Farûk SAKIK
Rojek li Ewrûpayê bûm şahidê sohbeta Gerîlla û Milîsekî berê.
Milîs: Heval Xebat min te nas nekir.
Gerîlla: Tu ji gundê şehîd Merdan nînî? Nehat bîhra te ez û şehîd Hogir hatin gundê we, li girê ku heval Azad şehîd ketibû me hev dît. Şehîd Baran hebû henek dikir.
Milîs: Erê erê, hat bîra min ew roj Husên li cem min bû piştre ew jî şehîd ket. Ya li gel we hevala Mizgîn hebû, ew li ku derê ye?
Gerîlla: Ew jî şehîd bû…
Sohbet bi vî rengî û di her hevokê de bi peyvek “şehîd” derbas dibû.
Ev şehîd gelekê wan nehat zanîn ku li ku derê û çawa hatin definkirin. Bi salan malbat li cesedê wan geriyan. An jî çavên wan li derîbu ku agahiyek derheq aqûbeta wan de bigirin.
Ne bi tenê gerîlla, gelek kesên sivîl û welatparêz jî dema ku hatin revandin an jî windakirin hay tu kesî ji cesedê wan tunebû. Malbatên wan jî li cesedê wan digeriyan.
Ev politîkayek desthilatdaran bû. Ji cesedên wan ditirsiyan.
Çima ditirsiyan? Mezel; dîrok bû… Mezel; cîhê şînê û hêrsê bû.. Mezel; bîr û pêşeroj bû…
Desthilatdaran ji bo vê yekê tu caran gorên kesên qetilkirin nîşan nedidan.
Di salên 90î de cesedê kesên ku dihatin qetil kirin, di gorên tomarî de û an jî di goristanên bêkesan de vedişartin.
Hin caran jî gerîlla cesedê hevalên xwe yên şehîd bûne vedişartin. Dema ku vedişartin jî cîhê wî bi awayek nîşan dikirin.
Di sala 2013an de gerîla û gel dest bi çêkirina goristanên şehîdan kirin. Li gelek deveran goristanên gerîlla hatin çêkirin. Yekem goristan jî li Licê hat çêkirin.
Gerîllayên ku dijiyan behsa hevalê xwe yên şehîd kirin. Li roj-nivîsên xwe û li hafiza-bîra xwe nihêrin. Cîhên ku hevalên xwe yek bi yek nîşan dan. Ji van deran hestiyên wan anîn li goristanan defin kirin. Carnan nedihat zanîn ku kijan hestî yê kêye.
Armancek çêkirina van goristan, malbatên ku bi salan bû hesreta mezelek zarokên xwe dikirin, werin li vê goristanê wê hesreta xwe bi cîh bînin.
Dema ku çêkirina goristana qediya, malbatan dest bi serdanan kirin.
Ji gelek deverên dûr çûn bê ku bizanibin kîjan mezelê zarokê wane, hemû goristan ziyaret dikirin.
Bi taybet di rojên taybet û cejnan de malbatan berê xwe didan van goristanan.
Li goristanê êş û kedera xwe bi hevre parvedikirin.
Behsa çîrokên şahadeta zarokê xwe dikirin.
Çîrokên van gerîllayan dibû ku hafizayek aîdê gerîlla ji nûde peyda bibe.
Bi van çîrokan û bîranînan, gerîllatî hê bêtir watedar dibû.
Ji her tiştî girîngtir êdî tiştek ber bi çav ku destê xwe bidin hebû. Kêlikên mezelan..Êşa wan hinek kêm dibû û ji van kêlikan hêz digirtin.
Desthilatdaran dizanibûn ku goristan dîroka têkoşînê ye.
Dizanibûn van mezelan rihê berxwedanên mezin diafirinin.
Çawa destûr nedabûn mezelê Şêx Saîd û hevalên wî, çawa destûr nedabûn mezelê Seyîd Riza û hevalê wî, îro jî nedixwestin ev goristan wisa li ber çavê wan bimînin.
Dewleta Tirk dixwest ew pira di navbera dîrokê û îro de hatî avakirin qût bikin. Dixwest pêşî li şîna wan bigire. Dixwest hîsê wanê li van navenda bilind dibin, qût bike. Û wisa jî kir.
Dema ku di sala 2015an de dest bi şer kirin yekem car erişî goristanan kirin.
Ji Gimgimê bi bombebarankirina goristana “Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî” destpêkirin. Piştre li Şirnex goristana Cûdî, li Bedlisê goristana “Xerzan”, li Amedê li navçeya Licê goristana “şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin rûxandin.
Dûre jî li Dersimê goristana “Sûna Çîçek û şehîd Doxtor Baran” û “mala cem” bom bekirin.
Gel dixwest van goristanan ji êrişan biparêzin, lê hemû hewledanên wan yê wek mertalê zindî jî, lê ji ber hovîtî û çavsoriya dewleta Tirk bê encam man.
Dema dewletê ev goristan, ev ax, ev beton bombe dikir nizanibû ku wê ji bin wê, ew lehengên bênav ji nû de zîndî bibin.
Wan nizanibû kîn û nefreta kurdan li hember wan qat bi qat zêde bibe.
Wan nizanibû ku wê rojek tola vê hovitiyê ji aliyê hevalên wan ve wê were girtin.





