Idrîs HENAN
Aloziya vî welatî bi xwe re gelek maskên nijadperest û cewherê netewperestiya çors deşîfre kiriye. Dîroka Rojhilata Navîn carek din isbat dike ku bi qasî nakokiyên serdestan ti nakokiya gelan nîne. Encama derketiye jî bandora hişmendiya desthilatdar diteyisîne. Sîstemên ku bi navê berdevkên xwedayan desthilatdariyên xwe berfireh û kûr dikin, ta ku temen dirêjtir bin kêlî bi kêlî di nava hewldanên xwenûkirin û afirandina sedemên hebûnê de ne. Wer dikin ku bê wan jiyan naçe serî û ne jî nav lê dibe jiyan. Ango dualîteya jiyan-hebûnê li ser bingeha têkbirina nirxên mirovahiyê yên resen ava dikin. Li gorî xwe jî navekî modern lê dikin û hewl didin sîstemên xwe gerdûnî bikin. Tişta ku dîrok vedibêje jî ew e; sîstemên han ne bi xuliqandina aloziyan be nikarin xwe domdar bikin. Bi şêwazên desthilatdariyên çors ên di şiklê rêveberiyên gendel de veşartî ne, hukumraniya xwe li navend û derdorê didomînin. Ji ber van xisletên xesibkirin û serdestiyan ti carî ji pirsgirêkên civakî re nabin çareserî û ne jî dibin bingeha civakbûyînê. Berovajî; hebûna xwe li ser hîmên parçekirin û çewisandina civakê didomînin. Ji lewre destpêkê êrişî çandê û jêderên zayînker ên nirxên exlaq-polîtîk dikin.
Hegemoniya navendî ev çend rojin li ser hev daxuyaniyan dide û bi zimanekî gelekî zelal eşkere dike ku; ti niyeta wê ya guherîna sîtemên destpot li Rojhilata Navîn nîne. Ew tenê ji bo sererastkirina reftara desthilatdariyan li herêmê ye. Şandeyê taybet ê Amerîka li Sûriyê Cefrî wê rojê ji kenaleka Misrî re ev tişt pir bi zelalî got. Zilam berdevkê hegemoniya navendî li Sûriyê û Rojhilata Navîn peyama modernîteyê radigihîne. Dêmekî tişta ku nêzî neh salan li Sûriyê diqewime ti têkîliya xwe bi azweriyên gelan re nîne. Ev jî rastiyeke dîrokî ya xwe dubare dike ye. Ev aliyekî meselê ye. Aliyê dîtir jî şerê hegemoniyê û avakirina stratejiya sedsala nû ya domandina hegemoniya navendî û li gorî wê jî ji nû ve restorekirina sîstemên heyî û terbiyekirina yên asê ye. Cefrî pir beloq ev tişt got. Ji bo wê jî hewceye dengeyên heyî û terazûyên hêzê li herêm û cîhanê li gorî van şert û mercên nû bên avakirin. Di vê heyama heyî de ku nakokiyên navend û derdorê kûr bûne, him gelên xwedî nerîneke pêşerojê û xwedî felsefe “gelê Kurd” derfeta bi destxistina qezencan digirin dest û him jî rejîmên otorîter derfeta hovîtiya bê çavdêrî bi dest dixin. Tenê gelê birêxistinkirî ancax bikaribe xwe ji vê firteneya komkujî û qirkirinan rizgar bike. Sûriyê baştirîn tabloya ku cewherê vê aloziyê vedibêje ye. Aliyekî şerê hegemoniyê navbera herdu xetên Çîn-Rûsya û Amerîka-YE, aliyê dîtir jî têkoşîna gelan a ji bo azadî û rizgariyê ye. Peralelî vê dualîteyê, kirîza sîstemên destpot û rejîmên dîktator dewam dike. Hewldana vê aliyê dîtir a temendirêjkirinê bi rêbazên qirkirin û êrişên dagirkeriyê jî dewam dike. Ta ku faşîzma xwe meşrû bikin asta hovîtiya xwe bilindtir kirine. Êrişên faşîzmên Tirk, Îran, Îraq û Baas vê yekê baş vedibêjin. Xeta dagirkeriya faşîzmên Tirk û Îranê li ser axa Sûriyê, şerê vê dawiyê li Idlib û Hemayê baş diyar dikin ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi koordîneya hemû hêzên ku qaşo dijberî hev in tê meşandin. Her wiha asta kûrbûna kirîza ku dijîn jî diyar dike. Lê dîrok dibêje jî ku bi amûrên berê encamên berê nayên buhurandin. Tenê têkoşîna gelan a guherîn û veguherîner dikare encamên bibuhurîne.





