Derwêş M. FERHO
Di 25ê Gulanê de bijartinên Parlementoya Ewropa, Meclîsa Federal, Parlementoya Flaman, Parlementoya Frensizî, Parlementoya Brukselê û Meclîsa Civaka Alman li Beljîka pêk hatin. Şeş ji van li Beljîka, PE hem li Stassebourg, hem li Brukselê ne. Ango Beljîka ji aliyê parlemento û parlementeran zengîntirîn dewlet li cîhanê ye. Her herêm nûnerên xwe ji partiyên cuda hildibijêre.
Her kesê li Beljîka û xwedî hemwelatiya Beljîkî ye mecbûr e rayê xwe bi kar bîne. Kesê rayê xwe bi kar neyîne, cezayê diravekî li ser tê qutkirin. Di pratîkê de dibe nabe ew pirseke din e.
Encamên bijartinan li temamiya Beljîka ber bi êvara hilbijartinan zelal bûn û xuya kir ku li nava Beljîka du civakên cuda rayên xwe dijber bi kar anîne. Civaka Frensizîaxêv (Frensiz, Walon) bi giranî çep, aliyê Flaman jî rast ra dane. Partiya Sosyalîst, Ecolo, PTB (Partiya Kedê) li herêma Walon û Brukselê, Vlams Belang, ku bi nîjadparêziyê tê tewanbarkirin li Flander rayên xwe çend qet kir. Partiya herî mezin li Flander, N-VA hundakiribe jî dîsa harî mezin ma. Bi giştşi ev encam yên tirs durûtiyê tên şîrovekirin. Ji berk u hemû partiyan di propaganda ye xwe de bi tirs bûn û durû bûn. Rastî diveşartin.
Balkêşiya van bijartinên dawî siyaseta partiyên sereke ye. Di serî de partiya sosyalîst. Ji sedema ku bi salan e gendelî, kursîhezî, hêzdestî ji nav wan kêm nabe û eşqî-hikm in hêviyên xwe berdane ser civaka îslamî (Turk û Ereb). Pirraniya partiyên din jî vê rê ji wan kopye dikin û li namzedên cuda ji nav civakên oldar, bi taybetî Misilman, li namzedan digerin da ji wê civakê ra bigrin. Dema meriv li lîsteyên wan dinêre hemû rengên radîkal dibîne. Radîkalên Îslamî, Kemalîst, Nîjadparêz û sextekarên cuda bi navê demokratbûn û sosyalîstiyê rêzkirî ne. Hem ji Ereban û hem ji Turkan bi dehan namzed hatin hilbijartin.
Berî çend mehan jî hilbijartinên herêmî pêk hatibûn û dîsa heman wêne diket pêş çavên me. Dîsa li ser hemû lîsteyên partiyan namzedên Turk, Ereb rêzkirî bûn. Ji hemaû lîsteyan jî namzedên Turk û Ereb hatibûn bijartin.
Di her du hilbijartinan de li taxên Ereb û Turkan, pencere û deriyên mal, qehwexane, restaurant û hwd tijî afîş û weneyên van namzedan bû. Bi girseyî propaganda xwe didkirin. Civaka her du aliyan jî li wan xwedî derdikeve. Ne ji ber zîrekbûn û jêhatîbûna wan li wan xwedî der tên. Li wan xwedî der tên ji berk u Ereb in, ji berk u Turk in. Ev ji wan re bes e. Û ev namzed jî di her dem de, li her cî li civaka xwe bi hemû kêmasî û têrbûnê der tên.
Dema ez li vê rewşê dinêrim ji du aliyan de dilê min diêşe.
Yek; Civaka Kurd, bi zanebûn yan jî nezaniyê, bi hemdê xwe yan bê hemdê xwe, van afîşên propagandaya van namzedan li ser pencereyên mal û karxanên xwe, dideynin. Kes jî nabêje ku ev namzedên du aliyan di siyaseta di nav partiyên xwe de nûnertiya hikûmetên xwe dikin. Dijminahiya Kurdbûnê, destxistinên li Başûr û li Rojava, Tevgera Azadiya Kurdistan li Bakur xebata wan ya sereke ye.
Du; ji çi sedemê Kurd ji vê meydana siyasî dûr in. Ji çend namzedên ku bi înîsiyatifa xwe dikevin ser lîsteyên partiyên siyasî pê de ez tu xebatek din nabînim. Gelo Kurd di vê warî de bêkêr in! Na. Civaka Kurd siyasî ye û di qada de civaka herî çalak e. Lê mixabin di meydana siysetê de, li şahredariyan, li parlementoyên cuda, hebûna wan ne fizîkî û ne jî siyasî heye.
Sûcê civakê ye? Sûcê kesên di vî warî de jêhatî ne û nakin? Sucê dijmin e? Yan sucê partiyên me yên siyasî ye ku hez nakin kesên ji nav civaka Kurd di vê qadê de kar bikin. Hemû partî yek şertî didin ber namzedên Kurdistanî: yan ji min re, yan dûrî min be.





