Saziya Diravî ya li Serê Kaniyê ku ew jî girêdayî Rêveberiya Xweser e, erka wê ewe ku proje û pilansaziya diravî û çavdêriya wan projeyan bike. Di heman demê de çavdêriya mesrefên Desteya Diravî û projeyan dikevin piratîkê de bike û baceyan bigere.
Hevserokê Saziya Diravî yê li Serê Kaniyê Fayîz Hutî girêdayî mijarê ev tişt anî ziman ku saziya diravî ya li Serê Kaniyê û şaxên girirêdayî wê mîna Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê di riya komîteyên ku ji hêla saziyê ve hatî avakirin, li gorî rêzîknameya hundirîn baceyan digrin. Fayîz wiha axivî: “Di destpêka girtin anjî birîna baceyan de em rastî hin astengiyên ku welatî bece qebul nedikirin, lê di encama xebatek şînber û baldariya kesên ku bacan digrin; me ev astengî derbas kir. Ji ber ku komîteya baceyan bi rêbaz û danûstandina bi niştecihên herêmê re dan nasîn ku ev bace dîsa dikevin xizmeta gel de û ev erka saziya diravî ye. Lewra piştî, vê xebatê, niha komîte beyî ku di girtina baceyan de dereng anjî astengiyan bikşînein digre.”
Fayîz Hutî dest nîşan kir ku di encama têgihiştina gel ji girtina baceyan de ku sud li wan vedigere xebat beştir tê meşandin. Nmûne: “Nexweşxaneya Dil û Çav ku bi alîkariya Desteya Deravî li Qamişlo hate vekirin. Ev nexweşxane di encama van beceyan de di xizmeta gel deye, ku nexewş jî bi buhayekî pir kêm li nexweşxaneyê têne derman û ameliyat kirin.”
Fayîz teqez kir ku ew di saziya diravî de hemû gel û netewan beyî cûdahî pêşwazî dikin, pisgirêkên wan jî li gorî zagonê Rêvebriya Xweser û rêzîknameya Hundirîn çareser dikin û wiha anî ziman: “Di dema ku bace li kesekî tê birîn û ew kes dibêje ku baceya lê hatî birîn ne li gorî qezenckirina rojana anjî salane ye, em rewşa aborî û tevgera wê bazarê jî ber çav derbas dikin. Ku piştî lêkolîn û lêhurbûnê û li gorî xerçkirin û qezenca salane em bace dibirin. Di vê çarçoveyê de komîteya baceya Serê Kaniyê xebatê xwe li gorî zagon û perspektîfên Rêveberiya Xweser dikin.”
Hevserokê Saziya Diravî Fayîz Hutî di dawî de teqz kir ku ermanca wan rehetiya gel e, her wiha ev bace dîsa dikeve xizmeta gel de.” ….Ronahî/Serê Kaniyê