Sîpan ŞÎNDA
Payîze li min dereng e
Serkaniyên xopan çikane, dûv kaniyan nemane cobar û deng e
De xwidê wezê hingê terka çavên reş û belek bikim
Heta li qebristanê giran hestiyên min bigirin zingar û zeng e
Xemik talano wezo
Strana Kurdî weke derya ye. Hingî mirov nêvve diçe fireh dibe. Ew dildarê xwe tu caran bê hêvî nake. Her tim weke serkaniyeke ava zelal jê diherike, pejkên sipî û hênik li dora xwe diweşîne ye. Hemî reng û dengê civakê, yê xwezayê, yê teyr û tiyaran mirov dikare di nava strana Kurdî de bibîne. Ji qulîngî bigire heya kewî, ji pîjanê heya sosinan, ji newalan heya lat û şkevtan, ji biharê heya payîzê, ji stêrka sibehê heya peyra… çi tişta di nava xwezayê de heyî strana Kurdî behsê dike. Dengê strana Kurdî xurt e. Dema hozan destê xwe têxe di bin guhê xwe de, hemî hîmên xwezayê li ber pêlên dengê wî dikevin. Ji aliyê cureyên strana ve dewlemendiya strana Kurdî bêhempa ye. Mirov diçe kîj herêma Kurdistanê, mirov li cureyên stranên cuda diqeside. Lê mirov dikare bêje herêma Botan ji bo strana Kurdî, him ji aliyê dewlemendiya cureyan ve, him ji aliyê deng ve xwediyê teybetmendiyeke cuda ye. Gelik miqam û cureyên stranan yên cihê mirov dikare li herêma Botan guhdarî bike. Yek ji van miqamên pirr teybet ji Payîzokin. Payîzok, ango strana evîndarî û dilkuliyê. Miqamekî ewqas nerme, dema mirov guhdarî dike, zeng guhê mirovî ve namîne. Guhdarkirina payîzokan qerimandina rojê hemiyê ji laşê mirovî dûr dixe, mejî û giyanê mirovî rihet dike, kul û derdan ji dilê mirovî paqij dike. Çi kesê kû kul û derdê wî hebin, dema ew guhdariya payîzokan bike, wê heynê hemî kul û derdên xwe ji bîr dike.
Xemliga vî robarî hemî spîndar û bî ne
De bêje serkanî esilîne, dûv kanî der dibin hemî cobar û co ne
Ax min dî sê zerî meşiyan li ser robarî
Ay wa hersê zeriya sê tirê li dilê min dayî ne
Ay lê esmera ser mişîne, hekîm û loqman keçikên kezî ne,
Ax qotî û melhemên xwe anîn li ser birînên min ewên kul danî ne
Payîzok ji aliyekê ve gilî û gazindên evîndaran tîne ziman;
Keçika sê dengan gazî dike kuriko dîno mal xirabo, heta wemê li warê bihar û havînê bî te deng nekir
Îro payîze mehelê malan û jêg bînê
Ji aliyekê ve rewşa jiyana civakê tîne ziman;
Payîze xweş payîze, belê me nekiriye kar û barê zivistanê
Çiyayên bilind mij û tarî ne, li deşt û newalên jêrî direşîne taviyên baranê
Hindî emê li warê jorî bîn me tegbîr nezanî
Niha hatiye wextê xatir û dest berdanê
Ji aliyekê ve ji halê extiyariyê tîne ziman;
Payîze wezê dibêjim payîze li min dike gazî
Xalik û xezêmo, hey jaro mala minê, wey bavo weşand darika mazî
Xemigên dinya alemê sernişûvî, hey jaro mala minê, yê min evdalê xwidê tenê serevrazî
Xemik talano wezo
Payîzok ji hemî aliyan ve rewşa payîzê û haziriya kar û barê zivistanê vedibêje.
Fadil Cizîrî, Evdilezîzê Leşker, Evdilayê Heyder, Silêmanî Sofî, Ehmedê Şilyanî, Hecî Evdila bi payîzokan tên naskirin.





