Zekî BEDRAN
Tevî hemû rewş û mercan jî, lê şoreşa Rojava karîbû xwe li ser piyan bihêle û bandora xwe li tevahî herêmê belav kir. Ku di milê qada leşkerî de gavên girîng avêtin. Rojava di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de, ku li serê cîhanê bûbû bela rolek startîjîk lîst. Binketina çeteyên DAIŞ’ê ji berwxedana Kobanê dest pêkir, ev berwxedan û meş heya Reqa û Dêrzorê dewam kir. Şoreşa Bakurê Sûriye tevahiya netewên Ereb, Suryan, Aşûr û Kurd bi çanda wan himbêz kir.
Di şoreşê de di warê siyasî de jî encamên mezin bû. Sûriye rastî hilweşandike mezin hat. Hêzên mezin ên dinya û herêmê ketin Sûriye. Lêbelê, ev hêz ji bo yekîtiya gelê Sûriye ti projeyeke wî demokratîk nebû. Bakurê Sûriye yê ji bo avakirina civaka demokrasî di Rojhilata Navîn de gavên nemûne avêt. Ewlekariya hundirîn avakir. Ku têkîlî bi welatên Eereban, dewletên Yekbûyî û Sûriya di serî de dewam dike. Ku bi gelên cîhanê re têkîliyên xurt dan avakirin. Tevî ku dibin embargo û dorpêçê de bû, lê dîsa karîbû hemû pêdiviyên gel pêşkêş bike. Di demek kurt de, pêşketinên mezin û serkeftinên di warê leşkerî û siyasî de derkete holê. Mîna van serkeftina her timî nayê dîtin. Em jibîr nekin ku Bakurê Sûrîye di ambargo û gefên girande ye. Rêjîm tu carî destkeftiyên demokratîk nepejirandiye. Dagîrkeriya Tirkî gelek herêmên Sûriye dagîrkiriye. Di her derfetê de Erdogan gefan li rojhilatê Firatê dixwe. Her hewldanê derfet digere ku êrîşî herêma herî bi ewle di Sûriye de bike.
Di van rewşan de şoreşa ku pêşngitiya avakirina Yekîtiya gelê Sûriye û demokrasiyê di yekbûna xakê avabike, şoreşa herî mezine. Lêbelê di vê şoreşê de lingek jê kêm ma.
Bi paldayîna li ser destkeftiyên qezenc kirî, ne gengaz e ku pêşerojê biparêze û şoreş misoger bike. Ji bo mayîndekirina şoreşê, divê gelekî şoreger avabike. Gelê şoreşker encex di guhertinek çandî de ava bibe. Şoreşa Rojava veguhertinek çandî neda avakirin. Ne raste ku bêjin guhertinek çênebûye. Lêbelê dema ku em encamên leşkerî û siyasî muqayese dikin, em dibînin ku ya herî lawaz maye veguhertina çandî ye. Rêjîmê bi gelemperî gel ji siyasetê dûrxistibû. Wiha baldariya gel ji xwendin anjî analîzkirina siyasetê lawaz kiriye. Civakek ku rojana li pey nanê xwe bikeve avakiriye. Bi şoreşê re, Rêveberên rastteqîn ket destê hêza şoreşgeran de. Şoreş zû xwe bi rêxistin kir. Hemû kar û xebat ji parastin, vekirina dibistanan û sazkirina perwerdê birêvebir. Tevî zehmetiya ku rêjîmê di civakê de çêkiribû piranîya wê winda bû, bandorên wê nekarî temam bibin. Kesên ku pêşengiya şoreşê kirin, para xwe jê girtin. Piranî giranî dane qadên leşkerî û siyasî, lêbelê, bi kêmanî mîna wê giraniyê dabane şoreşa çandî jî. Ji bo wê, rêveberên şoreşê, divê rexnedayînên xwe bidin. Rexnedayîna herî bi bandor ewe ku kêmaniya heyî telafî bikin. Ji bo wê çandeke demokrasiyê wek karê herî şoreşgerî ya bingehîn bibinînin. Niha amadebûna li hemberî êrîşên derveyî hene. Lê dayîka hemû hazirtiyan, ya sereke jî avakirina gelekî berwxedêre. Gelek berxwedêr encex, bi gelekî xwedî hişmendiyek ronakbîr de mumkune. Tenê gelê xwedî hişyarî û ronakbîr dikare veguhertinek çandî avabike. Jibo rastteqîna seferberiya Bakurê Sûriye û veguhertina çandî pêwîstî bi xebatek rêxistinî heye. Divê hemû rewşenbîr, rêvebrî û sazî beşdarî xebatên çandî bibin. Ku dest pêkê saziyên çandî, dezgehên çapemeniyê û tevgerên rewşenbîrî bikevin herketê de. Da ku çanada xwendina pirtûk û kovaran ava bibe, kedek taybet jêre pêwîst dike. Divê her tim girîngiya xwendinê di rojeva me de bimîne. Divê mirov pirtûk û kovaran diyarî hev bikin. Ne gengaze, li ser kesên nehevgirtî û kêmasiyan civakek û rêxistinek bi hêz ava bikin. Divê bi rengekî lez çanda xwendinê di civakê de ava bikin. Pêwîste ku nirxên moralê civakê bilind be. Ku bawerî, zanist û zanebûn nebe, dê serkeftin mayînde nebe.





