Qasim ENGÎN
Demokrasî wek desthilatiya ango xwe bi xwe rêveberina gel tê pênasekirin. Lê,: ”Gotin, erk, biryar ji gel re!” hêna rasttir dibe.
Rêber Apo demokrasiyê, xwe bi xwe rêvebirina civaka derveyî dewlet destdigire. Û ji vê re Demokrasiya Radîkal dibêje.
Em bizanin ku ger civakek ne ya xwe bibe, zanista wê ne ya wê bibe, mafê polîtîka xwe rêvebirinê, ya tendrûstiyê, ya perwerdeyê, ya xwe parastinê destê wê de hatibe girtin, huquqa xwe nebe, exleqa wê ji milê dewletê ve tê diyarkirin, li wê derê de jî tiştekê wê civakê namîne.
Em gotinên Rêber Apo; ”Ger îfade kirina polîtîka qada evhewaya azadiyê bibe, demokrasî jî ew qada ku polîtîka xwe îcra bikeye” bîra nekin.
Dîsa; ”Dewlet îdare dike, demokrasî jî rêvedibe. Dewlet xwe dispêrin desthilatê, demokrasî jî xwe dispêrin daxwaza kolektîf ango hevbeş. Di dewletan de tayin kirin esase, di demokrasiyan de hilbijartin. Di dewletan de mecburiyete, di demokrasiyan de jî minêkarî ango dilxwazî esase. Wê manê de mirov nabe demokrat, mirov demokrat dijî.
Ger em Rêber Apo nîqaş dikin pêwîste em ewil qada derveyî dewlet ango civakê nîqaş bikin. Rastî jî ger jiyanek û civakek bê dewlet were rûnişkandin, evê bihêle ku di tevahî tekîliyên mirovî de guhertin werin jîn. Peywendiyên ku desthilatdarî avadikin, jîn nabin. Kesek xwe li ser yên din meztir nabîne, kesek bi çavek biçûk yê kelekê xwe nameyzîne, kesek ji yê din re heqaret nake û her wiha di civakek wiha de, deshilatdarî nayê afirandin. Berovajî di cihêke wiha de ya ku were afirandin jiyana hevbeş ango komîn e, jiyana kollektîf e. Cihê ku komîn hebe, li wê derê berpirsiyarî heye. Xwe li hember tevahî civaka xwe, heta mirovahî xwe berpirsiyar dîtin wê pêşbikeve. Cihê ku demokrasî lê heyî mirovên xwe berpirsiyar dibînin henin. Cihên wiha de jî ne gengaz e ku xemsarî û bêvîjdanî pêşbikeve. Cihêke wiha de ger mirovekî jêre alîkarî pêwîste, li kêleka wî/wê de yê ku destê xwe ji bo alîkarî dirêj bike wê her tim hebe.
Na, ger di cihêkê de ev nebe, berovajî wê ger rêşbinî, rev, ji welat dûrketin hebe heta xwe li hember tiştên di qewîmin de neberpirsiyar dîtin hebe, tê wateya ku di peywendiyên jiyana demokratîk de pirsgirêk henin. Di wan komînan de pirsgirêk henin. Em bizanin ku bêyî komîn rast werin avakirin, demokrasî nayê rûnişkandin. Ji ber ku komîn; cihê ku raste rast herkes nerînê xwe dide, yekser tevlî biryara dibe, xwe rêvedibe û di mekanîzmayên rêvebirinê de jî cihê xwe girtinê îfade dike. Pîvana demokrasiyê rakirina têkiliyên deshilatî û dewletê ye. Ev jî carek din vedigere ser demokrasiya rasta rast, ew jî komînin. Di wê manê de, kesê ku komîna xwe nebe, yê ku bi komekê re nîqaş nake û naçe biryara, berovajî tenê bi serê xwe biryara digire û rêvedibe -nabe demokrat, nabe komînal. Fikrê xwe komînal û demokratîke lê jiyana wî/wê antî komînal û antî demokratîk, nabe.
Hîna xweşiktir; cihê ku îmtiyaz hebe, li wan deran avakirina pergala komînal ne gengaz e. Ji ber ku komîn dijî îmtiyazan e. Îmtiyaz gravên desthilatî û dewletê –ev tenê bi şêweyêa makêtan jî bibe- avadike.
Lê em bîra nekin ku, cihê ku demokrasî hebe, desthilatî û dewlet ava nabe.





