Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojên Fîlmên Kurdî

01/06/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ol û Civak -2-
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan ŞÎNDA

Kurd netewek, civakek ji hemî aliyan de belawelane. Ji peymana Lozanê û vir ve, Kurd hewl didin kû xwe li ser hevde bidin, lê mixabin ji ber ku welatê wana çar perçeye û hebûna Kurdan, ziman û çanda wan her tim di bin zor û zextê de ye, ev yek ji bo wana gelek zêde zehmet dikeve. Kurd ne tenê li welatê xwe, herweha li dîasporayê jî di nav livekê de ne ku dengê xwe bilind bikin. Bi teybetî jî di warê çandî de hewildanên tên kirin divê mirov ji nedîtîve neyê. Raste ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, sînema Kurdî jî li gorî ya cîhanê pirr qelse. Lêbelê mirov dikare bêje di nava van 10 salên dawî de sînema Kurdî di nava keft û leftekê de ye. Gelek fîlmên Kurdî xelatên herî baş standine. Gelek kes hewl didin ku sînema Kurdî pêşve bibin. Lê mixabin ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, sektora sînemayê di warê aborî de bê pişte. Sînema ji sektorekî buha ye.
Yek ji van xebatên çandî di 24-25-26’ê Gulana 2019 an de li paytexta Hollenda Amsterdamê hate kirin. Rojên Fîlmên Kurdî ji aliyê Ru Parê Community, Wexfa Ehmedê Xanê û Amsterdams Fonds voor de Kunst ve hatiye organîzekirin. Rojên Fîlmên Kurdî 3 rojan dom kir. Di nava van 3 rojan de 7 fîlmên dirêj û 9 fîlmên kurt, bi giştî 16 fîlm hatin nîşandan. Di nav van fîlman de Radyo Kobanî ji aliyê Rêber Dosky ve hatiye çêkirin û çîroka keçeke Kurd li Kobanê vedibêje. Radyo ya Kobanê di sala 2016 ê de li Hollenda, di ‘Festîvala Fîlmên Docûmenter ya Navnetewî ya Amsterdamê’ xelata fîlmê herî baş di navde heta niha 18 xelatên herî baş standiye. Fîlm 69 deqîqe ye. Fîlmê Zagros ji aliyê Sehîm Omer Xelîfe ve hatiye çêkirin. Zagros, çîroka şivanekî Kurd vedibêje û li Belçîka û Frense xelata fîlmê herî baş standiye. Fîlm 102 deqîqe ye. Fîlmê Zer yê ji aliyê Kazim Oz ve hatiye çêkirin. Zer, çîroka xortekî li pey stranekê ango li pey rabirdûya xwe dikeve vedibêje. Fîlm 113 deqîqe ye. Berxwedan Jiyane, 72 deqîqe ye û ji aliyê Apo W. Bezîdî ve hatiye çêkirin. Bi çîroka keçikek kiçik, dokûmentera şêniyên Kobanî vedibêje. Fîlmê bi navê Efsûna Qralê Kirêt, 122 deqîde ye û ji aliyê Hisên Tabak ve hatiye çêkirin. Fîlmê Strana Diya Min, ji aliyê Erol Mîntaş ve hatiye çêkirin û 103 deqîqe ye. Xaniyê Bê Serban 117 deqîqe ye, ji aliyê Soleen Yûsif ve hatiye çêkirin. Fîlm bi çîroka malbateke Kurd ya ku ji ber Sedam revîne hatine Ewropa û paşê trajediya dijîn vedibêje. Kurte fîlmên ku hatine nîşandan jî evin: Dengên Bakur, Qêrînên Ji Serbanan-Bêrî Salmaşî, Mesîyê Bexdayî-Sehîm Omer Xelîfe, Fabrîka Pêşerojê-Lana Askarî, Berfanbar-Ersîn Çelîk, Golan-Dewen Mîrza, Het Front-Floris Parlevliet, Xaniyên Kulek Biçûk-Bilent Oztûrk, Miya Li Kolanan-Madja Amîn. Di Rojên Fîlmên Kurdî de ne tenê film hebûn, herweha Eléonore Fourniau, Azad Karahan, Nadia Visser û Arda Argosyan ji bo temaşevanan stranên xwe gotin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.