Zekî BEDRAN
Di gotara borî de, me behsa çanda şoreşê kiribû .Me dabûxuyakirin ku bêyî rêxistinbûna civakê û çanda şoreşgerî, serkeftinên leşkerî û siyasî mayînde nabe û rengên çanda şoreşgerî cuda hene. Lê belê, di danesîna giştî de, di jiyana civakî de tevayî afrîneriyên maddî û manewî îfadeya çandê dike. Ku em ji vê danesînê derkevin rê, hemû civak berdewamiya çandekê ne. Civaka bê çand bêhebûne. Çand jî zindî û dînamîk e, bi jiyana civakî re hertim rastî guhertinê tê. Çandek û mêjiyek rawstayî û cemidî tuneyî.
Sûrî piştî 2010’an şereke giran yê navxweyî jiyankir. Gelek hêzên biyanî ketin Sûriye de. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin ku gel û mirovahî beyî hafîze bihêlin. Hewldan ku dîroka çandî û hişmendiya cîhanê tunebike, da ku cîhan mulkê wî bimîne. Lêbelê, mirovahî û civakan li beramberî sûçên mirovahî bêdeng neman. Tevî wêjî li dijî DAIŞ’ê yekbûne avabû. Çeteyên DAIŞ’ê dimilê siyasî û leşkerî derbayên mizin xwarin. Lê, divê tekoşîna dijî hişmendiya dewam bike. DAIŞ di nava civakan de baweriyên olî bikar anîn. Hevpeymaniyê, berbiçav û dijminî li ser olî û mezhebên bingehîn yên destpêkê bûn. Ol dayika Rojhilata Navîn e. Hemû olên monotîstîk ên bingehîn Rojhilata Navîn in. Ol ne tenê sîstema baweriyê ye, ji wiha bêtire, bûye çandek. Divê ev rastiya dîrokî hertim ber biçav bê girtin. Pêwîst dike ku baldarî bidin çanda îslamî, lê li bermaberî îslama siyasî divê civak bê rêxistinkirin. Rejîma Baas her gelê Sûriye ji tekoşînê vekişand. Hema civak kor kirbû û beyî îrade hiştibû. Dewletek navnedî netewperest avakir. Jixwe di desthilatdariyek wisa de neheqî hebe, rişwet, dizî û derew tiştekî ji rêzê dibînin. Wiha jî însanên bi du rûyan têne hilberandin. Ji ber ku demokrasî tune ye, mirov nikare bi fikrên xwe azad be. Her tirs û guman di civakê de çande. Wiha belvabûn û zihabûn di hişmendî de derdikev holê û afirînerî winda dike. Dînamîkbûna civakê bin ax dike. Civaka razayî ye, felç kiriye. Kesê ku felç bûye, nikar bazde û qabilyetên xwe pêş bixe. Şoreş jî çalakiyek ku vê rewşê û felçbûnê bi dawî bike. Şoreş çalakiyeke ku hemû astengiyên civak ji holê rake, bi azadî xwe îfade û rêxistin bike. Di şoreşan de, hemû hişmendî ku çavkaniya desthilatdariya dewletê têne tunekirin. Civaka azad serbixwe diherike, afrîner û qabilyet derdikev holê. Wiha êdî ramanên, rêxistinên û jiyanên nû têne xuyakirin. Hêz û fikirên kevin her hewldidin ku xwe li ser piyan bihêlin û şoreşê vala derxînin. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo şoreşê û şoreşa dijber berdewam dike û di têkoşîna pevçûnên dijwar rû dide. Tevî ku Sûriye rastî hilweşandinek hate, hîn jî çareserî nedîtiye. Ji bo avakirina civakek demokratîk, ti hewldanên hêzên derve û ne yê rêjîmê tuneye. Da ku ew destkeftiyên hatî bidestxistin ji holê rakin, her propeganda, provokasyon û tundî dewam dikin. Hewl dide ku êrîş û kiryarên dagîrkeriya faşîzimê yên wekî Tirkiye li ser kurdan ji rêzê bigre. Ew hewldanên dijî rêxistinên demokratîk û saziyên demokrasî li bakurê Sûrîye ava dikin. Yekîtiya gel û rêxistinek demokratîk tenê dikare şoreş û destkeftiyên wê ji dagîrkerî û hilweşndinê biparêze. Da ku ev bi serbikeve, pêwîste ku çanda şoreşgertî pêşbikeve. Serkeftinên leşkerî û siyasî, ji bo misogerkirina şoreşê nebese. Ev hemû pêngavên rizgarkirina bakurê Sûrî çeteyên DAIŞ’ê têk bir. Riya jiyana hevbeş da pêşiya gelan. Ev hemû ji bo Rojhilata Navînû bi taybet Sûriye şansekî mezine. Lê, em jibîr nekin, hin hêz hene da ku vê şoreşê hilweşînin bi şev û roj xebat dikin. Ji bo dagîrekriyê bişkînin, pêwîstiya gelê Sûriye bi yekîtî û parstina cewherî heye. Rojava pêşengiya şoreşê û hêzê bû. Lêbelê, guhertina çandî guncaw neda avakirin. Bi hezaran ciwanên kurd li zanîngehan dixwînin, lê beşdarbûna wan ji şoreşê re pir ji rêzê ye. Bi giştî ciwan pirtûkan naxwînin, rewşenbîr rola xwe pêk nayînin û kolan ji ciwana tijeye, lê wekî ku heycan û meraq li gel wan miriye. Demokrasî divê di malbatê de dest pê bike û li hemî civak belav bibe. Civaka ku nexwendebe, zanebûna xwe pêş nexe di hişmendiyê de nikare rêxistinek demokratîk jî avabike. Rêjeya xwendina pirtûk û rojnameyan pir kême. Êdî nema raste ku em bêjin ev hûrgelên rêjîmê ne. Bi salane li ser vê xakê şoreş hate jiyankirin. Şoreş çêbûye, şoreş çêbûye lê mirovê xwe û çanda xwe ne afirandiye. Ev ji bo pêşerojê xeteriyek mezin nîşan dide. Da ku çandek şoreşgerî ava bibe, pêwîste ku hemû rêxistin, rewşenbîr, xwendekar û jin seferber bibin.





