçûna Naziyan baş werê fêm kirin… Rewşe rewşenbîr û nivîskarên Rusya yên berî êrîşa Naziyan, dema êrîşan û piştî şikestina Naziyan baş werê fêm kiri… Ev du!… Divê, seyfo-fermana gelên ne misilman, li Kurdistanê baş werê fêm kirin… Ev sê!… Divê, dîroka Îttîhad û Teraqî, (dewşirmeyan), pêvajoya avakirina Komara Tirkiyê baş werê lêkolîn kirin… Ev çar!… Divê, “lekolîn org.) Website- “Navenda Lêkolîna Stratejîk ya Kurdistanê” werê şopandin… Ev pênc!…
Di pênc xalan de divê Kurd, dîrokê bikin bin lêpirsînê û bersiva “rastî çi ye û kîjan e” bibînin!.. Cihê kêfxweşiyê ye ku, di rojname û ajansan de, “koma gotaran” heye, rewşa siyasî, bûyerên rojane, cih cihan rexneyên civakî û kulturî çêdibin. Ev erênî ye, rexnegîriya diyalektîkî pêşdixe, perwerdeya civakî dike. Hêdî hêdî, rê li ber sextekariya kulturî tê girtin.
Min xwest bi mînakên biyanî, rola nivîskarî û rewşenbîrên cîhanê destnîşan bikim; bi mînakên din jî, min xwest dijmin werê naskirin; di naskirina dijmin de xwe naskirin heye… Lêkolîn org. jî pêkanîna rol û mîsyona akademîk e.
Ya giring ew e ku, “websîte” belgeyên li derî belgeyên dagirkeran bikartîne; eger yên dagirkeran bikarbîne jî, beramberî hev dike. Didê fêmkirin ku, tenê bikaranîna belgeyên dagirkeran xwe inkar e; dewşirme barbarîzm e û rê nade pêşketina entelektelî. Kultur û barbarîzm dûrî hev in û kuştina diyalektîka kulturê ye.





