Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Polîtîk kirina civakê

04/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di avakirina şoreşê de hesta berpirsyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Qasim ENGÎN

Li Rojava û Bakurê Surî hêzên Tevgera Azadiya Kurd destkeftiyên gelek mezin bi destxistin. Li hember çeteyên DAIŞ ku gelek dewlet nikarîbûn wan û heta li ber wan bajar û mirovên xwe hêştin û reviyan, lapek lehengên ku bi bawerî û bîrdoziya Rêber Apo berxwedan, destan nivîsandin.

Pir balkêşe kesên ku dilopek xwîna xwe çi ji bo Rojava çi jî ji bo Bakurê Surî ne rijandin, heta li kelêka mêtingera dewleta tirk cihê xwe girtin û hêna jî digirin, îro bi rê û zexta hinek hêzên navnetewî dixwazin bibin hevpar û şirîkên destkeftiyên ku bi xwînê ciwanên camêr hatina qezenc kirin.

Lê hêna balkêştir ew e, yên ku gramek ked ji bo welat nerijandine, xwedan zimanek dirêjin û ji ber ku hêna jî ji dewleta tirk re nokerê dikin bê terbiye ne.

Gelo çawa dikarin hinek kesên ku gramek ked û dolepek xwîn ji bo welat nerijandine, ewqasî erîşkar û zimandirêj bibin?

Bêguman ji bo wê pirsê dibe ku gelek bersiv were dayîn. Lê li gore me bersiva herî sereke ew e ku, serî de yên ku di şoreşê de rola sereke leystine, dîsa civaka me ya ku ewqasî fedakarî û bedelên giran dane, têra xwe ne hatiye rêxistin kirin ango têra xwe polîtîk nebûye.

Rêber Apo ji bo polîtîkayê ango polîtîk bûyînê wiha dibêje:

”Mirov polîtîkayê weke qada azadiya civakê, weke qada afirandinê ya lê pêşxistina mane û îradeyê tê zêdekirin şîrove bike, ev zêdetir nêzî rastiya wê ye. Heta mirov dikare polîtîka û azadiyê wekhev bibîne. Li vir civak hem bi fikir, hem jî bi çalakiyê li xwe û nasnameya xwe serwext dibe, pêşde dibe û xwe diparêze. Dema ku polîtîka bibe erka xwerêvebirinê hingê weke polîtîka demokratîk dibe xwedî nasname, lê dema veguhere rêveberiya desthilatdariyê hingê polîtîka ji rastiya xwe dûr dikeve û dikeve rewşekê ku xwe înkar dike.”

Dîsa pêwîste were zanîn ku: ”Lê ya rastî ew e, li qada civakî ya polîtîka lê heye, ya xwedê nirx berjewendiyên heyatî yên civakê ne; xweşhaliya wê û asta pêşketina wê ya manedan û avabûnê ye. Civakên bêpolîtîka yan jî polîtîkayên wan qels, yan wê ji derve ji aliyê desthilatdariyekê ve bêne îmhakirin û bibin mêtingeh an jî ji hundir ve wê ji aliyê elîteke desthilatdariyê û çîneke mêtinkar ve zordestiyê bibînin û bêne mêtin. Qenciya herî mezin a mirov bi civakekê bike ew e, divê mirov asta polîtîk a wê civakê bilind bike. Ji vê jî ya qenctir ew e, divê mirov civakê bigihîne demokrasiyeke 24 saetan dewamî dixebite û bigihîne demokrasiyeke avabûyî û bicihbûyî.”

Ger em wiha nêzî civaka xwe bibin û civaka xwe bi pergala komûn, meclîs, kooperatîf û di akademiyan de bi perwerde kirinê, rêz dayînê, û bi hêz dayînê bikin xwedan vînek bi pola, li ku derê, kengî, bi çi hêzî, heta bi çi rêbazî, kî û kîjan dewletên hegemon di pişt kesên wiha noker de jî bibin, yê nikarin qendî pozê derziyekê li ser civaka me û li ser me heta li ser hêzên hegemon jî bandor bikin.

Ger em civaka xwe rastî jî bikin xwedan vînek bi pola, -em berdin hêzên çekdar- civaka me -yê bi xwe bi xwe -teneke li dûvîka wan girêbide û kolan bi kolan bide gerandin.

Tenê bila em bizanin çawa em civaka xwe û civakên cîran bi heşmendiya netewa demokratîk bikin hêza xwe rêveberinê!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.