Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wargeha şêrgeleyan geliyê Xakûrkê

13/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Zimanê me welatê me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

PDK ya ku ji ber zext û êrîşên dewleta tirk ji sedî 40 erdnîgariya Kurdistanê radestê çeteyên Heştî Şebî kir, ji sedî 60’ê mayî jî niha radestê dewleta tirk dike.

Bi sedan sale Kurdistan dibin dagirkeriyê de ye û bi sedan sala kurd li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Di berxwedana li dijî dagirkeriyê de hinek herêm û hinek wargeh weke kelhe û sembolên berxwedanê di dîroka berxwedana kurdan de cih girtine. Ev wargeh ji bo berxwedêrên kurd her tim bûna stargeh û bûne çavkaniyên sûd wergirtinê. Di heman demî de ji bo dagirkeran jî bûne çavkaniyên tirs û xofê.

Ji wan heraman yek hêrêma Bradostê û ji wan wargehan yek jî geliyê Xakûrkê ye. Ji ber ku geliyê Xakûrkê her tim bûye hêlîna şêrgeleyên kurd şervanên azadiyê ji hêla gel ve weke Geliyê Azadiyê ye tê pênasekirin.

Herêma Bradostê di sêgoşeya 3 dewletên dagirker Îran, Iraq û Tirkiyê de cih digre. Bradost bi qasê ku ji bo kurdan herêmeke stratejîke ewqasî ji bo dagirkeran jî herêmeke stratejîke. Lewre gelek caran bûye qada şerên giran ên Osmanî û Sefevî, Ereb û Persî, Rûs û Îngilîzan. Di heman demî de gelek caran bi êrîşên dagirkerên Kurdistanê re rûbirû maye û bûye qada berxwedana şêrgeleyên kurd. Tu carî li hember dagirkeran serî netewandiye. Bi berxwedêrî û lêhengiya xwe navê xwe bi tipên zêrîn di rûpelên berxwedana Kurdistanê de daye nivîsîn. Lewre herêma Bradostê bi berxwederiya xwe tê nasîn. Bê guman ji wan berxwedana yek û herî girîng destana Kelheya Dimdimê ye.

Di 1609’an de dewleta Îranê ji bo dagirkeriyê berê xwe dabû herêma Bradostê. Dewleta Îranê di wê êrîşa xwe ya dagirkeriyê de bi berxwedêriya xeta kurdê azad “ an azadî an neman” re rû bir û mabû. Lêhengê kelheya Dimdimê Xanê Lepzêrîn û şervanên xwe hemûyan hetanî şehadetê wekî şêran li berxwe dabûn. Jin, kal û zarok ên ku nekarî bûn di şerde cih bigrin ji bo nekevin destê dijmin an xwe ji şikeft û latan avêtêbûn yan jî xwe tevî kelheyê ve şewitandibûn. Berxwedana kelheya Dimdimê 410 sal berê xeta kurdê berxwedêr a ku xeynî jiyana azad tu jiyaneke din qebûl nake bi hemû dost û dijminên kurdan dabû fêmkirin.

Niha careke din Herêma Bradostê û bi taybet geliyê Xakûrkê ya ku bi sedan salan ji lêhêngên azadiyê re malovanî kiriye bi êrîşên dagirkeran re rû bi rûye. Komara tirk a ku li ser tunekirina civaka kurd xwe ava kiriye ji bo tunekirina vîn û baweriya kurdê azad careke din berê xwe daye hêlîna azadiyê. Dixwaze çavkaniya vîn û baweriya azadiyê, stargeha pilîngên azadiyê geliyê Xakûrkê an go Geliyê Azadiyê dagir bike û dawî li hêviya azadiya kurd bîne. Dewleta tirk bi tena serê xwe jî nake, wekî her carî bi tifaq û plansaziyeke nepenî ya ku destê gelek hêz, dewlet û dagirkerên sed salan tê de heye dike.

Di nava plansaziya dewleta tirk a dagirkirina Xakûrkê de hebûna dewleta Îranê, Iraqê, Amerîkayê û hwd. tê fêmkirin. Dema kû hêza yekî têr nekiriya gelek caran mil dane hevûdu û bi awayeke hovane bi ser kurdan de hatine. Mînaka herî dawîn yek jî tifaqa wana dijî kurd a piştî referandûma 25’îlona 2017’an bû. Me hemûyan li ber çavên xwe dît çewa wekî gurên har mil dan hevûdu û xwesteka azadiyê di qirika kurdan de hiştin. Tenê xwestek di qirikê de nehiştin Kerkûk jî di navde ji sedî 40’ê erdnîgariya Kurdistanê jî ji dest kurdan derxistin.

Lê ya ku nayê fêmkirin di nava wê plansaziya nebixêr de cih girtina hikumeta Başûr e. Cih girtina PDK’ê ye. PDK ya ku piştî referandûmê di hedefa eniya dagirkeran de bû, PDK ya ku piştî êrîşên eniya dagirker neçar ma ji sedî 40 erdnîgariya Kurdistanê radestê çeteyên Heştî Şebî yên girêdayî dagirkeran bike çewa dibe ku niha di eniya wan dagirkeran de cih digre. Kîjan aqil, kîjan wijdan, kîjan exlaq, kîjan pîvanê mirovahiyê destûr dide vaya? Di cîhanê de mînakeke wiha bi sosret û dilsoj heye gelo?

Yek rêxsitin, yek sazî, yek partî, yek kurdekî bi wijdan dikare bibêje ku di digirkirina geliyê Xakûrkê de, di qelsbûna Tevgera Azadiyê de bi qasê serê derziyê berjewendiya netewa kurd heye. Heke bersîva we na be nexwe çima ji bakûr hetanî başûr hûn hemû bêdengin?

Rêzdar Mam Celal ê nemir di nirxandineke xwe de dibêje “heke Rêber Apo were tunekirin wê 24 saet me nedin jiyîn”. Ev tespîteke gelek girîng, watedar û dîrokî ye.

Yên ku xema wan azadiya kurd û Kurdistanê be gelo pêwîst nîne ku niha bi yek dengî û bi rihê neteweyî li dijî dagirkeran rabin ser lingan. Heke tifaqa neteweyî ne îro be wê kîngê be?

Jibîr nekin, duh hedef Efrîn bû, îro Xakûrkê ye, sibê Hewlêre, du sibê Silêmanî ye.

Poşmaniya dawîn bê feyde ye.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.