Ezîz KOYLUOGLU
Nakokiyên Rûsya û Tirkiye li ser Idlib’ê her diçe zêdetir dibe. Ev nakokî ji siyaseta giştî, Tirkiye û Rûsya ve qut nîne. Di mijara S-400 de herçend herdû alî dibêjin li gora plansaziya heye em tevdigerin û tu guhertinek di plana me de nîne jî, lê tişta tê xuya kirin ne wiha ye. Berovajî vê dinava Tirkiyê de li ser anîn û neanî fuzeyên S-400 nîqaşek dijwar lipişt perdê de dimeşe. Gelek çavdêr jî dibêjin ev demeke dewleta Tirk dixwaze xwe ji giraniya li ser fuzeyên S-400 xelas bike. Lê ev wiha hesan nîne.
Dewleta Tirk ji bo S-400 ji Tirkiyê bikire, perê wê ji Rûsya deyn kir û bi wî deynî ev kirîna kir. Ev deynê wê qasî 2 mîlyar û nîv dolare, ji xwe li ser Tirkiyê giraniyekî mezin yê Aborî ji bo dema niha çênekir. Berovacî wê dewleta Tirk bi perê ji Rûsya girt, fuzeyên S-400 kirî. Ger dewleta Tirk dev ji kirîna S-400 berde wê li ser wê tenê ne diwarê siyasî krîzek nû wê çêbike, diwarî aborî de jî ji bo Tirkiyê krîzek nû bide avakirin. Û dirastî de kirîna fuzeyên S-400 biryarekî siyasî bû. Niha herkes ev piştrast dike.
Lihevhatina Rûsya ya Tirkiyê li ser Sûriyê pêkhat. Di heman demê kûrbûna nakokiyên wan jî li ser Sûriyê bû. Rûsya piştî li ser Sûriyê dinavbera wan Tirkiyê de nakokî kûrbûn, xwest Kurdan ji bo xwe bide bikaranîn. Ji aliyekî ve wek desteka siyasî û çek dida Kurdan xwe nişanda, ji aliyê din jî, ji Tirkiyê got ku ger tu ligora siyaseta min tevnegerî ez ê biher rengî desteka xwe bidomînim.
Dîktator Erdogan piştî helîkopterek bi tîpa Kobra li çiyayê Kurdistan hate xistin, bi du rojan berê da Rûsya û lêborîna xwe ji Pûtîn xwest. Rûsya bivê ji aliyekî ve xwest Kurdan li Sûriyê ji bo berjewendiyê xwe bikarbîne, ji aliyekî din bi rêya Kurdan dewleta Tirk xist bitehdîtê û teslîm girt. Ev siyaseta Rûsya hêj jî didome. Lê êdî wek berê encam nagre.
Çewa Rûsya birêya bikaranîna Kurdan re, Tirkan teslîm girt. Dewleta Tirk jî birêya Rûsya ve xwest Dewletê Yekbûyî Emerîka bikşîna nava siyaseta xwe. Ev siyaseta dewleta Tirk heta niha li ser peymanên aborî û siyasî bi Rûsya dike, diheman çarçovê dene. Dewleta Tirk bi kirîna fuzeyên S-400, çêkirina cihê enerjiya nukleerî ya Akkûyî, xeta xazê ya Tirk Akimî şantajek giştî li ser berjewendiyê Emerîka bû. Lê Tirkiyê di vê siyaseta şantajê de bikaribe berdewam bike jî, heta niha serkeftî nîne. Ji aliyekî Rûsya, Tirkiyê dijdîne ku li gora peymanê çêkiriye tevbigere, ji aliyê din ve jî diçarçova NATO de Emerîka li ser Tirkiyê zextek dijwar dike. Her dû alî dixwazin li gora peymanê biwan re pejirandiye tevbigere. Ev jî tê wateya aliyekî hilbijartin.
Şêrê li Idlibê wê li gora kûrbûna nakokiyên Rûsya û Tirkiyê yan wê firehtir bibe, yan jî kêmtir bibe. Lê tişta tê xuya kirin, lihevhatina Rûsya û Tirkiyê ya dinavenda wê de Sûriyê hebû hildiweşe.
Şerê li Idlibê ev rewşa pişt rast dike. Heta niha jiber lihevhatina Tirkiyê û Rûsya ve êrîşek dijwar ji aliyê rejîma Sûriyê dierdê de nedihat kirin, bi lewazbûna lihevhatina herdû aliyan ev rewş hate guhertin. Li beramberî êrîşkariya rejîma Sûriyê û Rûsya, dewleta Tirk bihemû hêza xwe alîkariya çeteyên Heyet Tahrîr Şam dike û ji herêmên wek Efrîn, Azaz, Cerablûs û Bab’ê çeteyan dişine herêmê. Bi alîkariya cebilxane û alîkariya dewleta Tirk, çeteyên HTŞ/Cephet El Nusra li dijî rejîma Sûriyê sekinekî dijwar nîşan didin, nahêlin rejîma Sûriyê û Rûsya wek dixwazin pişt bikevin. Ev jî dide diyar kirin wê şerê Ii Idlibê demek dirêj bidome.





