Idrîs HENAN
Di pêvajoya herikîna dîroka stemkariya li ser gelan û nirxên mirovahiyê de, tadeyên hatine kirin jî di nava hev de hatine ketegorîzekirin. Ta ku zilm û koledariya di derheqê mafên rewa de bên meşrû kirin, dîroka ku bi destê serdestan hatiye nivîsandin, kiryarên xwe yên derxwezayî bi bindestan şirîn kirine û hewl dane tadeya ku dikin di bin navê mudexeleyan de weke pêdiviyekê bidin nîşandan. Qey mirov dibêje; ne bi destwerdanên serdestan be, civak nikarin tezên xwe yên jiyanê belî bikin. Ji ber vê jî navên nerm û hişk li dagirkiriyên xwe kirine. Di bin siloganên qalind de jî çandan asîmîle dikin. Bi hişmendiya serdestiya çors a li ser esasê xesibkirinê avabûye, civakên resen homoje dikin û li şûna resentiyan, çêkirinên xwe rewa dikin.
Tişta ku niha li Efrînê û tevahî Kurdistanê tê kirin, ev cureya dagirkeriya herî qirêj e. Siyasetên înkar û îmhayê bi salane li ser serê vî gelî tê meşandin. Rojane bi sedan nirxên vî gelî tên qelandin. Ji kokê ve rehên dîrokî têne ziwa kirin. Bê navber êriş, bê navber komkujî, bê navber qirkirin û kuştin hene. Êdî cografyaya ku dagir dikin li gorî xwe di aliyên siyasî, aborî, civakî û akinciyê de dîzayîn dikin. Aliyên serdestiyê jî ji bo birêvebirina van polîtîkayên xwe, tevî nakokiyên berjewendiyan, di nava koodîneyekê de ne. Ango tenê li ser bingeha tunekirina gelan li hev dikin. Her wekî din, di hemû aliyên dîtir de dijberî hev û din in. Mêtingerî wisa ye ku ewqas dagirkeriya xwe xweşik dike ku hewl dide civakên di bin lepên qirkirinê de ne bê dîrok bihêle. Him çand, ziman û terzê xwe ya jiyînê tivî dike û him jî nirxên çêkirî yên dagirkeriyê rewa dike.
Ger em li pêvajoya zêdeyî salekê ya dagirkirina Efrînê û aloziya dirêj ya Sûriyeyê binêrin, em ê li tiştên me li jor gotine baş têbigihêjin. Tekez tişta me li jor gotiye qeta herî bi çûk a van kiryarên mêtingeran e. Lê çavdêrek dikare gelek bi hêsanî van kiryaran bibîne. Heya ku faşîzma Tirk dagirkeriyên xwe ji axa Sûriyê re mayînde bike berê xwe daye rêbaza qirker a guherîna demografîk. Bi taybet li Efrînê ev rêbaz bi rêk û pêk û bê vehesîn tê meşandin. Çima li Efrînê wisa ye û li deverên dîtir ên nola Cerablus, Bab û Ezazê ne wisa ye?. Bê guman dijminantiya wê ji hebûna gelê Kurd re ew kor kiriye ku berê hemû qirkirinan daye Efrînê. Efrîn xwedî wê xisleta kurdewariya resen a herî bi istiqrar e. niştecihbûna aram a çanda Efrînê cewherê dîrokî ya faşîzmê deşîfre dike. Ango çandên li ser hesabê tunebûna gelan hatine afirandinê, ti carî nikarin xisleta resentiyê bi dest bixin. Ji ber vê jî bi şêwazên êrişên razber û şênber çandên qedîm bi armanca kokqelandinê rûbirûyî êrişan dihêlin. Cihên ku dagir dikin di serî de talan dikin. Kelepûrê diherifînin û didizin. Zimanê xwe ferz dikin û nasnameya çandî qir dikin. Xwezayê talan dikin û dişewitînin. Hilkirin û şewitandinan bi hezaran daristanên Efrînê û zeviyên zeytûnan ne badilhewa ye. Her wiha rojane revandina mirovan, destdirêjiyên li ser jin û zarokan, hemû jî bi wê mebesta qirker a mêtingeriyê ye. Ji lewre çiqas navên nerm û xweşik li mêtingeriyan bên kirin jî, di dawiya dawî de hemû nav kirêt û yek in. Tadeyên dermirovî ên li ser mafê xwezayî ya hebûna gelan e.





