Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz diyar kir ku Tirkiye Idlib ji dest daye lê belê dixwaze bi hewldanên leşkerî, polîtîk û dîplomatîk pêvajoyê dirêj bike û got:“Armanca sereke ya Tirkiye ew e ku li Efrîn û Babê qada xwe ya serweriyê xurt bike û ji bo vê yekê ji xwe re wextê peyda bike.”
Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz der barê şer û rûdanên li Idlibê de ji nûçegihana ajansa me re axivî.
Mustafa Pekoz diyar kir ku li Idlibê şer destpê kiriye, şer dê ber bi navenda Idlibê û sînorên Tirkiye ve biçe û berfireh bibe. Pekoz destnîşan kir ku dê encamên şerê Idlibê ji gelek aliyan ve bandora xwe li Tirkiye bikin û wiha axivî: “Wateya vê yekê ew e ku stratejiya leşkerî û polîtîk ku Enqereyê li ser Sûriye lê kiriye, dê bi tevahî têk biçe yan jî serkeftî nebe. Piştî ku Idlib kete bin kontrola rejîma Esed, vê carê dê bê xwestin ku Efrîn û Babê radestî rejîmê bike. Em nikarin li Idlibê yekser qala hebûna artêşa Tirk bikin lê ji bo Efrîn û Babê rewş gelekî cuda ye. Li van her du deveran yekîneyên artêşa Tirk hene. Piştî Idlibê ultîmatoma nepen a ku Moskov bide Enqereyê, dê ew be ku ji Efrîn û Babê vekişe. Li wir dê hêzên leşkerî yên Şam û Enqereyê werin pêşberî hev. Îhtîmala ku Enqere bi krîzeke gelekî ji ya Idlibê mezintir re rû bi rû bimîne, gelekî zêde ye.”
‘ŞERÊ IDLIBÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI TIRKIYE DIKE’
Pekoz îşaret pê kir ku dê şerê Idlibê hevsengiyên Tirkiye yên navxweyî û derve bi awayekî neyînî bandorê lê bike û îşaret bi pêleke nû ya koçberiyê kir ku hejmara koçberan dikare bigihîje sed hezaran û wiha pê de çû: “Tê zanîn ku ji ber şerê li Idlibê bi hezaran kes hatine ser sînorê Tirkiyê. 3-4 milyon kes mecbûr man ji şerê li Sûriyê birevin û bên Tirkiyê. Sûriyeyî xaleke sereke ya rojeva navxweyî ya Tirkiyê ne. Heke mirov bala xwe bide vê yeke, dê bê dîtin ku dibe pêleke nû ya koçberiyê bibe çirûska aloziyeke civakî li Tirkiyê.”
‘ÇETEYÊN LI IDLIBÊ DÊ BI KU DE BIÇIN!’
Pekoz diyar kir ku 30 hezar çeteyên Heyet Tahrîr El-Şam piştî ku di şerê li Idlibê de têk çûn, dibe ku derbasî herêma herî nêzîk anku Tirkiyê bibin, beşeke mezin ji van çeteyan dê biçin Hatayê (Îskenderon), beşek dê biçe Efrîn û Babê û piştre jî derbasî aliyê Kilîsê bibin û wiha pê de çû: “Ev milîtanên çekdar ku hejmara wan bi deh hezaran tê îfadekirin, dema ku derbasî Tirkiyê bibin, dê hem li derve hem jî li hundirê welat bibin sedema pirsgirêkên gelekî mezin.”
‘ENQEREYÊ BIRYARÊN SOÇIYÊ BI CIH NEANÎN’
Di berdewamê de Pekoz got di hevdîtina Erdogan û Pûtîn a li Soçiyê de li ser Idlibê peymaneke hevpar hate çêkirin, lê belê Tirkiyê biryarên peymanê bi cih neanîn û got: “Peymanê du hêmanên xwe yên sereke hebûn. Ya yekemîn divê herêmên bêpevçûn çêbûna û ya din jî divê di serî de Heyet Tehrîr El-Şam û rêxistinên din ên îslamî yên li Idlibê ji Hema û derdora wê bi qasî 20 km ber bi hundir anku navenda Idlibê ve vekişiyana. Her wiha dê çekên giran radest bikirana. Ya duyemîn jî dê rêya M5 ya di navbera Heleb-Hemayê de û rêya M4 ya di navbera Heleb-Laziqiyê de li hatin û çûnê bihatana vekirin Tirkiyê berpirsyariya ku îslamîstên radîkal 20 km ber bi hundir ve biçin û çekên xwe radest bikin û rêyên M5 û M4 bên vekirin, hilda ser xwe. Lê belê Enqereyê ev her du biryar jî bi cih neanîn. Di çend hevdîtinên xwe yên li gel Erdogan de Pûtîn ev yek bi awayekî eşkere bi lêv kir. Wezaretên parastin û karên derve yên Rûsyayê gelek caran diyar dikirin ku Tirkiye ji vekişîna komên radîkal bi qasî 20 km ber bi hundir ve berpirsyar e û wateya vê yeke jî ew e ku têkiliya Enqereyê ya bi rêxistinên îslamîst re bi zimanekî dîplomatîk tê teqezkirin.”
