Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi keda destan ancax çanda me her berdewam bike’

17/06/2019
in Uncategorized
A A
‘Bi keda destan ancax çanda me her berdewam bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Dayika bi navê Qumrî Tunç a ku bi keda destên xwe gore, lûfik, qazaxan çê dike dibêje:”Her karek zehmetiyek wê heye. Lê ya herî xweş keda bi desta ye.”

Jinên Kurd ji dîrokê heta niha her dem bi keda destên xwe hewl dane ku di jiyanê de li ser piyan bisekinin û pêdiviya wan ji kesên din nemîne. Jinên ku her dem bi keda destên xwe li ser piya mane di dîrokê de cihekî taybet girtine. Yek ji jina Kurd a kedkar jina bi navê Qumrî Tunç a ji Gundê Mijinê yê Qilebana Şirnexê ye û di sala 1994’an de koçî Mexmûrê ya Bajarê Başûrê Kurdistanê bûye. Qumriyê bi keda destên xwe gore, lûfik, qazaxan çê dike û di heman demê de çanda xwe ya kevnar jî didomîne. Qumriyê derbarê keda destan de wiha got:”Heger em wekî jin li keda destên xwe xwedî derkevin dê çanda Kurdewarî jî tu carî winda nebe.”

‘ME CIL Û BERGÊN XWE JI HIRIYA PEZ ÇEDIKIR’

Qumriyê di derbarê jiyana ku li gund derbas kirine de wiha got:”Di zemanê berê de me cil û bergên xwe ji hirya pez çedikir. Me hirya pez dianî dişuşt, diveçirand û me dikir dezî. Ew deziyê ku me vediçirand me dikir gore, qazax, parzûn, çente. Piştî ku em penaber bûne û heta niha êdî wekî berê hiriya pez nayê bikaranîn. Jiber êdî herkes dibêje dezî hem amede ye û hêsantir e. Her ku diçe çanda berê ber bi tunebûnê ve diçe.”

‘BI KEDA DESTAN ANCAX ÇANDA ME HER BERDEWAM BIKE’

Di derbarê çanda Kurdewarî de Quriyê wiha got:”Çanda Kurdewarî ya em ji dayik û kalên xwe hîn bûn gelek taybet û girîng e. Tiştên ku niha ez bi keda destên xwe çê dikim di heman demê de ji bo parastina çanda xwe ye. Bi keda destan ancax çanda me her berdewam bike. Her karek zehmetiyek wê heye. Lê ya herî xweş keda bi desta ye. Heger em wekî jin li keda destên xwe xwedî derkevin dê çanda Kurdewarî jî tu carî winda nebe.”

 

Post Views: 30
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.