Mihemed ŞAHÎN
Ji hêla siyasî û aboriyê ve çoganên ku hikumeta Erdogan li ser piya digirtin yek biyek dişikên.
Ambargoya ser Îranê, tecrîdbûna Qetarê, hepiskirina El Beşîr, dorpêçkirina Trablûsê, hewldanên derbeyên dijî Maduro û amadekariyên îlankirina terositbûna Îxwanî Mislimîn ji bo Erdogan gelek peyamên nebaş dixwe de dihewînin.
Erdogan di qada navnewteweyî de tecrîdbûn û tenê mayina xwe bi têkiliyên xwe yên bi van kesan re dinuxumand. Aboriya xwe bi saya têkiliyên xwe yên bi van dewletan re ji têkçûyinê rizgar dikir. Têkiliya xwe ya bi van dewletan re di siyaseta xwe ya navneteweyî de weke çek bikar dianî. Li dijî Amerîka û Ewropayê dikir amûrê şantajê.
Hemû kes dizanin ku petrola Îranê ji bo aboriya dewleta tirk gelek girînge. Herî nêz û herî erzan e. Neh berê dema ku ambargoya ser Îranê dest pê kir bi tevî Tirkiyê ve heşt dewlet mûaf hatibûn hiştin. Rayedarên AKP’ê mûaf hiştina Tirkiyê weke serkeftineke siyasî ya mezin pênase kiribûn û şahnaziya xwe anîbûn ziman. Lê şahnaziya wan tenê neh meh dewam kir. Bi biryara Trampê ê serokê Amerîkayê ji 2’ê gulanê vir ve dawî li muafiyeta Tirkiyê hatiye. Her çiqasî rayedarên hikumeta AKP’ê bi devkî bibêjin em ambargoyê nas nakin jî di pratîkê de ne wisa ye. Kirîna petrolê ya ji Îranê bi dawî kirine.
Qralê Qetarê Şêx Temîm ê ku di her tengasiya aboriyê de bi milyar dolarê xwe digihîşt hewara Erdogan û fînansoriya projeya Erdogan a Îxwanî Mislimîn dikir ji hêla dewletên Ereb ve hatiye tecrîdkirin, dorpêçkirin û bi tena serê xwe maye.
Dest birakê Erdogan dîktatorê Sûdanê Omer El Beşîr ji ber sûcên xwe yên dijî mirovahiyê ji hêla dadgeha navneteweyî ve dihat darizandin û biryara girtina wî hatibû dayin. Erdogan ji bo destbirakê xwe hiqûqa navneteweyî bin pê kiri û El Beşîr li Tirkiyê bi xalîçeya sor pêşwazî kir. Gelek hêvî û bendewariyên Erdogan ji El Beşîr hebûn. Erdogan li bendê bû bazirganiya Tirkiyê û Sûdanê bigihîje deh milyar dolarî û here di girava Sevakînê de li gel destbirakê xwe bi cih bibe. Lê mirada wî hasil nebû. Gelê Sûdanê ji dîkator El Beşîr re got edî bese û dawî li desthilatdariya El beşîr anîn. Destbirakê Erdogan El Beşîr hat girtin û hemû xeyalên Erdogan rûxiyan.
Beriya 2011’yan di serdema Kadafî de bazirganiya Tirkiyê û Lîbyayê 17 milyar dolar bû. Binênsazî û înşeat hemû bi destê karsazên tirk dihatin çêkirin. Lê Qedafî di xeta siyaseta Erdogan de nebû xwediyê sekneke azad û serbixwe bû. Lewre Erdogan qîma xwe bi 17 milyar dolarên Qedafî neanî. Piştgirî da hewldanên li dijî Qedafî.
Bi fînansoriya qralê Qatarê xwest li Lîbyayê desthilatdariya Îxwanê Misilmîn ava bike û bazirganiya xwe ya 17 milyar dolarî du sê kat zêdetir bike. Wisa xwiya dike ku wê ev miradê wî jî hasil nebe. Li gel hemû piştgirî û alikariya Tirkiyê û Qetarê eniya Îxwanî Misilmîn li ber têkçûyinê ye. Hêzên dijber di bin pêşengiya generalê berê Xelîfe Hafter de navenda eniya Îxwanê Tarblûs dorpêçkirine. Pêşengê eniya Îxwanî Mislimîn Fayîz Serrac ê ku pişta xwe da bû Erdogan seferberî îlan kiriye û di tengasiyeke mezin de ye. Lê Erdogan û heval bendê xwe qralê Qetarê Temîm nekarin tiştek bikin. Têkçûna Fayîz Serrac wê tê wateya têkçûna Erdogan û Temîm.
Piştî Reza Zerab yê ku herî zêde zêr dianîn Tirkiyê serok dewletê Venezûela dîktator Maduro bû. Li gorî gotinên muxalîfên Venezûela yê Maduro bi rêbazê derhiqûqî 73 ton zêr dane Tirkiyê û Yekîtiya Emîrên Ereban. Ji ber wê ye ku ew jî bûye destbirakê Erdogan.
Gelê Venezûelayê di nava xizaniyê de ye û jî ji desthilatdariya Madûro ne raziye. Gelek caran bi hewla derbeyan re rûbirû dimîne. Bi kurtahî dest birakê Erdogan dîkator Madûro jî ne di haleke baş de ye û li ber çûnê ye.
Di xeyala Erdogan de di hemû dewletên rohilatanavîn de avkirina desthilatydariya Îxvanî Mislimîn hebû. Ev xeyal di serî de bi derbeya Sîsî li Misrê têk çû, dû re li Tûnisê, Fasê, Sûriyê û wekî xeleka dawîn niha jî li Lîbyayê li ber têkçûnê ye. Serok û rêbeberên Îxwanê Mislimîn ên ku têk çûn hemû hatin li Stenbolê di bin sêwana Erdogan de bi cih bûne.
Niha jî hewldanên Amerîkayê hene ku rêxistina Îxwanî Misilmîn weke rêxistineke terorîst îlan bike. Terorîst îlankirina Îxwanê wê ji bo Erdogan derbeyeke herî mezin be. Terorîst îlankirina Erdogan bixwe ye. Dewleta Tirkiyê wê di qada navneteweyî de weke hêlîna terorîstan bê pênasekirin û bi piştgirî û alîkariya terorîstan bê sucdarkirin.
Destbirak yek bi yek çûn sergoya dîrokê. Erdogan jî di hundir de û di qada navneteweyî de bi têkçûyinên mezin re rûbirû ye. Hasilî kelam niha zengil ji bo Erdogan lêdidin.
Têkçûyina Stenbolê ya duyemîn a 23’ê hezîranê û têkçûyina Xakûrkê wê çûna Erdogan bilezînin.