‘DI NAVBERA ENQERE Û MOSKOVÊ DE KRÎZA IDLIBÊ KÛR DIBE’
Pekoz diyar kir ku Moskov ji ber ku Enqere li gorî peymanê tev nagere, gelekî aciz e û di navbera her du welatan de de krîzek heye û wiha got: “Ji ber pisgirêkên Tirkiyê yên bi DYA û NATO’yê re, Rûsya yekser daxuyaniyan nade raya giştî. Tirkiyê sozên ku dane, bi cih neanîne û ev yek jî dibe sedem ku di şerê li Idlibê de ku hêzên bejahî yên Rûsyayê yekser tê de cih digirin, helwesteke cidî nîşan bide yan jî bertekê nîşan bide. Di pozîsyona heyî de nikare wekî berê bangeke cidî li hêzên navneteweyî bike. Desthilata Tirkiyê dibîne ku dê hêzên Esed ên bi desteka Rûsya û Îranê, bi ser bikevin û ji ber vê yekê naxwaze bi Rûsyayê re bikeve nav pevçûnê. Enqere bi awayekî rasteqîne dev ji Idlibê berdaye û piştî Idlibê li pêşeroja Efrîn û Babê difikire.”
Pisporê Rojhilata Navîn Pekoz got Tirkiye dizane Idlib ji dest daye lê dixwaze bi hewldanên leşkerî, polîtîk û dîplomatîk pêvajoyê dirêj bike û wiha aivî: “Armanca Tirkiyê ya sereke ew e ku li Efrîn û Babê serweriya xwe xurt bike û ji xwe re wext peyda bike. Dixwaze li herêmê bibe hêzeke mayînde. Heta ku li Idlibê krîza leşkerî û polîtîk dewam bike, dê li van her du herêman hebûna xwe bê pirsgirêk berdewam bike.”
‘DÊ ŞER LI IDLIBÊ GURTIR BIBE’
Pekoz destnîşan kir ku plana Rûsya, Îran û Sûriyê ya Idlibê ew e ku Idlibê bixin bin serweriya Esed û wiha dewam kir: “Heta ku li Idlibê rejîm serweriya xwe çêneke, pir zehmet e ku li tevahiya Sûriyê serweriya xwe pêk bîne. Heke Idlibê kontrol neke, nikare ji bo Efrîn û Babê tu planan çêke. Ji ber vê yekê jî ji bo ku Idlibê bi şer an jî bi hevdîtinan bixe bin serweriya xwe, dê bikeve nav hewldaneke mezin. Şerên ku niha li Hemayê rû didin, xuya dikin ku dê bi şer kontrol bike. Nemaze pêvajoya piştî kontrolkirina rêyên M5 û M4 dê girantir û çetintir be. Ji bo kontrolkirina van her du rêyan dê şer bi awayekî girantir dewam bike.”
PIŞTÎ IDLIBÊ DÊ PÊVAJOYA EFRÎN Û BABÊ DEST PÊ BIKE
Mustafa Pekoz diyar kir ku DYA naxwaze Idlib bikeve bin kontrola rejîma Esed û dê piştî Idlibê pêvajoya Efrîn û Babê dest pê bike. Pekoz got heke ew herêm bikeve bin kontrola rejîma Esed ji bo DYA’yê tê wê wateyê ku stratejiya DYA’yê ya korîdora enerjiye dê bikeve ber xetereyê û wiha got: “Plana DYA’yê ew bû ku QSD û Enqereyê li dor maseyekê bicivîne û planeke hevpar a tevgerê çêke. Ew plan jî ew e ku Efrîn û heta Babê jî ji hêzên QSD’ê re bihêlin.”
BANGA DYA’YÊ YA AGIRBESTÊ LI IDLIBÊ
Pekoz destnîşan kir ku dirêjbûna şerê li Idlibê û dewamkirina hebûna Heyet Tahrîr-El Şam li herêmê bi berjewendiyên herêmî yên DYA’yê re hevgirtî ne û wiha pê de çû: “Ji bo demekê dewamkirina hevsengiya Esed-rêxistinên radîkal dê ji bo planên DYA’yê karîger be û ji ber vê yekê jî anormal nîn e ku banga agirbestê bike. Vê yekê têkiliya xwe bi kuştina sivîlan û binpêkirina mafan re tune ye.”
PAŞXANEYA BANGA AGIRBESTÊ YA YEKÎTIYA EWROPAYÊ
Mustafa Pekoz diyar kir ku paşxaneya banga agirbestê ya Yekitiya Ewropayê (YE) li Idlibê yekser têkildarî koçberiya ber bi Tirkiyê ve û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku şerê Idlibê dikare bibe sedama pêleke koçberiyê ya nû, YE dixwaze li Idlibê agirbest çêbe yan jî pozîsyona heyî dewam bike. Her wiha berdewamkirina pozîsyona heyî li Idlibê bandoreke neyînî li pêşeroja rejîma Esed dike. YE difikire ku dê rejîmeke qels a Esed zêde berdewam neke û ji ber vê yeke jî li şûna ku Idlib bikeve bin kontrola hêzên rejîmê yên bi piştgiriya Rûsya û Îranê, bi rêxistinên îslamîst re hevsengiyek çêbe, bi mentiqtir dibîne.”….ANHA





