Medenî FERHO
Faşîzma Turk-î Îslam, hem ideolojîk, hem psîkolojîk kontrola xwe winda kiriye, têk diçe. Ji bo têkçûna xwe bidê rawestandin, du enî vekirine: “Desthilatdarî û dewlet” ji aliyekî ve şerê li dijî Kurdan fereh dike; “dewlet û muxalafet” jî, di nava lêgerînek newî-î safilîn de ye, dixwaze car din Kurdan bixapîne.
Tîfaqa faşîst, diheje, desthilatdariya AKPê di nava xwe de parçe dibe. Dewletê, ev rastî dîtiye û bi xamxeyalên berê ketiye nava haraketê û lêgerînek muxalifan daye dest pê kirin.
Dewleta Ittihadî, ji bo xapandin, yan jî cewibandina Kurdan, yekemîn gav bi Ahmed Dawudoglu avêt. Celladê Surê, Ahmed Dawudoglu, berî hefteyekê li Amedê bû, wek parsek ji Kurdan desteka polîtîk xwest. A. Dawudoglu, tenê bi aqilê xwe naçe Amedê, nikare biçe!..
Dubare dikim; naskirin, danasîna herî zor, psîkolojiya sosyo-polîtka ya Turk-î Îslam e. Dewşirme new-î tîpê ”safîlîn” e; beden heye, exlaq, karakter nîne, şerm nake, hetikber e, tifê wek baranê dibîne, ziman ji bo derew û xapandinê, mêjî ji bo davikên tunekirinê bikar tîne.
Ev karakterê “safilîn”, ligel Erdogan, di hemû general û rayedarên dewleta Tirkiyê de “berê-nû” heye. Îttîhadî, di dema qirkirina gelên de jî, ev rêbaz bikaranîne: Di sala 1915 an de li Midyadê du serokên Suryaniyan hebûn; Hanna Sefer û Gelo Hurmuz!… Hanna Sefer ortodoks bû, Gelo Hurmuz protestan… Qeymeqamê Midyadê dema bangî Hanna dikir, digot, “fermana dewletê ne li dijî ortodoksan e, li dijî Ermenî û propestanan e”, dema bangî Gelo dikir, digot, “fermana dewletê ne li dijî protestanan, li dijî Ermenî û ortodoksan e…” Di encamê de, her du alî tune kirin.
Etrak-î bî Îdrakî-yun” (gotina ereban e), îro jî, vê siyasetê li dijî Kurdan dimeşînin. Mînak jî Başûr e… Neynik û mînaka Başûr li ber çavan e, pêwistî bi şîrovê nîne!… Dejenerebûnek jeopolîtîk û psikanalîst heye!.. Rastiyek Kurdan maye; ew jî Haraketa Azadiya Kurd e, berxwedana li Bakur e, sîstema Rojava ye û ruhê Şeladiza ye!…
Piştî peyaman Birêz Ocalan ya piştî 8 salan, deriyekî nû vebû; li ser banga Birêz Ocalan bi dawîbûna greva birçîbûnê û rojiya mirinê jî qonaxek nû da dest pê kir. Car din hêviya aştî û çareseriyê zindî bû; nexşe-realiteya Tirkiyê danî holê…
Ji ber vê jî, dive Kurd û eniya demokrat ya Tirkiyê, du tiştan lêkolîn bikin û fêm bikin: Gelên li Tirkiyê, demokrat û rewşenbîran, di destpêkê de çima Erdogan û AKPe weke hêvî dîtin û ew destek kirin? Erdogan û zewatên li dora wî, bi psîkanalîzeyek çawa komên xelkê dane pey xwe?
Hemberî têkoşîna çîil salî û qîrêna Birêz Ocalan, rehawet û bê haraketiya rewşenbîr û entelektuelên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde heye… Rewşenbîr û entelektuelên Tirk û Kurd, di pirsgirêka Kurd de, “sil” in. Di analîzên li ser sîstema Tirkiyê û civaknasiyê de “girtî” ne, ketum in. Ketûmî, new-î parastina ideolojiya fermî ye.
Eger rastiya Turk-î Îslam- Îttîhadî neyê naskirin û fêm kirin, pêşdeçûn çênabe. Ji bo vê jî, Kurd daxwaza başkirina mercên jiyana Rêber Ocalan dikin. Ocalan, bi rêbazên Freud û pskanalîze -kirinê, naskirina sosyo-kultura civakên Tirkiyê û sîstemê xwedî helwest e. Lê entelektueliya Tirk û Kurd, di vê mijarê de yan ketum in, yan jî sil in.
Li Ewropa, entelektuelên Tirk ku, ji ber zilma faşîzma Erdogan reviya ne, kovara SURGUN-MIŞEXTÎ, weke weşana Meclîsa Surgunên Ewropa” derxistin. Gavek pîroz e, lê, kêm e, di aliyê têgihiştin û fêrbûnê de ketûmî-kêmasî heye… Di nava 15 nivîskarên kovarê de, gotareke bi zimanê Kurdî nîne. Kurd, wajî wê dikin; divê entelîjensiya Tirk jî pencereyên mêjiyê xwe li pêşiya ziman û kultura kurdî vekin.
Di tevahiya dîroka Tirkiyê de, zansita bi “berçavikên hespan” heye û ne hatiye guhertin.





