Medenî FERHO
Rojhilata Navîn ji cîhanê ne qut e, cîhan jî nikare ji pêşketinên li Rojhilata Navîn cûda bibe. Cîhan girêdayî hev e û li kûdera cîhanê bûyerek, pêşketinek, paşketinek çêbibe, bandorê li aliyê din yê cîhanê dike.
Hereketa Azadiya Kurd, di statukoparêziya Tirkiye, Iraq û Suriye de deverek vekiriye û bandorê li tevahiya herêmê kiriye. Tirkiye, weke dewlet û desthilatdarî ketiye nava tirseke mezin.
Statukoparêz,, ji peyamên peyamberan, ku weke reçeteyên bextewariya civakan e ditirsin. Eflatun jî, bi armanca bextewariya mirovahiyê dest bi avakirina siteya ideal kir. Hemû peyamberên beriya Eflatun jî, yên piştî eflatun jî reçeteyên bextewariyê bela kirin. Di van rojên ku, Tirkiye serdema herî tarî ya dîroka xwe dijî, ji peyamên Birêz Ocalan ditirse.
Dîroka Tirkiye, dîroka kerî-pez e!… Ata, şef, reîs hene, gel nîne; van kesan û zewatên li dora wan, hem gel, hem jî dîrok çêkirine. Li Tirkiye dîrok nîne, pirtûkên bi derewan hatine dagirtin hene. Di dîroka sed salî de, giringiya hiş û raman, zanist û zanistan nîne… Akademisyen, nivîskar, rojnamevan, kesên li dijî statukê derketine, girtine, pûç kirine, kuştine, yan jî surgun kirine.
Birêz Ocalan ev rastî eşkere kir; demokrasî, edalet, serdestiya huquq û aştî pêşniyar kir û dixwaze. Ev daxwaz, ji bo bextewariya hemû gelan e, daxwaza guhertina statuko ye. Lewma, statukoparêzên li Tirkiye li dijî Ocalan kîndar in, tolê dihilînin.
Di pêvejoya çareseriyê de jî, Birêz Ocalan got, “divê parlamento bar bigire ser xwe, ji bo ruhê pêvejoyê qanûn divê”… Bibîrxist ku, satatukoparêz dikarin darbeyekê bikin, kesên di hevdîtinan de cih girtine sucdar bikin, bigirin, ceza bikin. Montesquieu jî dibêje; “qanûn ji ruhê bûyeran û di encama wan bûyeran de li gorî pêdiviyan derdikevine holê”. Lewma Ocalan xwest, parlemento bikevê dewrê, lê zihniyeta Îttîhadî, Mutabaqata Dolmabahçe red kir, qirkirin û dagirkerî dane dest pê kirin.
Oldarekî misilman jî gotibû: “Devşirme, li serê vî mîletî bûne bela”. Û wiha dewam kir; “di nava 150 salî de, gelê Tirk jî asimile kirin, gelê Tirk, wek kerî-pez derxistin holê.
Dewşirmeyên îro, tecrîd şidandin, parlamento “qadûk” kirin, sîstema yekparêz serdest kirin. Erdogan, wek Abdulhamîd, sîstema sixurtiyê (bi muxtaran) li tevahiya welat bela kir. Heman zewat, reçeteya bextewariya gelên li Tirkiye, Suriye û Iraqê “mulga” dikin.
Dewlet Tirkiye û desthilatdariya AKPê , ji hiş û ramanê Birêz Ocalan ditirsin. Di hevdîtinên dawî, ku piştî greva birçîbûn û rojiya mirinê hatin pêkanîn, du peyamên Ocalan, hêviyek mezin di nava civakên Tirkiye de derxiste holê.
Birêz Ocalan, ne bi xeyalên Eflatun, ne jî bi rastiya Arîsto hareket dike. Her du peyam jî reçeteyên bextewariya gelên li Tirkiye, Suriye û Iraqê bûn. Zihniyeta Îttîhadî, ku bi “millî goruş-îdeolojiya ixawanî” û Turk-î Îslam hatiye îşkdan, ligel qanunên faşîzan, bi fermanên faşîzan, gel û civak kirine nava têkçûnek fetsînok. Li Bakurê Suriye dîwarê şermê çêdike; li Başûrê Kurdistanê jî sîstema çeteyan ava dike, dixwaze, Başûr teva, Kerkûk û Musilê jî dagir bike.
Lewma pêdivî bi guhertinek mezin û têkbirina statukoparêziya li Tirkiye heye. Hilbijartinên Stembolê wek destîniyê têne dîtin. Dibe nabe em ê bibînin; lê amzêdê AKPê, serokwezîrê kevin yê Tirkiye, dewşirme Binalî Yildirim, li Amedê di nava bêşermiyek mezin de, bi dikirandina Kurd û Kurdistanê, hawara xwe gihande Kurdan. Beriya niha celladê Surê û bajarên din yên Bakurê Kurdistanê A. Dawudoglu jî çû Amedê, parsekiya siyasî kir.
Kurd zanin, îdeolojiya Ittihadiyan kîn e; welat, abad, birayên Kurd, parlamento, hilbijartin, teva maskeyên li ser vê kînê ne. Kronolijiya siyaseta Komara Tirkiye û siyastemedarên dewşîrme, bi beyanên nesl-î safilîn dagirtî ye.





