Ezîz KOYLUOGLU
Aboriya Sûriye piştî şerê 7 salan êdî hatiye asteke xwe nikare dewam bike. Gelek bajar bi giştî nebe jî, pirraniya wan di encama şer de hilweşiya ye. Li gelek herêma mirov nikarin pêwîstiyê xwe yên wek av, ceyran, xwarin û sotemeniyê bihesanî peyde bikin. Bitaybet sotemenî ger bê peydakirin jî, li gora dahatiya mirovan gelek buhaye. Gelek kes îro ya nikarin kar peyde bikin, yan jî ger peyde dikin jî heq destek kêm kar dikin. Niha rewşa ya dinbin herêmê didestê rejîma Sûriye ji wan tiştê me nivisandine zêdeye, ne kême.
Li herêmê dibin dagirkeriya dewleta Tirk de rewş aloztire. Çeteyên dewleta Tirk ya dagirker, bibertîl, talan, revandina mirovan û fidiyê xwestinê û ger neyê dayîn kuştin êdî kirine şêwazek debara xwe kirinê. Li Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê gel di rewşek gelek nebaş de jiyan dike. Gelê ji neçarî dibin dagirkeriya dewleta Tirk de jiyan dikin, ji aliyekî bibirçîbûnê, ji aliyekî din jî bi zilma çeteyan re rû birû dimînin. Gelek cara gelê li Bab, Cerablus jiyan dike, li dijî dewleta Tirk serî hilde jî, lê ji aliyê komê çeteyan ve tê tepisandin.
Berovajî vê rewşê cihê herî ewle û rewşa aborî ya baş li Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. diheman demê cihê herî biberhem jî ev herêma ye. Bakur û Rojhilatê Sûriye wek ambara genim têbinav kirin. Bendê avê yên ceyran jê tê çêkirin li vê herêmê ye. Her çend derfetê firotina derve tine be jî, ji bo pêwîstiya herêmê petrol ji hin biran tê derxistin, pêwîstiya gel ya sotemeniyê tê pêşwazî kirin. Li gora cihên din yên Sûriye mazot û benzîna herî erzan li vê herêmê tê firotin. Dehatiya ji bo karmendek normal tê dayîn li gora cih rejîma Sûriye ducara zêdetire. Êdî hema hema li pêşiya her malekî tromopêlek heye. Ev jî beşek ji başiya aboriya herêmê ye.
Ji despêka şerê navxwe yê li Sûriye, gelek hêzên cûda cûda êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir. Ji Cephet El Nusra ya girêdayî El Qaîde bigre herî dawî DAIŞ li ser navê dewletan êrîşî gelê herêmê kirin. Gelek caran eşkere bû ku lipişt ev komên çeteyan dewleta Tirk ya dagirker heye. Ji aliyekî rejîma Sûriye li ser navê xwe komên girêdayî xwe li Qamîşlo, Hesekê êrîşan pêkanî. Dema ev hemû ji bo şikandina vîna gel têrê nekir, dewleta Tirk ya dagirker bikomên xwe yên çete û artêşa xwe ya dagirker êrîşî Cerablus, Azaz, Bab û herî dawî Efrîn kir. Diyar dibe ji bo ev hêzên xêrnexwaz ev êrîşan jî têrnekiriye. Vêcarê şêwazekî din xistin meriyetê. Şewitandina zeviyên genim û ceh.
Berê jî hin caran di zeviyên genim û ceh de şewat çêdibû. Lê ne wek îsal. Diyar dibe îsal şewitandin wek siyasetek êrîşkariyek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye pêktê. Pêşketina aboriya herêmê û siyasetekî birçî hiştinê encama siyaseta dijber ya dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê DAIŞ û komên veşartî yên çeteyan ev pêktê. Li aliyekî din xêrnexwazên gelê herêmê jî kêm nînin. Niha eşkere ye ku ev şewata zeviyan bidestê hêzên dijminê vî gelî pêktê. Dibe ku li beramberî vê rayadarên herêmê jî bi vê hessasiyetê tevbigeriyana. Hemû alavên agir vemirandinê ji bo ev rewşa bixistina nava tevgerê. Hemû komînên hene ji bo cihê agir destpêbikrana li gora nêzîkbûna erdnîgarî cihê şewatê bihatina rêxistin kirin. Dîsan hêzên wek Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo vê rewşa awarte bihatina erkdar kirin. Ev biderengî hate tevger kirin. Divê rayadarên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji vê rewşa îsal encamek rast ji bo xwe derxe û ji bo rewşê wiha ji niha ve dest bi amadekariyan bike ku rewşên wiha dubare nebin.





