Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞERÊ BIRAKUJIYÊ – ŞERÊ XIYANETÊ

13/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di dîrokê de behsa “vegera deh hezaran” tê kirin. Ev bûyêr B.Z. 401an de diqewime. Prensê Persî Kyros dixwaze di dewsa birayê xwe Artakserkses de li text rûnî. Ji bo vê yekê bi pere ji aliyê behra Ege ve bi deh hezaran leşkerên Grekî kom dike. Piştî demekê jî li dijî birayê xwe têk diçe. Ji wan eskerên Girek deh hezar dimînin û vanan jî dixwazin vegerin welatê xwe. Dîrokzanê navdar Ksenophon vê vegerê di pirtûka bi navê “vegera deh hezaran” de kom dike. Em ê şerê birakujiyê ji vê bûyêre, ji vî şerî bidin destpêkirin. Di vî şerî de xiyanet tuneye. Bira ji bo li hember biraiyê xwe biser bikeve taktîkek bikaraniye.

Lê heger artêşa Artakserkses bi Girekan re şer bikira û Kyros jî biçûya li kêleka Greka şer bikira ev dibû şerê xiyanetê.

Wek ku di sala 1992yan de Artêşa Tirk li dijî gerîlayên Kurdan şer dikir û peşmergeyên PDKê jî li gel vê artêşê li hember birayên xwe şer dikirin, civakê negot şerê birakujiyê. Got, “şerê xiyanetê”.

Îro jî dewleta Tirk li derveyî pîvanên şer û mirovahiyê, bi hemû teknika xwe ya nûjen başûr dagirkiriye. Li dijî vê dagirkeriyê gerîlayên HPGê şer dikin. Di şer de netenê gerîla, car caran sivîl jî tên kuştin. Di demek waha de peşmerge li dewsa bi hewara birayê xwe ve werin û li dijî vê dagirkeriyê seknek nîşan bidin, tu dibînî ku li kêleka erîşkaran sekiniye û ew jî erîş dike.

Birayê xwe yê ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe rexne dike. Dibêje; dijmin mafdar e, heger ev tevger li vê axê nebûya wê eriş jî nehatina kirin. Li kêleka dijminê gelê xwe disekine û birayê ku canê xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda dike, dikuje.

Di rojên derbasbûyî de di ajansan de behsa birîndariya 3 peşmergeyî hat kirin. De werin niha em ê ji vî şerî re bibêjin şerê xiyanetê, an jî şerê birakujiyê! Civak ji berê ve bersiv dabû û gotibû ev şer, şerê xiyanetê ye.

1- Gelek derdor û rewşenbîr di nivîsên xwe de, an jî di axaftinê xwe de behsa şerê birakujiyê dikin. Dibêjin, metirsiyek me ji şerê birakujiyê heye. Lê nayê aqil û hişê wan ku bibêjin karê van 3 peşmergeyan, li Xakurkê, li kêleka leşkerên Tirkan çibû? Çima ji wêderê bûn sedema qetilkirina çend Kurdan? Bersiv nadin an jî ji xwe pirs nakin û li bendêne şerek di navbera van herdû aliyan de -birayan de- derkeve ku payva “Şerê Birakujiyê” bikar bînin. Na, ev şer şerê xiyanetê ye.

2- Dîsa hin derdor dema behsa yekitiya neteweyî dikin, navan vedişêrin. Dibêjin hin rêxistin, hin partî, hin kesayet li pêşiya yekitiya Kurdan astengin. Gelo çima van navan diparêzin û teşhîr nakin. Şanseke din didin wan û dibêjin; dibe ku di pêşerojê de di sekna wan de guhertin çêbibe. Na… sebra Kurdan û lukseke Kurdan ya wiha tuneye ku şansek din bidin van kesan. Pirr û pirr derenge ku li benda van kesan were seknandin. Divê ev kes werin teşhîrkirin. Divê ku gelê Kurdistanê van kesan baş nas bikin û wan wek sûcdarek bibînin. Û divê cezayê her sûcekî jî hebe. Dive ev kes werin cezakirin(di cezakirinê de behsa kuştinê nakim). Dema ku ev kes hatin cezakirin û li hemberî wan şerek were destpêkirin, ev şer ne şerê birakujiyê ye. Ev şerê cezakirinê ye. Ev şer, şerê xiyanetê ye.

Tevgera azadiya Kurd li hember hewqas kêmasiyan dîsa jî bang dike. Herî dawî endamê komîteya rêveber a PKKê Duran Kalkan, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê de, bang li YNK û PDK kir, da ku li dijî dagirkeriyê bihev re liberxwe bidin.

Heger ev banga wî bê bersiv bimîne, heger sibê di şerek de li kêleka eskerên Tirkan peşmergeyek were kuştin, bila kes venegere û nebêje ev şerê birakujiyê ye. Na, ev şer, şerê li dijî xiyanetê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.