Sîpan ŞÎNDA
Heçî gotinên pêşiyanin, finda civakênin; roniyê didin civakê, rêberiyê ji civakê re dikin. Ji bo nivşên nû û pêşeroja civakê mîratê kalikanin. Ji ber kû gotinên pêşiyan ne hema ji nişka ve derketine. Ew girêdayî serhatî û serboriyên civakê yên sed salan, hezar salan hatine gotin. Emê girêdayî vê gotina pêşiyan li ser gerdîşên civakê bisekinin. Ra (reh-kok) yên civakê girêdayî ziman, çand, dîrok, irf û edet û gerdîşên wê ne. Dema di nava civakekê de, yek yan ji yekê zêdetir, ji van rehan, ji nişkave hatin birrîn, civak dikeve şaqisiyekê de. Şaqis bûyîna çandî weylê weylê têxe di nav civakê de. Bê goman guhertina civakî tu caran nesekiniye û wê nesekine ji. Lê belê di nav civakan de hinek gerdîş hene kû civak xwe bi wan li ser piyan digire. Yek ji van irf û edetin. Irf û edet, karakterê civakê dide nîşan. Dema civakekê irf û edetên xwe terk kirin, ew civak di heman demê de dîroka xwe ji terk dike. Inkar kirina irf û edetan, inkar kirina rabirdû û dîrokê ye. Hîmeka din ya civakê li ser piyan digire ehlaq e. Ehlaq, kils û gêça civakê ye. Çawe mirov nikare çi taq ango dîwaran bê kils û gêç (herî/çîmento) çêke; mirov nikare civakekê ji bê ehlaq pêkve bigire. Ziman herweha hîmeke din yê girînge kû civak bi wî peywendiyê bi hevre didanin. Dîroka civakan rabirdûya wana datîne pêşiya wana. Bi saya serê dîrokê ye kû mirov dizanin ew kî ne, ji kû hatine. Herweha roniyê dide pêşeroja civakê ji. Di nava civakê de gelik gerdîşên cuda hene. Pirr sembol hene kû kes, civak xwe bi wana digirin. Ma mirov dikare hemiyan biparêze, na. Lê belê hinek sembol di nava civakan de hene, bi rastî ji civak xwe bi wana pêkve digirin. Mînak, Japonya di hemî warî de welatekî pirr pêşketiye. Di warê teknolojiyê de pêşengek yê cîhanê ye. Di warê xwendin, aborî, industrî, bajarvanî û hwd kêm civak weke civaka Japon hebin. Lê belê ew di heman demê de civakek gerdîş pereste ji. Li Japonya Împarator heye. Împarator, ji bû Japonan semboleke. Her çend hemî raye û peywirdan di destê hikûmetê de ye ji, Japonî Împaratorî weke sembola xwe diparêzin. Herweha heya niha ji çanda Geyşa li Japonya didome û tê parastin. Dîsa li gelik welatên Ewropa Qral û Qraliyetî weke sembola civakê tê parastin. Herweha ev dewletên pergala qraliyetê didin jiyandin ji, mirov dikare bêje dewletên di warê demokrasî hiqûq, aborî de yên herî pêşketîne. Mînak Brîtanya, Hollende, Belçîka, Swêd, Norvêç heya niha ji pergala qraliyetê weke sembolekê, ji bû hebûna civaka xwe gelik girîng dibînin. Gelo civaka Kurdan di vî warî de di çi rewşê de ye? Tişta xwiya dike hingî roja paştire Kurd gerdîşên xwe kiçiktir dibinîn. Lê divê Kurd ji gerdîşên xwe yên civakê pêkve datîne û li ser piyan digire biparêzin û bidin jiyandin. Nexwe bi vî dest û danî emê nekaribin xwe weke netew bigihînin sedsalên pêşiya me. Bi risteka Ehmedê Xanî em dawî bikin:
Da xelq nebêjin ko ekrad
Bême’rîfet in, bêesl û bunyad





