Evîn HESEN
Di helbesta Cegerxwîn de bi çend awayan rengvedana têkiliyên desthiltdariyê di warê mîmarê de çêbûne. Malên gundî, cotkar û feqîran ku ji desthilatê bê par in bi teşeyekî; malên dewlemend bi teşeyekî din hatiye wesifkir. Malên gundiyan teng, kûr û dorhêla wan jî bi ahengiyeke mîna malên wan gemar, toz û tirabêlk in. Wesifkirina xaniyên gundî û kesên qata jêr û wesfê avahiyên qata jor ne weke hev in. Anku avahiyên axayan û yên şivanan xwedî taybetiyên cuda ne. Newekheviya avahiyên wan gotina “Xanî weke koxik, perîşan in.
Di helbesteke xwe de ku wesfê mîmariya malên gundiyan dike ku xanî, hem bi dorhêla xwe hem jî bi jiyana xwe ahengekê pêk tîne ku teng, kûr û weke kuna rovî ne jiyan û rewşa wan jî li gorî vê yekê ne. Lewra weke mîmariya ku hatiye wesifkirin, jiyana wan jî bê ser û ber e:
“Xanî ji kerpîç pir teng û nexweş
Reş û bê ronî ji dixanê reş
Hin pez û dewar di nav çavên wan
Kufletên wan pir, ne pênc û ne şeş
Wek kuna rovî govik û şikeft
wesfa xaniyê cotyaran, bi mîmariyê û têkiliya desthilatê ve têkildar in û rewşa cotyaran bi me dide nîşan:
“Xanîkî kûr teng, li dor çar dîwar
Li ser wî pûş û li bin beşt û dar
Di helbesteke xwe de, qala hêza pereyan û hêzê wê ya li ser rewşê dike ku pere, weke navendeke desthilatdariyê dikare bê dîtin:
“Xaniyê ku tu tê hebî weke bihuşt
Ê nebî tê de wekî koxê ker e”
Di helbesta “Riya Rast û Dirist” de wesfa xaniyê axê hatiye kirin ku xaniyê wî weke desthilata wî bilind û mezin e, her wiha weke şikefta sêder e ku şikefta sêder “Ew şikefta ku ketin û derketina wê ne diyar e ku ev yek parastina desthilata wan dike:
“Xaniyê axê mezin her dem di ser gund re bilind
Lîs û hêlîna diza ye wek şikefta sêder e”
Di helbesta “Zoro Axa” de qesra Zoro axa de qesir sor e û dorhêla qesrê ne weke xaniyê gundiyan bi sergo ye, lê bi bax û bexçe ye:
“Berê xwe da qesra sor
Bax û bexçe hawîr dor”
Di hin helbestan de, xwedî seray û kelehbûn hatine kirpandin û di wateya, “ew nûnertiya me ne” hatine bikaranîn.





